Strana Rojê: Lorde - Yellow Flicker Beat (Lîstikên Birçîbûnê)

Ella Marjia Lani Yelich O'Conner, ku bi navê xwe yê dikê Lorde tê nasîn,7’ê Cotmeha 1996’an li Zelandaya Nû ji dayik bûye, bi muzîka populer û rock re mijul dibe. Stranbêja ciwan Lorde ku ji derveyî performansa xwe ya ser dikê nivîskariya gotinên stranan jî dike, di 13 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Lorde, ku bi strana xwe ya "Royals" xelata Grammy wergirtiye, di heman demê de nivîskarî û edîtoriya gotinên gelek stranên albûmê ku derxistiye jî kiriye.
Strana wê ya Yellow Flicker Beat dinava fîlmê Lîstikên Birçîbûnê: Çûka Tinazker (Alaycı Kuş) ku ji pirtûka Lîstikên Birçîbûnê îlham hatiye girtin û ji bo perdeya spî hate adaptekirin de cih girtiye.