lîsta rojê

  • Portreya Rojê: Letîfa El-Nadî 

    Yekem jina di nava welatên ereban de pîlotî kirî Letîfa El-Nadî ji welatê xwe Misrê depêkiriye despêkê di navbera Qahîre û Îskenderiya de pîlotî kiriye paşê jî di pêşbaziyên navnetewî de cîh girtiye û bi serkeftinên mezin pîlotiya jê hez dikir domandiye.

  • Portreya Rojê: Lise Meitner 

    Ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê di zanistê de rastî astengî û newekheviya zayendperestiyê tê, lê girêdana wê ya bi fîzikê re nahêle dest ji zanistê berde, berevajî hîn zêdetir keşfên mezin dike û bi serkeftinên xwe weke dayika nukleer fîzikê tê zanîn.

  • Portreya Rojê: Parêzvana xwecih a ‘Axa azad’ Dolores 

    Dolores Cacuango jineke komunîst a li Ekvadorê bi navê Mama Doloreyukî ya xwecihên Kîchwa yên ji Cayambelê tê bibîranîn. “Em wekî libên kinoayê ne, ger em tenê bin dê ba me bi xwe re bibe lê ger em di tûrikek de bin, ba nikare me bibe. Dibe ku hinek bixwazin me bihejîne lê nikare me bi belav bike. Em wekî çêreyên çiya ne, piştî tên jêkirin jî ji nû ve şîn dibin. Emê ji kokên xwe tov bidin û hemû cîhanê bigrin.” Ev gotinên ku têkoşîna komunîzmê, ji mirovên ku parçeyek ji xwezayê ne re pir baş vedibêje; yên Dolores Cacuango ne. Ew bi bejna xwe ya kinik, çavên xwe yên reş û keziyên mexsûsê yên xwecihiyan, ji me re dibêje.

  • Portreya Rojê: Amara Rênas 

    Endamên Meclisa leşkerî ya Kobanê Lavîn Peyman û Feraşîn Eledax ên bi Amara Rênas re mane wiha behsa têkoşîn û taybetmendiyên wê dikin: "Amara di xeta jinên têkoşer de dimeşiya û li gorî wê têkoşîna xwe domand, em di kesayeta şehîd Amara Rênas de soza xurtkirina têkoşîna li hemberî hişmendiya desthiladariyê didin."

  • Portreya Rojê: Sûad Mistefa 

    Sûad Mistefa dibêje: “Ger mirov karê xwe xurt bike û bi erka xwe ya welatparêziyê rabe dikare li ser axa xwe azad bijî. Rûmeta min di têkoşîna min de ye, dayikeke weke min êdî nema dikare li pêşiya volkana tolhildanê raweste. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim û tola zarok û birayên xwe rakim.”

  • Portreya Rojê: Hunermend Miriam Makeba 

    Hunermend Zenzile Miriam Makeba ya bi navê Dayika Afrîqa tê nasîn piştî têkoşîna 30 salan bi vexwendina serokê welatê xwe yê azad Nelson Mendela vegeriya welatê xwe. Bi kelecanek mezin derket ser dikê û ji kûrahiya dilê xwe stran got.

  • Portreya Rojê: Mart Şimonî û qetilkirina 7 zarokên wê 

    Ji pîrên Suriyanan Meryem Xano ya 76 salî qala çîroka jiyana jina di nava civaka wan de weke destanek xîret û cesaretê ji nifş derbazî nifşan dibe Mart Şimonî û 7 zarokên wê kir û da zanîn ku ew 15’ê Cotmehê weke roja cejin û bîranîna Mart Şimoniyê pîroz dikin.

  • Portreya Rojê: Evîndara heqîqetê Dilovan Gever 

    Hezkiriya jiyana azad, evîndara rastiyê, çavkaniya hêz û moralê Dilovan Gever, di oxira ragihandina hovîtî û dagirkeriya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Rêhevala Dilovan û endama ragihandina YPJ`ê Nûpelda Herekol wiha dibêje: "Şehîd Dilovan bîranînên xwe di dil û rihê me de hişt. Wê hêzeke ne normal û xwestekeke bêdawî bi me re ava kir."

  • Portreya Rojê: Rojnamevan Dilîşan Îbiş 

    Rojnamevan Dilîşan Îbiş di oxira bicihanîna armanca xwe ya ragihandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de canê xwe feda kir, di salvegera wê ya 4'emîn de hevala wê Şîlan Mihemed ku niha di Radyo Dengê Kobanê de dixebite wiha got: "Bi saya şehîd Dilîşan Îbiş îro Radyoya Kobanê gihîşt vê astê. Dilîşan di radyoyê de wek mamoste bû, bi hemû erkên xwe radibû. Xeyalên xwe bi cih anîn û di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest da, ji ber vê em ê bênavber xeta wê bişopînin."

  • Portreya Rojê: Parêzvana edaleta jinê Yadê Eqîde 

    Rêhevalên dayîka Eqîde Osman di duyemîn salvegera bîranîna wê de ew bibîranî û gotin: “Me temenekî wisa derbas kir ku her têkoşîn û jiyana me bi hevdu re bû, em ê her Eqîde weke mînaka serkeftina şoreşa xwe bi nav bikin û wiha jê re bibin nîşanên serkeftinê.”

  • Portreya Rojê: Dozdara projeya neteweya demokratîk: Hevrîn Xelef 

    Têkildarî salvegera Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta tirk ve hat hedefgirtin, rêhevalên wê bîranînên xwe yên pê re anîn ziman û gotin: ”Hovîtiya li dijî Hevrîn hat kirin di heman demê de li dijî maf û îradeya jinan hat kirin. Xwestin fikrên demokratîk tune bikin lê belê em ê li dijî vê hovîtiyê têkoşîna xwe bidomînin.”