Portreya Rojê: Parêzvana xwecih a ‘Axa azad’ Dolores

Dolores Cacuango jineke komunîst a li Ekvadorê bi navê Mama Doloreyukî ya xwecihên Kîchwa yên ji Cayambelê tê bibîranîn. “Em wekî libên kinoayê ne, ger em tenê bin dê ba me bi xwe re bibe lê ger em di tûrikek de bin, ba nikare me bibe. Dibe ku hinek bixwazin me bihejîne lê nikare me bi belav bike. Em wekî çêreyên çiya ne, piştî tên jêkirin jî ji nû ve şîn dibin. Emê ji kokên xwe tov bidin û hemû cîhanê bigrin.” Ev gotinên ku têkoşîna komunîzmê, ji mirovên ku parçeyek ji xwezayê ne re pir baş vedibêje; yên Dolores Cacuango ne. Ew bi bejna xwe ya kinik, çavên xwe yên reş û keziyên mexsûsê yên xwecihiyan, ji me re dibêje.

Navenda Nûçeyan- Dolores Cacuango 26’ê Cotmeha 1881’ê li San Pablo Urcuyê hat cîhanê. Malbata wê li plantasyona mezin a jê re “Hacîenda” dihat gotin di nava kesên ku bê pere dixebitîn de bû. Ew di rewşeke ku gelê xwecih di nava sefalet, cudakarî, bê ewlehî û bê perwedehiyê de bû; hatibû cîhanê. Wekî hevtemenên xwe hînî xwendin û nivîsandinê nebûbû lê hê di ciwaniya xwe da cudahiya di navbera jiyana bi şetefat a kesên xwediyên axê û  ya xwecihên ku di nava sefalet û tunebûnê de bûn dît, ev ji bo wê bû derseke pir mezin. 
Dema ku ji bo deynên malbata xwe bide li paytext Quîto li malek xizmetkarî dikir, hînî axaftina bi zimanê Îspanyolî û xwendin û nivîsandinê bû. Ew tenê bi hînbûna ziman, xwendin û nivîsandinê bi sînor nema, mercên kedxwarî yên gelê wê, hem li gundan hem jî li bajaran di nav de bû didît û li ser vê rewşê kûr difikirî. Dema ku ew vegeriya bajarokê xwe San Pablo Urcuyê, bi Luis Catucuamba re zewicî û ji zarokên wê tenê Luîs sax ma. 
Xwediyên axê
Heta sala 1916’an San Pablo Urcu, aîdî dêrê û kesên xwediyên axê bû. Wê salê şoreşa lîberal a ku ji aliyê serokwezîr Alfaro ve didomiya, biryar hat girtin ku di serî de hemû ax, bi soza ku dê hemû malên civakên olî îadeyî xwecihiyan werin kirin bikevin destên dewletê. Lê belê xeyala xwecihiyan a bi fermî xwedîbûna axa xwe pêk nehat. Begên ku ax di dest wan de bû bi awayê berê berdewam dikirin û ji gelên xwecih, piranî bê ax bûn. Hêrsa gel, li dijî vê rewşê bi awayek veşartî her diçû mezin dibû. 
Di sala 1925’an de piştî sosyalîst La Antorcha ya navenda wê Quito bû (Fener) komên sosyalîst ji cihên din ên welat derketin holê. Sendîkaya yekem a bejahî li Ekvadorê, Sendîkaya Karkerên Gundî Juan Montalvo, ji aliyê Jesûs Gualavîsî yê ji sosyalîstên xwecih û xendin û nivîsandinê dizanibû ve di sala 1926’an de hat avakirin. Sendîkayê, pêşî, bi kampanyaya îmzeyên ji bo axê dest bi xebatên xwe kir. Piştî ku ev daxwaz ji aliyê kurê dîktatorê berê yê xwediyê axê ve cidî nehat girtin, dest bi desteserkirina axê ya ku bi navê Serhildana
Changalayê ket dîrokê kirin. Hêzên çekdar ên dewletê çûn alîkariya xwediyê axê yê ku îdia kir ew di bin “êrîşa komunîst û Bolşevîkiyan” de ye. Di sibata 1926’an de peçvûnên dijwar rûdan lê gelê xwecih dev ji berxwedanê bernedida. Heta salek jî rojnameyan dirûşmên xwecihiyan ên “Bijî sosyalîzm” li rûpelên xwe dinivîsandin. Dolores jî tevli van serhildanan bûbû, di heman demê de aktivîsta (Axa azad) a sendîkaya gundiyan Tîerra Lîbre bû.
