Portreya Rojê: Behîce Boran

1'ê Gulana 1910'an li Bursayê hatiye dinê, dibistana seretayî li Bursayê xwendiye. Dema Yewnan dikevin Bûrsayê koçî Stenbolê dikin. Dibistana Navîn li Koleja Keçan a Amerikayê ya Arnavutkoyê bi dawî dike.
Sala 1948'an ji ber fikra xwe ya siyasî ji zanîngehê hat dûrxistin. Li Zanîngeha Michiganê doktoraya civaknasiyê bi dawî kir. Di sala 1939'an de vegeriya Tirkiyeyê û wekî doçent li beşa Sosyolojiyê ya Fakulteya Dîrok-Erdnîgarî û Zimên dest bi peywirê kir. 2'ê Mijdara 1970'an wek Seroka Giştî ya Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) hat hilbijartin. 
12'ê Îlona 1980'an de demeke di hepsa malê de ma û piştre derket derveyî welêt. 10'ê Cotmeha 1987'an jiyana xwe ji dest da.