Endama RAWA: Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham

Endama RAWA Sima Ghafor bi boneya salvegera şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê axivî û got: “Dîroka şoreşa Rojava weke têkoşîna 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham.”

BAHARİN LEHİB

Kabul- Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di 19’ê Tirmeha 2012’an de bi pêşengtiya jinê Şoreşa Rojava wek şoreşa jinê hate bi navkirin ku hemû cîhan pergala netewa demokratîk bi vê têkoşînê nas kir, 11 sal li pey xwe hela. Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava endama Yekitiya jinên Afganistan (RAWA) Sima Ghafot ji ajansa mere axivî û destnîşan kir ku jinên di şoreşa Rojava de cihê xwe girt ders da hemû dagirker û desthilatdaran û têkoşîna bê tirs û bi biryar ya jinan silav kir. 

‘Şoreşa jinê a Rojava bû çavkaniya ilhamê’

Sima Ghafor bi silavkirina şoreşa Rojava dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku di dîrokê de weke meşa mezin ya 8’ê Adarê, Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Sima Ghafor serkeftina roja jinên cihanê 8’ê Adarê bi bîr xist û wiha got:

“Piştî têkoşîna 8’ê Adarê jî dîrokê ve jinan pêşengtiya gelek şoreş û meşan kir. Şoreşa jin ya Rojava çavkaniya îlhamê bû. Ji ber wan jinan çek rakir û li dijî DAÎŞ’ê serîhildan û bi serketin. Beriya wê fikrê mêrsalarî ê ku digot li cihanê jin nikarin çekê bigrin û bejdarî şoreşê bibin serwer bû. Jinên Rojava îspat kir û dan nişandan ku jin dikarin bejdarî şoreşê bibin, çekê bigrin û dijminê paşverû binbixin.” 

‘Li bermaberî Taliban ên ku dengê xwe bilind kirîn jin bûn’

Sima Ghafot fikrê DAÎŞ’ya ku di got ger ji aliyê jinekê ve werin kuştin wê biçin cehenemê bi bîr xist û destnîşan kir ku jinên Rojava cehenem bi DAIŞ’ê da jiyan kirin û da zanîn ku şoreş ji bo jinên Îran, Ereb û Afganistanî bûye mînak û wiha dom kir: “Serkeftina şervanên jin ên Rojavaî îlham da jinên Îran, Ereb û Afganî û li her aliyê cîhanê jin fêrbûn li beramberî şert û mercên civaka kaotik û siyasî têkoşînê bikin. Di rojên destpêkê ên rêveberiya Talibanê de yê ku li dijî wan şer kirin û dengê xwe bilind kirin jinên Afgan bûn, jinên Afgan hatin heps kirin, îşkence dîtin û hatin qetilkirin. Lê belê li rûxmê vê jinên Afgan li dijî dijminahiya Taliban ya li dijî jinan li dijî hemû zagonên paşverû dengê xwe bilind kirin. Ev rewşa li Afganistanê, dide nişandan ku ji gelê Kurd û bi taybet ji jinên Rojava ders girtiye.”

‘Rojavayî dema ku li ser lingê xwe bisekine wê serbikeve’

Sima Ghafor wiha got: “Hemû jinên cihanê carek din giringiya têkoşîna bi çek û civakî ya jinên Rojava zanî. Dema ku jin hişyar bûn, wê kes nikaribe têkoşîna jinê bisekînine. Jinên Rojava bi koma herî paşverû re ket nava şer û bi serket. Dema jinan îradeya xwe a bi hêz derxist holê wê teqez serbikeve. Divê Rojavayî tu caran ji daxuyaniyên piştgiriya dewletên emperyalist bandor nebin. Piştgiryên wan sextene, Rojava dikare li ser lingê xwe bisekine û serketina wan wê dom bike. Dema rêya qehremanên weke Avesta Xabur, Sakîne Cansız, Leyla Qasim, Arîn Mîrkan bi şopînin wê tu caran winda nekin. Wê serkeftî bin û qezenc bikin.”