Portreya Rojê: Di xebatên nukleer fizikê de serkeftina Lise Meitner

Ji ber jine di zanistê de rastî astengî û newekheviyan tê, lê girêdana wê ya ji bo fîzikê nahêle dest ji zanistê berde û keşfên mezin dike. Ji ber serkeftinên xwe yên di qada fîzîkê de weke dayika nukleer fîzikê tê zanîn.

 
Navenda Nûçeyan - Lise Meitner 7’ê Mijdara 1878’an li bajarê Viyana yê Avusturya yê, di nava malbatek yehudiya ya xwediyê 8 zarokan weke zaroka sêyem dayik dibe. Di sala 1901’ê li Zanîngeha Viyanayê di biniya Ludwig Boltzmanê de fîzik xwend. Piştî ku diktoreya xwe sala 1906’an werdigire, di sala 1907’an de jî diçe Berlînê jibo ku bi Max Planck û kimyager Otto Hahn re kar bike. Ew 30 salan bi Hahn re dixebite. Hahn û Meitner li ser fîzik, kimya û radiyoaktif ê hevkariyê dikin. Wan di sala 1918’an de elementa Protaktinyum keşifkirin.
Ceribandinên nukleerê
Di 1923’an de veguherînek bêradyasyonê ku wek bandora Auger tê zanîn keşif kir, piştî du salan heman Auger ji aliyê Pierre victor ve tê derbaskirin. Piştî ku Avusturya di sala 1938’an de ji aliyê Almanyayê ve tê dagirkirin Meitner neçar dimîne ji Almanyayê bireve Îsveçê. Manne di saziya Siegbahn a li Stockholmê de xebata xwe domand. Lê ji ber pêşîgirtinên beşek ji Siegbahn ên di zanistê de lidijî jinê, Hahn û Mitner ji bo planên ceribandinek nû di meha mijdarê de bi veşartî li Kopenhagê kom dibin. Ceribandinên delîlên şikestina nukleerê peyda dikin, ceribandinên Hahn li Berlînê di çileya 1939’an de hat weşandin.
Di sibata 1939’an de li gel fîziknasê biraziyê xwe Otto Frisch çavdêrî û têbiniyên xwe yên di derbarê fîzîkê de dibin navê fisyon a nukleer ê de weşandin. 
Komiteya Xelata Kimyayê ya Nobelê di sala 1944’an de rola Meitner lîstî pişt guh xist û ji bo xebata fizyonê xelat dan Otto Hahn. Otto Hahn tu cara behsa vê xeletiyê û serkariya Meitner nekir. Ev bêdengiya Hahn gelek bandor li ser Meitner kir û êdî bi hevkarî kar rêve nebirin. Di sala 1966’an de bi fermî Xelata Enrico ji bo Hahn, Meitner û Strassman hat dayîn, vê yekê kêmekê cihê xeletiya di Nobelayê de hati kirin girt.
Meitner di sala 1960’an de li Cambridge yê bi cihbû û di 27’ê cotmeha 1968’an de li wir jiyana xwe ji destda. Di sala 1992’an de elementa di gerdunê de herî giran tê zanîn 109 navê Meitner (mt) hat dayîn. Gelek kes Meitner wek zanistvana herî giring ya sedsala 20’an dibînin.