Aktîvîsta ku nexwest serê xwe bigire mafê parastina wê hat astengkirin

Çalakvana mafên jinan Sepîde Qalian ji ber ku serî negirt, danişîn û mafê wê yê parastinê hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana mafên jinan Sepide Qalian ku di girtîgeha Êvîn a Îranê de girtî ye, ji ber ku serê xwe negirtibû rûniştina dozê derbarê wê de hatiye vekirin hat astengkirin.

Dadgehê got: "Tevî gelek pêşniyaran, bersûc Sepide Qalian qebûl nekir ku hîcab û adetên Îslamî bi cih bîne. Ji ber vê yekê ji bo parastina xwe ji dadgehê re nehat şandin."

 Sepide Qalian di Gulana derbasbûyî de bi tohmeta “Belavkirina zanyariyên nerast li ser medyaya dîjîtal û propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê di medyaya dîjîtal de” bi 2 sal girtîgehê hat mehkûmkirin.