‘Êrîş nîşan didin ku ewlehiya hilbijartinê tune ye'

Di 14’ê Gulanê de hilbijartin e lê di warê 'ewlehiya hilbijartinê' de fikarên cidî hene. Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan dike ku bi taybetî li herêma erdhejê ev fikar şênber bûne û bal dikşîne ku ewlehî tune ye.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Tirkiye ji bo hilbijartinên giştî yên serokomarî û parlamentoyê di 14’ê Gulanê de dê biçe ser sindoqan. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinan de li welat bi tevahî di 190 hezar û 736 sindoqan de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dê bikaribin dengê xwe bidin. Di 4 hezar û 969 sindoqên ku dê li derveyî welat bên danîn de jî 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêrên ku dikarin deng bidin hene.

Pêwîst e hilbijêr di hilbijartina ku roja Yekşemê 14’ê Gulana 2023’an de bê lidarxistin, di pêvajoya dengdanê de bala xwe bidin hin xalan. Hilbijêrên hundirê welat ên li Tirkiyeyê dikarin bi riya E-Dewlet, malpera înternetê ya YSK'ê, sepana mobîl an jî navendên bangê ya 444 9 975’an hîn bibin ku dengê xwe li ku derê bi kar bînin. Her wiha dê ji navnîşanên hilbijêran re jî kaxizên agahiyên hilbijêran bên şandin. Di kiryara  dengdayînê de pêwîst e hilbijêr wêne û nasnameya xwe ya fermî ya ku hejmara nasnameya Komara Tirkiyeyê li ser e, li gel xwe bibin. Hilbijêrên ku dê bi zerf û pusulaya dengdanê re mora "Erê" yan jî "Tercîhê" bigrin û bikevin kabîneya dengdayînê ya girtî, li vir  dê mohra xwe li cihê ku ji bo partî yan jî namzedê ku dixwazin dengê xwe bidin, bixin. Piştî mohrdayînê, pusulaya dengdayîne bixin nava zerfa girtî û bavêjin sindoqê. Piştî vê pêkanînê divê hilbijêr der barê deng dayîna xwe de îmze bavêjin.

Pêvajoya hejmartinê dê çawa be?

Dê di ji bo dengdayînê, hejmartin û derbaskirina girtînameyan 5 ji nûnerên partiyên siyasî lijneyek erkdarên sindoqan a 7 kesan hebe. Di roja hilbijartinê de piştî saet 17.00’an dema dengdayînê bi dawî bû dê sindoq ji aliyê serokê lijneya sindoqan ve bên vekirin û hejmartina dengan dest pê bike. Encam dê ji aliyê lijneya sindoqan ve di girtînameyê de bê tomarkirin. Girtînameyên wek navçe û parêzgeh dibin yek, bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî dê bên rastkirin, nîmûne ji her yekê dê ji nûnerên partiyan re bê dayîn û bi awayekî ku welatî bibînin bên daliqandin. Agahiyên li vir dê rasterast ji YSK'ê re bên şandin. Piştî ku encamên hilbijartinê teqez bûn dê encamên sindoqan û girtînameyên îmzeyên şil li ser malpera înternetê ya YSK'ê werin weşandin.

Dê di kîjan rewşê de deng ne derbasdar bên hesibandin?

Di rewşa ku mohra "Erê" yan "Tercîh" nehatiye bikaranîn, ji yekê zêdetir tifaqan re, mohrkirina partî yan jî namzeda ku ne di heman tifaqê de cih digre re dê deng ne derbasdar werin hesibandin. Di rewşa ku her pusûleya dengê bê qetandin an jî zirar bibîne, li ser pusûleyê derveyî mohrê îşaretek din hebe, kaşe yan jî şopa tilî hebe dê deng ne derbasdar bê hesibandin.

Gelo hilbijartinek bê kêmasî pekan e?

