Bîlançoya êrişên li ser Xezayê giran dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7ê Cotmehê û vir ve li Zîvala Gazzeyê ji ber bomberdûmanên Îsraîlê 10 hezar û 812 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê yê li ser Zîvala Xezayê didome. Her saetek ku derbas dibe bîlançoya êrişên li Xezayê girantir dibe. 

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê daxuyand ku ji ber êrişên ku di 7’ê cotmehê de dest pê kiriye heta niha 4 hezar û 412 jê zarok û 2 hezar û 918 jê jin bi giştî 10 hezar û 812 kes ji ber bomberdûmanên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane.