Îlham Omer: Ez bi berjewendiyên netewî nêzî şoreşê bûm

Rêvebera Malên Jin yên li Herêma Cizîrê Îlham Omer a bi zextên rejîma Baas re rû bi rû ma, şoreşa 19'ê Tîrmehê nirxand û wiha got: "Ez ne bi kesayetî, bi berjewendiyên netewî nêzîkatiyên xwe yên li hember şoreşê raber kir."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo-Pêşenga me ya Şoreşa Jinê vê carê Rêvebera Malên Jin û Endama Meclisa Edaleta Jin yên Herêma Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Omer a dayikek 56 salî ye.

Yek ji damezrînerên 22 malên jin yên li herêma Cizîrê û li herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Til Koçer, Til Hemîs heta Hol, Şedadê, Erîşa û Mergeda ku piraniya wê gelê Ereb lê dijîn Îlham Omer, wek dayikek Kurd a di xebatên xwe de bibandor e di Hezîrana 2021'an ji aliyê hevjîna

‘Ji şoreşê re pêşengtî kir’

Îlham Omer a yek ji dayikên ku di salên 1980'î de ji bo danîna kevirê bingehîn ê avakirina zemînê şoreşê pêşengtî kir, bi van gotinan qala salên destpêkê ku hîn di bîra wê de ne kir: "Beriya 1984'an em fikrê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikin û di vê salê de dest bi xebatên cebhewî dikin. Di bin sîwana vê partiyê de dîtina me ji parastina mafê jin re em ber bi xwe ve kişandin û hişt ku em jî ji bo xwe û giştî jinan bi dil û can xebat bikin. Armanca me xwebûna jin, zanakirin û ketina kûrahiya dîroka xwe, her wiha avakirina malbateke demokratîk û wekheviya zayendî bû."

'Ger min tevgera azadiya jinê zûtir naskiriba, dê zewacek klasîk nebibûna para min’

Îlham Omer da zanîn ku di naskirina hin tiştan de dereng maye û wiha got: “Naskirina tevgera azadiyê destpêka salên zewaca min bû, lê ger min zûtir naskiriba dê xeta jiyana min ne zewaceke klasîk bûya. Bê guman cebhewîtî jî ne karekî hêsan û ji rêzê ye, bi vê xebatê me jin bi wekhevî, edalet û azadiya her du zayendan û taybet azadiya xwe, da nasîn. Urf û adetên civakî û eşîrtiyê yên ku hêza jin diperçiqandin, fikrê tevgera azadiyê wê ji nû ve wekî dara hişk av da û şîn bû. Rakirina jinan ji xewa hezaran sal, helbet ne hesan e. Tê bîra min heta ku fikra me qebûl dikirin, me deh caran serdana malekî dikir.”

‘Ez ne bi kesayetî, bi berjewendiyên neteweyî nêzî şoreşa xwe bûn'

Îlham Omer balkişand têkoşîna di salên cebhewîtiyê de encam girt û wiha axivî: "Ger em şoreşa xwe bi şoreşên cîhanê re qiyas bikin, dê ferqeke mezin çêbibe. Encamê wan şoreşan hilweşîn bû, ji ber bingeha wê sist bû. Li beramberî vê wextê şoreşa jinê ku berê bingeh jêre hatibû amadekirin dest pê kir û têkoşîna ewqas sal bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re encam girt. Ji qadên qanûnî bigre heta aboriya jin û civakê û gelek şaxên din, jinan bi serhildan û rêxistinbûyîna xwe reng da van qadan û ji ber ku jinan pêşengtî kir xwedî bingehekî saxlem û qewîn bû. Nêzîkatiyên me beramberî şoreşê ne kesayetî bi berjenwendiyên neteweyî bûn."

‘Çarenîsa doza jina azad bi tekoşîna me ve girêdayî ye’

 Îlham Omer bi van gotinan berpirsiyariya xwe li hember doza Kurd û jinan anî ziman: "Hesaniya vê têkoşînê tune ye, ji gava em ketine vê rêyê de em hertim bi zextên pergala desthilatdar re rû bi rû ne. Ez ber bi 57 saliya xwe me, lê xwe ciwaneke 20 salî dibînim û enerjiya min têrê dike ku hîn xebat bikim. Ji ber em deyndarê jinan in, çarenûsa wan girêdayî têkoşîna me ye, ka em çiqasî bikaribim xwedî li van jinan derkevin. Em Kurd li her çar aliyên Kurdistanê, her bi komkujî û êrîşên qirkirinê re rû bi rû hatine. Her jin dibin qurbaniya gelek dozan ku di rêya wan de dixwestin civakê bihelînin, ji lewra xwedîderketina li van jinan pir girîng e."

