lîsta rojê
-
Portreya Rojê: Segvana Artêşa Sor Lyudmila Palvlichenko
Lyudmila Palvlichenko wekî gelek jinên têkoşer ên di dîrokê de bi segvaniya xwe bi nav û deng e. Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de cihê xwe di nava Artêşa Sor de digre û di piyadeya tumel de jina 25’emîn e.
-
Portreya Rojê: Hunermend Miriam Makeba
Hunermend Zenzile Miriam Makeba ya bi navê Dayika Afrîqa tê nasîn piştî têkoşîna 30 salan bi vexwendina serokê welatê xwe yê azad Nelson Mendela vegeriya welatê xwe. Bi kelecanek mezin derket ser dikê û ji kûrahiya dilê xwe stirî.
-
Portreya Rojê: Ji jinên pêşengên civaka Êzidî Hediya Şemo
Hediya Şemo kula fermanên li ser Êzidiyan ji dilê xwe derdixe û bi hestên germ tevli şoreşa jinan dibe. Hediya dibêje: “Dibe ku dagirkeran, fermanên di dîroka me de nenivîsandibin lê îro em weke jinên Êzidî bi ked û xebata xwe di nava rûpelên nivîsandina vê dîrokê de ne. Hesteke pir xweş e ku jinên Êzidî ji nava fermanan bigihîjin asta hevserokatiyê û xwedî nirx û hebûn bin.”
-
Portreya Rojê: Di xebatên nukleer fizikê de serkeftina Lise Meitner
Ji ber jine di zanistê de rastî astengî û newekheviyan tê, lê girêdana wê ya ji bo fîzikê nahêle dest ji zanistê berde û keşfên mezin dike. Ji ber serkeftinên xwe yên di qada fîzîkê de weke dayika nukleer fîzikê tê zanîn.
-
Nivîskar Meryem Qazî
Nivîskar Meryem li ser Helebceyê helbesta bi navê Perjîn nivîsiye. Du berhemên nivîskar Meryem Qazî yên bi navê ‘Hatina jor qedexeye’ û ‘Zînde be gor’ hatine çapkirin û belav kirin.