Xebatên wê yên ji bo perwerda zimanê dayîkê 
Dolores a ji bo xwecihiyan bûbû pêşeng, hem bi zimanê Kîchwa, hem jî Îspanyolî diaxivî. Ji bo bi zimanê zikmakî, perwerde were dayîn, şîdeta li ser jinan bi dawî bibe û ji karê wan re rêz were nîşandan, dixebitî. Wê rewşa jinên ku bê pere dihatin xebitandin, lêdan dixwarin, rastî tecawizê dihatin baş dizanibû. Dolores, bi sosyalîstan re dest bi xebatê kir, bû yek ji pêşengên xwecih ên Partiya Komunîst a Ekvadorê. Pirsgirêkên perwerde û axê, di jiyana wê de bûbûn mijarên bingehîn û ji bo wan pir çalak dixebitî. Bi sendîkayan re, li Cayambe û li cihên din, ji bo mercên baştir ên xebatê di nava rêxistinbûna karkeran de cih girt.
Kongreya Civakên Xwecih
Di serhildana Olmedo ya sala 1931’ê de bi taybetî bi jinan re xwedî rokeke girîng bû. Jinan tevî jiyana wan dixist xeterê jî, sîxurî dikirin, hewl didan tevgerê mezin bikin. Heman salê, di serî de Jesûs û Dolores, pêşengên xwecih, xwestin Kongreya Civakên Xwecih li dar bixin lê hêzên dewletê rêyan girtin, gelek pêşengan girtin, malên wan şewitandin. Mala Dolores û malbata wê jî hatibû şewitandin.
Her diçû têkiliya komunîstan û tevgera xwecih, zêdetir dibû. Dezgeha weşana partiyê Frente Obrero jî dirûşma maksîstan a “Hemû karkerên cîhanê bibin yek” bi zimanê Îspanyolî û Quîcha nivîsand. Di navbera xwecihiyên partiyê yên çalak de her dem Dolores hebû.
Di sala 1944’an de Jesus Gualavisî bi Transito Amaguaña re Federasyona Xwecihiyên Ekvadorê (FEI) ava kir. Ji bo yekitiya gelê xwecih baş biparêze, di serî de perwedeya bi zimanê zikmakî û Îspanyolî, ji bo xebatên hişmendiyê, dibistanên xwecih vekir. Dibistana yekem a ku dewletê tu destek ji bo wan neda, di her fersendê de êrîş kir, bi piştgiriya Partiya Komunîst, di sala 1945’an de li lokala Lîbre Tîerre ya li Yanahuaycoyê vekir û ev hejmara van dibistanan, li cihên ku tevgera xwecihiyan lê bi hêz bû, li Chîmba, Pasîllo û Moyurco zêdetir bûn. Luîsê ku di şopa dayika xwe de bû, li wê dibistanê bû mamosteyê yekem.    
Di sala 1963’an dema dîktatorê General Ramon Castro Jijon de bi îdiaya “Navenda kumunîstan” dibistanên xwecih hatin girtin, perwerdeya Kîchwayê hat qedexekirin.
Meşa xwecihiyan
Dolores a mala wê hatibû talankirin, neçar bû xwe veşarta lê dev ji çalakiyên xwe berneda. Dema ku dewlet lê digeriya, wê bi awayê ku neyê naskirin xebatên rêxistinkirinê didomand.
Biryar da ku pir baş nebe jî piştgirî bide reforma çandiniyê ya rejîma Castro Jîjon. Ji bo hêza gelê xwecih nîşan bide ji Cayambe heta paytext Quîtoyê bi 10 hezar xwecihiyan re meşek li dar xist û li Şanoya Zanîngehê, axaftineke dîrokî ya ku di bîra Ekvadoriyan de zindî maye kir:
Di nîsana 1971’ê de bi gotinên “Jiyan wiha ye, rojek bi hezaran dimrin, hezarên din cihê wan digrin. Şevek bi hezaran dimrin, hezarên din cihê wan digrin…” xatir ji jiyanê xwest û li goristana xizanan a Olmedoyê hat definkirin.