Çîgdem Kiliçgun Uçar: Dê Hikûmet ji van operasyonan encam negre

Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar binçavkirin û girtinên li dijî komên mûxalîf nirxand, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP encamên ku dixwazin ji van operasyonan negrin û hêzên demokrasiyê dê hikûmet bişînin cihê ku heq dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed-  Di serdegirtinên malan a çarçoveya lêpirsînên navenda wan Amed û Enqereyê hatin kirin de gelek rojnameger, parêzer, hunermend û xebatkarên partiyên siyasî hatin binçavkirin. Li Amedê 49 kes hatin girtin, li Enqereyê jî karûbarên kesên hatin binçavkirin didome. Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku operasyonên hatine destpêkirin girêdayî hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê de were pêkanîn e û diyar kir ku AKP’ê vê pêvajoyê bi operasyonan dimeşîne.

‘Operasyonên tên pêkanîn armanca astengkirina hilbijartinan hildigre’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîşî her qada ku têkoşîn lê heye dike û bi van êrîşan dixwaze Tirkiyeyek AKP'ê ava bike û da zanîn ku hikûmet armanc dike hilbijartinên 2023'an di vê xalê de bike deriyek ketinê. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku gelek qadên li dijî desthilatdariyê li ber xwe didin hene û got: “Kedkarên çapemeniya azad ên ku demeke dirêj li ber xwe didin, şanogerên li ber xwe didin, siyasetmedarên demokrat û parêzerên li ber xwe didin hene. Bi rastî têkoşîna her yekê rejîma yek zilamî û hikûmeta AKP'ê heyî qels dike. Dema em li vir dinêrin, ev operasyonan li aliyekî xwe mudaxeleyek li dijî hilbijartinê ye û ji aliyê din ve jî bi êrîşa li dijî hemû hêzên demokratîk ên ku ji nû ve hikûmetbûna wî asteng dike re hewl dike bikeve vê pêvajoyê. Helbet rewşa heyî di warê ewlekariya hilbijartinê de jî pirsgirêkek ava dike û bi taybetî pêvajoya li dijî parêzer û çapemeniya azad bi awayekî vê yekê nîşan dide.”

‘Hêzên demokrasiyê dê AKP'ê bişînin cihê ku heq dike'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, balkişand ku li dijî êrîşan berxwedaneke pir cidî heye û wiha axivî: “AKP-MHP’ê dê winda bike, lê hewl dide vê pêvajoya ku ji windakirinê re ne amade ye, bi operasyonan bimeşîne. Li dijî vê berxwedaneke pir cidî heye. Hê li qadê bi hezaran kedkarên çapemeniya azad û kesên siyaseta demokratîk dimeşînin hene. Civak û hemû qadên têkoşînê yên demokrasî, wekhevî û azadiyê diparêzin dê AKP’ê bişîne cihê ku heq dike.”

‘AKP-MHP’ê dê ji van operasyonan encam negre’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku hilbijartin di navbera hikûmeta AKP'ê û hemû civakê de pêk tê û anî ziman ku civakê di vê xalê de di aliyê guhertinê de biryar daye û bi milyonan dê vê biryarê bibin ser sindoqan. Çîgdem Kiliçgun Uçar di vê xalê de bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û wiha axivî: “Ji bo ewlehiya hilbijartinê ya herî girîng ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, xwedî dengên dane derbikevin û bi rêjeyek pir bilind a dengan derbikevin û dîwarê tirsê yê ku AKP’ê dixwaze ava bike bîşkenin. Dema em ji vir lê dinêrin, em dikarin bibêjin hikûmeta AKP-MHP’ê ku ji van operasyonan encam bigre tune ye.”

'Em ê bi ser kevin'

Çîgdem Kiliçgûn Uçar a da zanîn ku wek Partiya Çepên Kesk bi armanca sed parlamenter xwe amade  dikin ku bikeve Meclîsê, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku Partiya Çepên Kesk di van hilbijartinan de wek rawestgeheke nû xuya bike, lê li pişt wê têkoşîneke mezin heye. Ev têkoşîna jin, kedkar, Kurd û Elewiyan îro daxwaza guhertinê bilind dike. Em jî kedkar û rêvebirên vê daxwaza guherînê û vê dengî ne. Li pêşiya serkeftina me tu astengî nînin. Em armanc dikin ku bi sed parlamenteran bikevin Meclîsê. Em ê bi ser kevin.”