Tevî ku ji aliyê YSK’ê ve bi zelalî hat diyarkirin ku deng çawa bên dayîn û deng dê di kîjan rewşan de bên betalkirin jî ewlehiya hilbijartinê tenê bi vê rewşê re sînordar nîn e. Bi taybetî hilbijartinên ku di bin siya karesata erdhejê de bên pêkanîn divê ji her cure kêmasiyan dûr bê pêkanîn. Ji ber ku nûçeyên li zeviyên vala û hinek avahiyên herêma erdhejê qeydên komî hatine kirin, tên weşandin. Dema fikarên di vê mijarê de diyar in, rêxistinên sivîl, parêzer û partiyên siyasî bi biryar in ku bi rêxistin û xebatên xwe xwedî li sindoqan derbikevin. Em bi Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol re der barê ewlekariya hilbijartinê û sindoqan de çi bikin û pêşbîniyên wê yên der barê hilbijartinê de axivîn.

'Der barê ewlehiya hilbijartinê de fikarên me yên cidî hene'

Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ku li Tirkiyeyê di 6'ê Sibatê de karesata erdhejê pêk hatiye û diyar kir ku di pêvajoyeke ku ewlehiya hilbijartinê dihat nîqaşkirin de, pêkhatina erdhejê rewşê hîn girantir kiriye. Sevda Çelîk Ozbîngol bi van gotinan behsa rewşa heyî kir: "Em bi rastiyeke ku bi taybetî li gelek parêzgehên herêma karesatê bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û dervayî vê rewşa jiyanî ya nêzî 15 milyon welatiyan rasterast guherî, mal û kargehên wan hilweşiyan û ne pêkan e ku li bajarên xwe jiyana xwe bidomînin re rû bi rû” ne, anî ziman ku welatî hê jî li bajarên din, di stargehên demkî de ji bo li jiyanê bimînin têdikoşin. Sevda Çelîk Ozbîngol difikire ku di rewşeke wiha de şert û mercên pêkanîna hilbijartineke bi tendurist tune ye, der barê îhtîmala binpêkirina ewlehiya hilbijartinê de jî xwedî fikarên ku dê ew mafdar derdikevin e. Sevda Çelîk Ozbîngol dema van fikaran anî ziman, bal kişand ser tiştên ku dibe bê jiyîn jî:

“Mînak agahiyên ku me li Meletiyê jî ji çapemeniyê re ragihandin, agahiya nîqaşên hilbijêran ku di astekî bi taybetî ewlehiya hilbijartinê tehdît bike de hat jiyîn ji raya giştî re hat ragihandin. Em fikarên ku wek li gelek navnîşanên tune, li navnîşanên vala zêdetirî sed dengdêr û tenê li navnîşanek 800 qeydên dengdêr hene, fikar û metirsiyên me yên têkildarî ewlekariya hilbijartinan zêde bike, dijîn.”

Ji aliyê din ve, bikaranîna deng ê mexdûrên erdhejê yên niştecihên bajarên cuda bûne lê cihê dijîn bikaranîn jî fikarên cuda ava dike. Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî vê yekê jî wiha got: “Mijareke din jî ew e ku welatiyên me yên niştecihên bajarekî din bûne, li cihên ku dijîn bikaranîna dengan jî dibe ku pirsgirêk derkeve. Ji ber ku bi gelek xebatên ku di çarçoveya gelek dilxwazên civaka sivîl û dilxwaziya hilbijartinê tên meşandin de, di warî hevgirtina dengdêran de jî rojev hene. Ev jî bi mezinbûna pirsgirêkê ve jî girêdayî ye. Li gelek parêzgehan ne tenê erdhej, mexdûriyetên bi lehî û baranan re pêşketin jî hatin jiyîn.”

