Portreya Rojê: Rojnameger Maria Grazia Cutuli

Rojnameger Maria Grazia Cutuli di 26’ê cotmeha 1962’an de li Katanya Îtalya yê hatiye dinê. Li zanîngeha Catania xwendiye, paşê jî di rojnama rojane Corriere della Sera yê de dest bi karê rojnamegeriyê kiriye.
11’ê îlona 2001’an dema DYA yê Afganîstan dagir kirî li herêmê alozî derketin. Di wê pêvajoyê de Maria li Afganistanê peyîwir digire û rewşa şer dişopîne. Di êrîşek El Qaîde ya 19’ê mijdara 2001’an li  navçeya Surobi ya Afganistan ê de jiyana xwe jidest da. Ji bo biranîna Maria 15 salin ji hêla endamên Komên di RCS'ê yê de weşangeriyê dikin ve Xelata Cesaretê tê dayîn. 
19’ê Mijdara sala 2019’an jî Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jinnewsê Safiye Alagaş hêjayî xelata Maria hat dîtin. Merasîma xelatê dê li ser gora Marîayê, ya bajaroka Santa Venerîna ya Catanîa ya girava Sîcîlyayê bê lidarxistin. Xelata Safiyeyê dê li wê bê dayîn.