Encamnameya komxebata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk hate eşkere kirin

Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partî di encamnameya komxebata xwe ya li Wanê de diyarkir ku wê gelê Kurd li daxwaza xwe ya bi rêvebirinê xwedî derbikeve, li dijî zîhnyeta talanê û înkarê wê cardin bibe pêşengê ji nûve avakirinê.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partî di navbera 3-4'ê tebaxê de li Wanê civiyabû û komxebat li dar xistibû. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî komxebatê bûbûn. Di van dû rojan de li ser rêveberiyên xwecihî nîqaşên berfireh hatin kirin.

Rêveberiyên Xecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê, encamnameya komxebata xwe eşkere kir.

 Berfirehiya encamnameyê wiha ye:

“Komxebata me ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a ku me di 3-4ê Tebaxa 2024an de li Wanê pêk anî, diyarî Edip Solmaz, Nadir Temel, Terzi Fikri, Saadet Yavuz, Emine Haciyusufoglu û Durre Kaya ye ku wan mîrasa şaredariya civakî di hilbijartina 1979an de ji me re hişt.

Weke pêkhateyên komxebatê em hemû hevrêyên xwe yên ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybetî endamên me yên hilbijartî yên ku dîlgirtî ne silav dikin. Di komxebata 2 rojan de derbarê fikra me, pêkanînên rêveberiya xwecihî ya demokratîk, modela hevserokatiya me û serdema pêşerojê de gelek nîqaş hatin kirin.

Weke Partiya DEMê di Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî yên 31ê Adara 2024an de; li ser bingeha pergala hevşaredariyê me 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 10 bajarok bi giştî 78 şaredarî bi dest xistin. Her wiha partiya me 1424 kursiyên endamên meclisa şaredariyê bi dest xist ku 468 ji wan jin in. Herwiha partiya me wek 6 di şaredariyên bajarên mezin de, 11 di şaredariyên bajaran de, 94 di şaredariyên navçeyan de û 33 di şaredariyên bajarokan de bi giştî di 144 meclisên şaredariyan de cih digire. Ji bilî hilbijartinên şaredarî û endamên meclisa şaredariyan, di hilbijartina endamiya giştî ya bajaran de partiya me ji 52 navçeyên cuda, bi giştî li 12 bajaran cih digire. Partiya me li ser bingeha hevserokatiyê bi giştî 132 kursiyên meclisa giştî ya bajaran û 7 serokên meclisên giştî yên bajaran bi dest xist.

‘Emê siyaseta riya sêyem mezin bikin’

Di encamnameyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku wê siyastea riya sêyem hê berfirehtir bikin û wiha hate gotin: “Gelek giring e ku di Hilbijartinên Xwecihî yên 2024’an de fikra “rêyeke nû mumkin e” ji bo gelên Tirkiyeyê pêş bikeve. Li gel 78 şaredariyên ku Partiya DEMê li Kurdistanê bi dest xistine, bi stratejiya Mutabaqata Bajarî ya li rojavayê Tirkiyeyê hat meşandin, gelek destkeftî bi dest ketine. Nêzîkatiya rêveberiya AKP-MHPê ya li ser talan û rantê li beşeke mezin a Tirkiyeyê nehat qebûlkirin û gelan di hilbijartinên xwecihî de piştgirî neda desthilata AKP-MHPê. Li hemberî vê zihniyeta ku feraseta desthilatdariyê ya yekperest û navendî li ser Tirkiyeyê ferz dike, em destkeftiyên xwe û yên muxalefetê ji bo pêşxistina demokrasiya herêmî giring dibînin. Me careke din dît ku li hemberî vê rêbaza rêveberiyê ya ku demokrasiya wê ne temam e, seqet e û bi rengekî newekhev tê meşandin, çanda demokrasiyê ya ku hemû beşên Tirkiyeyê bigire nava xwe, li herêmê pêkan e. Di van hilbijartinan de careke din derket holê ku nirxa siyaseta me ya Rêya Sêyemîn gelekî giring e. Em ê ji rêveberiyên xwecihî dest pê bikin ku polîtîkaya xwe ya Rêya Sêyemîn berfireh û civakî bikin. Em ê li 75 şaredariyên xwe, polîtîkaya xwe ya Rêya Sêyemîn berfireh û xurt bikin û şaredariya civakî pêk bînin.”

‘Bi welatiyên azad em ê bigihin bajarê azad’