Rewşa hêzên dewletê

Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser guhertinên dawî yên der barê dengdana hezên dewletê ya li gel pêkanînên di hilbijartinên borî de û wiha got: “YSK’ê der barê nekaranîna boyaxkirina tiliyan de biryarek girt.  Nîqaş û nişanên pirsê yên cidî ya, ka gelo ew hezêm dewletê ku li herêmê erdhejê erdkarin dê bibe sedema binpêkirinek ewlekariya hilbijartinê ya kesên ku dê bi kaxezên erkê xwe deng bidin, bikeve metirsiyê an ne heye. Di heyama dawîn de çend rêziknameyên li ser qanûnên hilbijartinê hatin kirin, fikarên me yên li ser vê aste zêde dikin. Ne tenê li herêma erdhejê. Em ê li herêmên din jî pirsgirêkên heman awayî bijîn.” Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku di mijara komîteyên sindoqên gerok ên di hilbijartinê de ji bo hilbijêrên astengdar hatine avakirin û îradeya hilbijêrên ku dê di vê çarçoveyê de dengê xwe bidin, bi awayekî rast derbasê sindoqan bibe an nebe de bi fikar in.

'Em bê kêmasî xebatên xwe dimeşînin'

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol got: "Xebatên me yên der barê li ser cihgirtina muşahitan a li hemû sindoqan, ekîbên me yên gerok ên ku dikarin sindoqan bişopînin, komîsyonên me yên hiqûqê yên ku mafê wan yê îtîraz kirine heye û cihkirina berpirsyarên me de dirêj berdewam dike” xebatên xwe yên di vê mijarê de jî parve kir:

“Em wek partî cih û peywirên xwe yên pêwîst dikin. Divê gelê me jî di vê pêvajoyê de hesasiyetek cidî nîşan bide û hesasiyeta der barê ewlehiya hilbijartinê de, bi taybetî nîşankirina rast a îradeya dengdêran a li ser sindoqan û bi kêmasî derbasbûna dengên ji sindoqan re tên avêtin ji girtînameyên ji sindoqan tên derxistin de, bi hevgirtin û yekitiya kolektîf bê meşandin. Em bê îstîsna xebatên xwe yên bê kêmasî yên der barê her sindoqê de bimeşînin. Her wiha em di vê mijarê de bi partiyên din ên beşdarî hilbijartinê dibin re jî di nava nîqaşan de ne. Em bi gelek saziyên sivîl ên ku bi ewlehiya hilbijartinê re eleqedar in re jî xebat dimeşînin.”

'Divê mudaxilê pêvajoyê bibin'

Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku der barê pêvajoyê de xebatên perwerdeyê dest pê kirine û wiha got:

“Der barê sindoq û ewlehiya hilbijartinê de xebatên me yên perwerdeyê dest pê kirin. Em dixwazin hemû kesên li ser sindoqan bibin xwedî agahî jî. Ji ber ku wê rojê naskirina mafên me ji bo me pir girîng e. Em difikirin ku mafê dengdêran heye û divê tevli pêvajoyê bibin, hem beşdarî hilbijartineke krîtîk bibin, hem jî bibin partî û di çarçoveya mafê dengdanê de bibin xwedî îradeya xwe ya azad. Dikarin tevli bernameyên perwerdeyê bibin an jî dikarin bi hejmarên pêwendiyê yên ku me ji saziyên xwe yên parêzgeh û navçeyan belav kirine serî li me bidin û bibin çavdêr. Em difikirin ku ev hem di warê me de hem jî  ji bo îradeya hilbijêran a ku dê rast derbasî sindoqan bibe de pir girîng e. Helbet mafê hemû welatiyan heye xwedî li sindoqên dengdanê derbikevin û heta ragihandina encamê li wir bisekinin. Lê belê ji bo bidestxistina belgeya encamên hilbijartinê yên bi îmzeya şil, pêwîst e ku bibin muşahid. Di vê mijarê de jî ger bixwazin tevlî pêvajoyê bibin, ji her partiyên siyasî yên ku diçin hilbijartinê serlêdanê bikin û dikarin bibin muşahid.”

