Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdevam dikin

Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê 2 mehan li pey xwe hişt. Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de 5 biryarên ji bo Filistînê hatin qebûlkirin. Li aliyekî din hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên artêşa Îsrîlê li ser noqteyên cuda yên Zîvala Xezayê berdevam dikin. Ji şevê heya van keliyan di êrîşên ku pêk hat de gelek Filistînê jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê der barê rewşa dawî daxuyaniya da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên balafêrên şer ên Îsraîlê li ser taxa Eş-Şûcaiyye ya dikeve rojhilatê Xezayê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Êrîşên hewayî û bejayî di serî de Xan Yûnis, Refahê û li aliyê rojhilatê bajêr li gelek heremên Zivala Xezayê berdevam dike. Di destpêka şer de ji Filistîniyan re hatibû gotin ku biçin aliyê Xan Yûnisê.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê kanala El-Eqsayê hat dayîn de hat gotin ku Hîndekarê Zanîngeha Îslamî ya Xezayê Rafet el-Erîr di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Li gorî hikumeta Xezayê ji 7’Cotmehê ve heya niha Filistîniyên ku li Zîvala Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin 7 hezar û 112 zarok, 4 hezar û 885 jin bi giştî gihîşt 17 hezar û 177 kesan. Li rojavayê Şerîa û Qudusa ku di bin dagirkeriyê de ye ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên ku ji aliyê şêniyên Yahûdî ve hatiyê kirin 265  Fillistîni jiyana xwe ji dest dane. Bi deh hezaran Filistinî ji bo pevçûnên ku li rojhilatê Zivala Xezayê rû didin birevin ber bi deriyê sînorê Refahê yê dikeve başûrê Xezayê ve diçin.

Dîmenên ku li medyaya dîjîtal hat xuyakirin

Ji aliyê din ve dîmenên mêrên Filistînî yên ku heya kincê wan ê binî hatine tazîkirin, li ser erdê rûniştine yan jî sere xwe tewandine, di medyaya dîjîtal de tên parvekirin. Li ber serê wan kesan de leşkerên Îsraîlê disekine. Di dîmenên cuda jî tê dîtin ku gelek kes kamyonan tê siwarkirin. Çapemeniya Îsraîlê îdia dike ku ev kesane endamên Hamasê yên ku teslîm bûne ne. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de rojnameger Diaa Al-Kahlout jî heye.

Rojeva Filistînê di Meclisa Neteweyên Yekbûyî de ye

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Filistînê da hat destnîşankirin ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da 5 biryarên der barê meseleya Filistînê de bi piraniya dengan hatin qebûlkirin. Biryara destpêkê ya alîkariya penaberên Filistînî ji 168 welatan piştgirî wergirt. Tenê Îsraîl li dijî biryarê derket. DYE, Uruguay û Paraguay jî di nav de 10 welat ji biryarê dûr ketin.

Di dema ku 165 welatan piştgirî dan biryara der barê xebatên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), 4 welatan (DYA, Kanada, Îsraîl û Mîkronezya) li dijî biryarê derket û 6 welatan (Kamerûn, Guatemala, Kiribati Palau, Papua Gîneya Nû û Vanuatu) bêalî man.

Di dema ku biryara der barê niştecihên Îsraîlê yên li herêmên Filistînê yên dagirkirî de 149 welatan piştgirî da, 6 welatan (DYA, Kanada, Îsraîl, Macaristan, Mîkronezya û Nauru) li dijî biryarê derketin û 19 welatan jî ji dengdanê bêalî man.

Di dema ku 163 welat piştgirî dan biryara der barê milkên penaberên Filistînî 5 welatan (DYA, Kanada, Îsraîl, Mîkronezya û Nauru) li dijî biryarê derketin û 9 welat jî bêalî man.

86 welat piştgirî dan biryara der barê xebatên Komîteya Taybet a ku ji bo lêkolînkirina kiryarên Îsraîlê yên ku bandorê li mafên mirovan ên gelê Filistînê û Erebên din ên li herêmên dagirkirî dike, piştgirî kirin. 12 welatên ku di nav de DYE, Îngilistan, Îsraîl, Kanada, Komara Çek, Macaristan, Awûsturya û Awustralyayê jî di nav de ne, li dijî dengdanê derketin, 75 welatan jî ji dengdanê bêalî man.

Bang li welatan hat kirin

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Filistînê da hat destnîşankirin ku qebûlkirina biryaran hat silavkirin. Di daxuyaniyê de bang li welatên ku beşdarî dengdanê nebûn hat kirin ku helwestên xwe rast bikin û li aliyê rast ku riya heqîqet, edalet û hevgirtina bi gelê Filistînê re ye bisekinin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat xwestin ku dawî li êşên gelê Filistînê bê anîn ku ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê û temînkirina agirbestê divê bi lezgînî çalakî bên kirin.