Pirtûka Rojê: Çilli Begonya

Çilli Begonya
Pirtûka binavê Çilli Begonya 21’ê nîsana 2008’an hatıye weşandın. Çilli Begonya keçek a bi mereqa lêgerînê serê xwe xistiye nava pirsên her diçe mereqê zêde dike. Ji bo ku xwe ji vê yekê xilas bike hemû tiştî diceribîne, heta peynûsên boyaxa jî! Lê bêhudebû, ji ber serê wê ji meşxuliya pirsan vale nedibû û pirzikên ruyê wê yên ji sitresê çêdibûn jî bi qasî wê bi înadbûn. 
Nivîskar 
Julianne Moore 3’ê Kanûna 1960’an li bajarê Fayetteville ya Eyaleta Bakûrê Karolina ya DYE yê hatiye dinê. Di 16 saliya xwe de, li Almanya dibistana amedeyî ya Amerîkî ya Frankfurtê xwend û sala 1979’an mezûn bû.
Julianne Moore lîstikvan û nivîskarek Emerîkî ya xwediyê xelata Oscarê ye. Xelata Fîliman ya Akademiya Brîtanî û du Golden Globes jî di navê de gelek xelat girtiye. Kovara Time, di sala 2015’an de Julianne Moore yek ji 100 kesên herî bi bandor ên cîhanê hilbijart.
Julianne Moore, di gel xebata lîstikvaniyê, rêzek pirtûkên zarokan ên li ser karekterê bi navê "Çilli Begonya" nivîsandiye.