Ger rewşek binpêkirinê bê jiyîn dikare çi bê kirin?

Sevda Çelîk Ozbîngol a ku di mijara muşahîdbûyin de bang li welatiyan kir û xwest hestiyar bin, ji pirsa ‘Di roja hilbijartinê de ger binpêkirinek bê jiyîn dikare çi bê kirin re bi van gotinan bersiv da:

 “Kesên ku mafê îtîrazê hene, mafê îtîrazê, girtina girtîname, gilî û îtîrazê ji serokên komîteya sindoqan re bikin heye. Lê belê berî her tiştî li her dibistaneke me hem çavdêrên me yên dibistanê, hem jî ekîbên me yên gerok û hem jî hevalên me yên parêzer û li gel hevalên me yên ku ji navçeyan berpirsyar in û xwedî rayeya îtîrazê ne hebin. Divê pirsgirêkên ku hatine tesbîtkirin di girtînameyê de bên nivîsandin û mutlaqa bibin mijara gilî û îtîrazê da ku em piştre bibin şopdarê vê pêvajoyê. Di vê mijarê de  destpêke der barê mevzûata hilbijartinê de bi zanîst bin, ji perwerdeyek ewlehiya hilbijartinên derbas bibe, pirsgirêkên ku di roja hilbijartinê de rû didin girtîname bigre û di mijara gilî û îtîrazê kirin de jî dema tespît hat kirin pêwîst e di nava rojê de bi rayedarên dibistanê, qeymeqam û hevalên me yên parêzer re têkilî dayne.”

'Binçavkirina kesan êrîşeke siyasî ye'

Sevda Çelîk Ozbîngol a têkildarî di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê pêkhat de der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn de jî nirxandinan kir, diyar kir ku "Ewlehiya hilbijartinê bi êrîşa siyasî dikeve xeteriyê" û destnîşan kir ku em bi operasyoneke ku komeke muxalîf bi awayekî vekirî tên hedef girtin re  rû bi rû ne. Sevda Çelîk Ozbîngol wiha axivî: “Ev ne operasyona yekem e ku em dijîn, helbet di heyama dawîn de me rastî operasyon û pêvajoyên darazê hatin û me rastî mexdûriyetên giran û bêhiqûqiyên giran ku aliyê siyasî ji aliyê hiqûqî serwer e hatin. Em dikarin ji tecrûbeyên xwe bibêjin ku ev operasyon siyasî ye. Rexneyên me yên li ser vê mijarê û têkoşîna me ya li ser esasê hiqûqê dê bidome. Em difikirin ku ev operasyona beriya hilbijartinê hat kirin êrîşeke siyasî ye. Em dibînin ku ev operasyona li dijî hevalên me yên li qadan dixebitin û di nava xebatên hilbijartinê de cih digirin, dê bi armanca ku ewlehiya hilbijartinê bixe xetereyê xizmet bike. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Xebatên me yên li qadê berdewam dikin."

'Hesasiyeta xwe bi çavderiyê nîşan bidin’

Sevda Çelîk Ozbîngol herî dawî li gel van hemû êrîşan bi van gotinan bang li welatiyan kir:

“Hemû tedbîrên me yên der barê ewlehiya hilbijartinê de bi heman awayî didomîn. Em difikirin ku li gel vê êrîşa dijhiqûqî, hembêzkirina ku gelê me nîşan bide zêdetir bibe. Bi taybetî dema em di vê xalê de pêvajoya der barê hevalên xwe yên girtî de dişopînin, têkildarî astengiyên ku di pêvajoya hilbijartinê de çêdibin de jî xebatên xwe yên li qadan bênavber didomînin. Ez dixwazim bi riya vê ragihînim ku gelê me di vê pêvajoyê de hesasiyeta xwe bi çavderî û tevlibûna di nava ewlehiya hilbijartinê de nîşan bide û li hemberî vê bêhiqûqiyê li gel me be piştgiriyê bide me.”