Maşîneya karkerên çandiniyê qulipî

Karkerên çandiniyê yên ji bo xebatê ji Şirnexê ber bi Dûzceyê ve bi rê ketin qeza kirin. Di qezayê de 24 karkerên çandiniyê birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Karkerên çandiniyê yên ku ji Şirnexê çûn Dûzceyê qeza kirin. Di encama qulipîna maşînê karkerên çandiniyê de 4 jê giran 24 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine girtin, maşîneya  ku ajokariya wê Huseyîn Ç. dikir dema ku karkerên çandiniyê ji Şirnexê dibir Dûzceyê di xaçerêya Yazihuyuk a bajarê Nîgdeyê de ji kontrolê derket û qulipî kêleka rê. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 jê bi giranî bi giştî 24 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 11 jê rakirin nexweşxaneyên li Nîgdeyê, 13 kes jî rakirin nexweşxaneyên li Nevşehîrê.