Encamên guherîna avhewayê krîza însanî ya li Yemenê girantir dike

Şîrovekarên siyasî û pisporên mafên mirovan hişyarî dan ser xirabtirbûna qeyranên mirovî li Yemenê, ji encama diyardeyên avhewayê û guherîna, hevdem ligel ziyanên mezin ên ‘bahozê’ ku li vî welatî xistiye.

Navenda Nûçeyan – Yemen rastî bandorên cidî yên guherîna avhewayê tê, ji ber ku yek ji welatên herî bandordar û herî kêm amade ye ji bo rûbirûbûna van bandoran, nemaze piştî bahoza tej ku êş û azarên gel zêde kir.

Şîrovekarên siyasî û pisporên mafên mirovan di 30’yê Cotmehê de, hişyarî dan li ser metirsiya gurbûna diyardeyên giran ên avhewayê û guhestinên li ser rewşa mirovî û jiyanê li Yemenê, bi taybetî piştî bahoza tej ku heftiya borî li vî welatî xistibû, di encamê de mirin û birîndar hene. Zêdetirî 13 hezarî koçber bûne.

‘Bahoz ziyanê dide binesaziyê’

Serokê Navenda Lêkolînên Yemenê got: “Bahoza tej ku hefteya borî li Yemenê xistibû, ziyanê binesaziyê ku êş û azara bi hezaran awareyan li parêzgeha Meribê ya ku zêdetirî 2 milyon awareyan lê dihewîne dijwartir kir. Her wiha ziyan gihîşt gelek deverên çandiniyê û berhemên demsalî xera bûn.

Serokê Navenda Lêkolînên Yemenê teqezî li ser pêwîstiya başkirina jêrxaneyê kir, bi taybetî li deverên çiyayî yên ku di dema baran û lehiyê de hejmareke mezin ji qurbaniyan tên û got ku parêzgeha El-Mehra û parêzgehên başûr û rojava yên welat her dem rastî gelek bahozan tên ji encama wê guherîna avhewayê.

‘Zêdetirî 4,5 milyon mirovên ji cih û warên xwe bûn’

Serokê Navenda Lêkolînên Yemenê bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê ku li Yemenê pêk tên, niha jî qeyrana mirovî ya li ser gel girantir kiriye, bi taybetî ku şer li welat didome, bêhêziya hukûmeta ku ji kêmasiya şiyanan dikşîne, ji bo rûbirûbûna van şert û mercên giran ku ji ber vê yekê hewcedariya destwerdan û piştgiriya navneteweyî di heyama li pêş de heye.

Rêveberê Ofîsa Mafên Mirovan li paytexta Sanayê diyar kir ku zêdetirî 4,5 milyon mirovên ji cih û warên xwe bûne rastî êş û azarên giran tên, nemaze di şert û mercên avhewayê yên ku Yemenê tê de ye, bi taybetî bi hatina zivistanê re pêwîstiya wan bi stargeh û amûran heye ji bo parastina li hemberî sermayê. Li wir ji ber guherîna avhewayê xelk koçber bûne, ji ber ku piraniya wan di konan de dijîn bi awayekî bingehîn ji bo niştecihbûnê ne.