'Îşkenceya 5 rojan ji min re wek 15 sal hat’

Îlham Omer a ku bi zextên rejîma Baas re rû bi rû hatiye, behsa 15 roj ên ku wekî 15 salan derbas bû kir: “ Rejîmê du caran girtin ser mala me û ez hatim girtin, cara ewil 8 rojan û cara din jî 15 rojan girtî mam. Lê ev 15 rojên ku qaşo pêvajoya lêpirsîn bû, ji ber îşkenceyên ku min kirin, ev 15 roj veguherî 15 salan. Movikên pişta min û lingekî min hat şikandin, ji guhê xwe yê çepê re ker bûm. 13 roj di girtîgeheke yek kesî de odeyekê metreyek bûm, ji ber rewşa min giran bû her du rojên dawî min birin nav girtiyên din. Ligel îşkenceya fîzîkî, îşkenceya derûnî li pêşiya hevjînê min li min kirin. Dema ku gotinek şaş ji min re kirin, min tif rûyê wan kir, ji ber şemaqek ku li min xistin guhê min ê çepê ker bû û xwînê di pozê min re avêt. Piştî 15 rojan jî ez bi çarpîka li erdê diçûm û heya çend mehekî ez nedikarîm li ser lingên xwe bimeşim."

'Volkana 2004'an, di 19'ê Tîrmeha 2012’an de teqiya'

Îlham Omer hestên beriya 11 salan di kêliya vêxistina çirûska 19'ê Tîrmehê re bibîrxist û wiha axivî: "Ji keyfê re, em giriyan û me got; têkoşîna ewqas sal vala neçû, îro encam dide. Ji salên 1980'î ve me kevirên şoreşê da ser hev, bingehê şoreşê  saxlem hatibû avakirin. Me dizanîbû dê rojek wiha were, volkana di 2004'an de li Qamişlo yê ku serhildanek jê çêbû, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de teqiya. Di wextekî de ku rejîm hîn li ser xwe bû, me jî wek Herêma Cizîrê bi Kobanê re serî hilda, êdî tirsa rejîmê di dilê me de nebû. Ruxmî ku gelek caran rejîmê dora me dorpêç dikir, lê bi têkoşîna xwe me dorpêça wan dişkand."

‘Jinan bi daran li dor xeleka leşkeran, xelekek din çêkirin’

Îlham Omer  wiha behsa avakirina Mala Jin a ku di dema rejîma Baas de dike:” Di dema em bi pirsgirêk û dozên jinan re mijûl dibûn, leşkerên rejîmê li dora navenda me bi çekên destên xwe de xelekek çêkirin û xwestin me dorpêç bikin û bigrin. Me jî agahî ji çend dayikan re şand û dayikên me wekî lehiyê hatin. Li dora xeleka rêjîmê dayikan bi darên ku bi xwere anîbûn xelekek li dora wan çêkirin. Wiha rejîmê yek bi yek paş stuyê xwe xurandin û dan pey hev û vekişiyan. Ji çekan zêdetir, em alîgirê aşîtiyê ne. Em jinên Sûriyê jî wekî xwişkên xwe dibînin û parçebûyîna axa wê jî em napejirînin. Em Sûriyeke ku mafê me jî wekî netew biparêze, dixwazin."

'Em hewil didin layiqî keda Rêber Apo derkevin’

 Îlham Omer tekezî li ser zanebûna Kurdan kir û wiha got: "Dîroka Kurdan bi serhildan û şoreşan tijî ye, lê belê têkçûyîna wan şoreşan ji îxaneta di hundir de encam digre. Ne ji ber Kurd nezanin, ji ber hestiyar in û dijmin hestiyariya wan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar tînin. Kurdistan bi her çar aliyên xwe ve dibe hembêzgeha tevgera azadiyê. Me berdal dan û em ê berdelên pir giranbuha jî bidin vê şoreşê. Ji ber jinan xwe di nava dilê dijmin de teqandin, lîlandin û tirs şikandin û bi rihê Apoyî meşiyan, em bêjin nebêjin jî şoreşa me dê biserbikeve. Em îro deyndarê Rêber Apo ne, me hîn tiştek jêre nekiriye, em hemû hewl bidin layiqî keda wî derkevin."