Portreya Rojê: Segvana Artêşa Sor Lyudmila Palvlichenko

Lyudmila Palvlichenko wekî gelek jinên têkoşer ên di dîrokê de bi segvaniya xwe bi nav û deng e. Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de cihê xwe di nava Artêşa Sor de digre û di piyadeya tumel de jina 25’emîn e.

 
Navenda Nûçeyan - Di dema şerê cîhanê yê duyem de jinan li ber xwe dane û şer kirine di nava van de sekvana jin Lyudmila Palvlichenko pêvajoya şerê cîhanê yê duyem di piyadeya tumelan a 25’emîn a Yekîtiya Sovyetan de jina segvan a bi nav û deng e. Nav û dengê xwe ji kuştina 309 leşkeran digre ji van 309 leşkeran 36 ji wan segvan bûn. Bi segvantiya xwe ji Yekitiya Sovyetê re bûye mînak. 
Segvana Artêşa Sor
Hezîrana 1941’an di temenê 24 salî de dema li Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Kiya dixwend ji bo xwe di segvaniyê de xurt bike bû endama kuluba lêdanê. Piştre ji bo bibe piyade serlêdana bi xwestek dike û Pavlichenko di nava Artêşa Sor de 25’emîn jin e ku di piyadeya tumel de cihê xwe girtiye. Bijarteka xwe ya ku bibe persdar dişewitîne dibe segvaneke jîr. Li Odessa û Sivas topal şer kiriye. Di Hezîrana sala 1942’an de ji ber êrîşa hewanê birîndar dibe û demek ji şer dûr dikeve. Di Tebaxa sala 1942’an de diçe Kanada û DYA’yê li wê derê ji aliyê serok Firenklîn Ruzverk ve li koşka spî tê pêşwazîkirin. Pavlichenko yekem kesa hemwelatiya Sovyetê bu ku ji aliyê DYA’yê ve hatibû pejirandin.  
Di Mijdara sala 1942’an de diçe bajarê Koventrî yê yekitiya qiralan û serdana Kadetrelina Koventrî dike. Di wê rojê de di demjimêrên zu de fabrîqeya Ormingim dihat teftîşkirin.
Pavlichenko ya ku rêveber e heta dawiya şerê cîhanê yê 2’emîn segvanan perwerde kiriye. Piştî şerê cîhanê yê 2’yemîn di zanîngeha Kiya de perwerdeya xwe ya beşa dîrokê temam dike û dest bi pîşeya xwe ya dîrokê dike.
10’ê Mijdara 1974’an di temenê 58 salî de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Nova Devic a Moskovê hatiye veşartin.