‘Çiqasî êrîş bikin jî nikarin hêza rojnemegeriya Kurd têk bibin'

Rojnamevan Raperîn Elî û Cîhan Bîlgîn girtin û binçavkirina rojnamevanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di operasyonên qirkirinê de pêk hatibûn nirxandin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Di vê pêvajoya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên pêşwazîkirina hilbijartinên 14'ê Gulanê tê kirin, dewleta tirk dest bi operasyonên qirkirinê kiriye û di encama wê de bi dehan azadîxwaz, dilsozên doza Kurd û rojnamevan binçav kirine. Rojnamevan û nûçegihana Ajansa JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer li gel 3 rojnamevanên din jî niha girtî ne. Der barê vê mijarê de rojnamevan Raperîn Elî û Cîhan Bîlgîn axivîn.

'Bi zextên li dijî rojnamevanan çewandina mafê mirovan û azadîxwazan tê der'

Raperîn Elî got ku bi salan e li dijî civakê, jin, xwendekar, siyasetmedar, hunermend û rojnamevanan êrîşên faşîzmê hene û wiha domand: "Mafê azadiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tê binpêkirin, bêtir jî jin û rojnamevan êşa wê dikşînin û astengî ji xebatên wan re tên derxistin. Mirov li daneyan binêre wê diyar bibe çiqasî di girtîgehên Tirkiyeyê de siyasetmedarên ku bi zexta dewletê re rû bi rû dimînin, hene. Di heman demê de wê eşkere bibe ku çiqas rojnamevan hatine girtin û pêşî li ragihandina heqîqetê û nivîsandina wê tê girtin. Di vir de mirov hîn dibe dewleta tirk çiqas li dijî mafên mirovan û azadîxwazan çewisandinê pêk tîne."

'Binpêkirina mafê rojnamegeriyê'

Raperîn Elî da zanîn ku dewlet ji bo dengên zêde bigre berê xwe dide operasyonan û wiha pêl da gotinên xwe: "Dewleta tirk bi wê xeyalê dijî ku dîsa wê bibe serwerê wî welatî û li ser vê bingehê propogandeyên hilbijartinê dike. Êdî kes vê rewşa li Tirkiyeyê bi halê xwe yê niha qebûl nake bi taybetî jin. Ji bo ku dengên zêde bigre, dewlet berê xwe dide operasyonên qirkirin û binçavkirinê û bi taybetî li dijî rojnamevanan. Bi bihaneyên cuda dewleta tirk rojnamevanan binçav dike. Rojane nûçeyên binçavkirina rojnamevanan ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên. Rewşa ku bi rastî li Tirkiyeyê diqewime, civak çi dibêje, jin çi dixwaze, gendeliya nav saziyên dewletê, krîza aborî, birçîbûn, kuştin û destdirêjî nûçeyên wê bi awayekî zelal tê çêkirin û ev jî dihêle zora dewletê biçe. Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina mafê rojnamegeriyê ye."

Zagona sansurê

Raperîn Elî bi vê gotinê peyama xwe da û got: "Rojnamevan ji mafê xwe yê rojnamegeriyê û xebatên xwe tên dûrxistin. Dewleta tirk di bin navê zagona 'sansurê' de, gelek zext û qedexe li dijî rojnamevanan dike. Dewletê ev zagon xistiye meriyetê û armanc jê ew e ku rojnamevanên ji derveyî xeta ku ew dimeşîne û yên muxalif, ji mafê wan ê rojnamevanî û xebatê werin dûrxistin. Çapemeniya azad îro xwedî mîraseke dewlemend ê têkoşînê ye. Pêşiya nivîsandina rastiyê û ragihandina wê tu kes nikare bigre. Gelek dezgehên çapemeniyê hatin girtin, malper hatine astengkirin lê belê rojnamevanan xebatên xwe meşandin. Bûyîna deng û rengê heqîqeta civakê yek ji erk û misyonên çapemeniya me ya azad e. Bi van binçavkirinan wê kes nikaribe rastiyê dengê civakê bibire û heqîqetê têk bibe."

Plana Suleyman Soylu bû!

Cîhan Bîlgîn jî bilêv kir ku operasyona binçavkirina rojnamevan û siyasetmedarên Kurd pilana Suleyman Soylu bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li ser girtina rojnamevan û siyasetmedarên kurd xwest ku ji bo hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê propogandayekê pêk bîne. Çiqasî êrîş bikin jî, ew hêza rojnemegeriya kurdî pê têkoşîn dike nayê têkbirin, ji ber xwedî mîrateyeke pir mezin a Apê Mûsa ye. Ji ber wê ye rojnamegeriya kurdî her diherike. Demokrasiya têkçûyî li Tirkiyê hîn bêtir ber bi çav dibe û ev bi girtina rojnamevanan xwe dide der. Bi girtina rojnamevanan û şagirtên Apê Mûsa re yê ku her kêlî hewl dan rastiyê binivîsin û raghînin, xwestin hestên nijadperestiyê li dijî gelê Kurd zêde dikin."

Divê desthilatdarî hilweşe!

Cîhan Bîlgîn got ku hilbijartinên îsal çarenûsî ne û wiha pê de çû: "Hilbijartinên îsal girîng in, ji ber êdî dawiya peymana Lozanê jî tê û divê ku îqtîdara AKP-MHP'ê were hilweşandin. Civak û gelê wir naxwaza ev hikûmet li ser lingan bimîne û wiha bidome. Divê her kes bi berpirsiyartiyeke neteweyî, destê xwe bixe bin kevir de û ev îqtîdara li dijî siyasetmedar, rojnamevan û demokrasiyê  hilweşîne. Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna jinan, rojnamevan, siyasetmedar û azadîxwazan hîn bilintir bibe û xwedî li rojnamevanên rastiya dewletê radixin ber çavan, derbikevin."

'Têkoşîna rojnamevanan ranaweste'

Cîhan Bîlgîn bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku AKP-MHP'ê bizanibe em şagirtên Apê Mûsa ne, em şoptarên rêya wî ne. Çi girtin, binçavkirin û qetilkirin be tiştên ku dixwestin bidest bixin bidestnexistin û ji îro şûnde jî bidest naxin. Bi van rêbazan ne têkoşîna gelê Kurd û ne jî ya rojnamevanan dikarin bidin sekinadin. Heya dawî em şopdarê hevrêyên xwe yê rojnamevan in."