‘Dewleta Tirk li Efrînê sûcên dijmirovî dike’

Hevseroka Saziya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên dijmirovî dike û got: "Gel bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên zextê vala derdixe."

RAPERÎN BEKIR

Şehba– Hevseroka Saziya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê yên di 20 Çileya 2018’an de dest pê kirin ji ajansa me re nirxand. Zelox Bekir da diyar kirin ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hezaran mirov ji Efrînê ji cihê xwe bûne û neçar mane di kampan de bijîn. Zelox Bekir destnîşan kir ku li Kantona Şehbayê ya ku di bin dorpêça hikumeta Şamê de ye ji bo koçberên Efrînê ava paqij tune ye mirov û bi şewbê re rû bi rû ne.

‘Dewleta Tirk li Efrînê sûcên dijmirovî dike’

Zelox Bekir diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi vekişîna Rûsyayê pêk hatine û ev nirxandin kir:

“Bi van senaryoyan em dibînin ku berjewendiyên dewletên kapîtalîst çiqas li hev tên. Bi polîtîkayên şer ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin, armanc dikin ku sîstema Neteweya Demokratîk, yekitî û hebûna gelan bi dawî bikin. Dewleta Tirk a ku bi salan e Efrîn dagir kiriye, bi taybetî guhertina demografîk her cure sûcên dijmirovî li dijî gelan dike. Di vê nuqteyê de armanca rejîmên kapîtalîst, çi herêmî çi navneteweyî, kontrolkirina herêma Rojhilata Navîn e.”

‘Gelê Efrînê ruxmê hemû zehmetiyan li ber xwe dide’

Zelox Bekir di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ku berxwedana gel a li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wî û wiha pê de çû: “Gelê Efrînê bi teslîmnebûna komployên bi hevkariya Rûsya û dewleta Tirk pêk tên berxwedaneke dîrokî nîşan da. Ruxmê dorpêça giran jî di kampan de li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe didin û polîtîkayan vala derdixin. Me polîtîkayên rejîmên kapîtalîst ên antîdemokratîk bi berxwedan û têkoşînê tevî bêdengiya navneteweyî vala derxist."

'Gel li dijî êrîşan têkoşîna xwe didomîne'

Zelox Bekir bal kişand ku dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşan didomîne û wiha gotinên xwe bi dawî kir:

“Di şoreşa bi navê Bihara Gelan de li gelek welatan gel gel daketin qadan û daxwaza jiyana demokratîk û azad kirin. Lê ji ber komployên welatên derve hêviyên gel şikestin. Armancên dewleta Tirk ne tenê bi herêmên me sînordar man, di heman demê de bi armanca zindîkirina Împaratoriya Osmanî ya ku rabirdûya wê tijî sûc û binpêkirin in, li herêmên din jî berfireh bike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedan û têkoşînê li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin.”