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku li dijî her cure zihniyeta înkarker a li ser ziman, çand û nasnameya gelê Kurd; em ê bajarên ku mirov bikarin bi azadî ziman, çand û nasnameya xwe tê de bijîn ava bikin û wiha dom kir: “Li dijî vê rejîma yek zilamî ya ku dixwaze civak û bajaran dîl bigire em ê xwe bigihînin feraseta 'Bi welatiyên azad re ber bi bajarên azad ve'. Destkeftiyên ku partiya me di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dest xistin, careke din bû hedefa hevkarên desthilatê. Xwestin ku mazbataya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê desteser bikin û ev yek bê gava ewil a vê hewldana xesbker. Piştî vê berxwedana gel, desthilat neçar kir ku paşde gavekê biavêje. Hevkarên desthilatê li ser xesbkirina îradeya gel biryara xwe neguherandin û vê carê şaredariya me ya Colemêrgê kirin hedef û Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş dîl girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev 3 serdem in ku hilbijartiyên ku ji aliyê gelê Colemêrgê ve hatine hilbijartin, ji aliyê desthilatê ve nayên naskirin. Em ê daxwaza xwerêveberiya gelê Kurd a ku bi salan e di bin êrişan de ye biparêzin û xwedî lê derkevin. Em ê ji bo parastin û mezinkirina destkeftiyên xwe têbikoşin. Li dijî vê zihniyeta ku bajarên me talan û wêran dike, em ê bibin pêşengên ji nû ve avakirinê. Em ê bi şaredariyên xwe bajarên ku gelê Kurd ziman, çand û nasnameya xwe bi azadî bijî, ji nû ve ava bikin. Em careke din destnîşan dikin ku heta em siyaseta qeyûman û nûnerên wê ji axa xwe derxin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî vê zihniyeta mêtînger, bi dirûşma 'Xwe jî bajarên xwe jî em ê bi rê ve bibin' li her qadê bin.”

‘Hevserokatî xeta me ya Mor e’

Di encamnameyê de îşaret bi sîstema hevserokatî û nunertiya wekhev kir û ev tişt hate gotin:

“Modela me ya hevserokatiyê ya li ser nunertiya  wekhev ji roja destpêkê heta îro ji aliyê hişmendiya yek zilamî ve hatiye hedefgirtin. Modela hevserokatiyê ya ku me di siyaseta demokratîk de li dijî zîhniyeta yekperest û mêrperestiyê pêş xist, modelek mînak e ku di qada rêveberiyên xwecihî de jî tê meşandin. Me li dijî her cure feraseta ku xwe bi yekperestiyê ava dike û jiyanê li ser yekperestiyê dimeşîne, li ber xwe da û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em her hewla ku li dijî pergala hevserokatiyê ya di qada rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de diqewime, di çarçoveya konsepta şerê taybet de dinirxînin. Em hemû nêzîkatiyên ku bi zanebûn an jî nezanebûn xizmetî van êrişan dikin, di vê çarçoveyê de dinirxînin. Li hemberî van hemû êrişan em ê ji modela hevserokatiyê jî û ji feraseta xwe ya şaredariyên azadîxwazên jinan tu tawîzê nedin. Em ê li dijî vê feraseta serdest û mêrperest a ku di asta rêveberiyê de yekîtiyê ferz dike, modela hevserokatiya xwe berfireh û zagonî bikin. Modela hevserokatiyê û di rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de temsîliyeta wekhev ji bo me jêveneger in. Em bi biryar in ku di hemû qadên jiyanê de jiyana hevjîniya azad biafirînin. Em ê li dijî her meyleke ku modela me ya hevserokatiyê dike hedef, bi biryardariya ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ têbikoşin.”

‘Em ê xwe û civaka xwe rêxistin bikin û bi parêzin’

Di encamnameyê de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û amaje bi wê yekê kir ku bi tecrîdê demoqratîkbûna Tirkiye hatiye rawestandin û wiha hate gotin: “Desthilat dixwaze kiryarên antî-demokratîk li tevahiya Tirkiyeyê belav bike. Desthilat û alîgirên xwe van kiryaran di rêveberiyên xwecihî de zêdetir ferz dikin. Bi tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan re, demokratîkbûna Tirkiyeyê tê rawestandin û gelek krîz li ser civaka Tirkiyeyê tên meşandin. Fikra Komara Demokratîk a Birêz Ocalan di warê avakirina rêveberiyên xwecihî yên bi hêz de jî gelek bi nirx û giring e. Hevparên desthilatdar, bi rêya desthilatdariya navendî, li hemberî şaredariyên ku di hilbijartinan de winda kirin, nêzîkatiya tolhildanê digirin. Bi vê nêzîkatiya tolhildanê dixwazin şaredariyan bêfonksîyon bikin, rayeya wan teng bikin, qadên wan teng bikin û derfetên wan ên aborî asteng bikin. Li aliyekê tê xwestin ku şaredarî nikaribin karê xwe bikin, li aliyê din jî bi pêkanînên şerê taybet di qada rêveberiyên xwecihî de gavên giran tên avêtin. Em ê xwe jî civakê jî birêxistin bikin û bajarên xwe li hemberî hewldanên şerê taybet ên dagirkirina takekesî û qadî biparêzin.”

‘Şaredarî qadên gel ên bi xwe rêvebibin e’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şaredarî ên gelin û wiha hate gotin: “Rêveberiyên xwecihî qadên xwerêvebirina gel in. Di vê çarçoveyê de şaredarî malên gel in. Em ê şaredariyên xwe yên ku malên gel in, bi feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi rê ve bibin. Em ê bajarên ku tê de demokrasiya xwecihî û siyaseta civakî pêşketî ye ava bikin. Bi vê hişmendî û îradeya xwe em ê 'bi Civaka Rêxistinkirî ber bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve' pêk bînin."