Nivîskar Meryem Qazî

Nivîskar Meryem li ser Helebceyê helbesta bi navê Perjîn nivîsiye. Du berhemên nivîskar Meryem Qazî yên bi navê ‘Hatina jor qedexeye’ û ‘Zînde be gor’ hatine çapkirin û belav kirin.

Navenda Nûçeyan - Nivîskar û parêzvana mafê jinan Meryem Qazî di sala 1963’an de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê yekem henaseya jiyanê girtiye. Keça pêşengên Komara Mihabadê Mîna Qazî û Pêşewa Qazî Mihemed ya biçuk û delaliya malê piştî hilweşandina Komarê hatiye dinê. Bi îsrara dayika xwe ya li gel hemû zoriyan serkeftinê, hînî rêgezên despêka jiyanê dibe. Ew parêzvanek jinan e û bi hewldanên xwe jina bi navê Helale Mihemed ji cezayê darvekirinê rizgar kiriye. Helale bi tohmeta kuştina zilamekî cezayê darvekirinê girtibû, lê bi hewldanên Meryem ê cezayê darvekirinê hatibû betalkirin.
“Perjîn”
Li gel heskirina xwe ya nivîsê di televizyona Mihabadê de 7 salan xebata çapemeniyê kiriye. Ji ber qabîliyeta xwe ya li hev anîna nivîsê di beşa nûçe û edîtoriyê de xebitiye. Vê xebatê hîn zêdetir xwe bawerbûna wê ya di nivîskariyê de pêşxist û sala 1987’an dest bi karê nivîsînê kiriye. Demekê jî rêveberiya encumena wêjeyi ya Mihabadê kiriye. Piştî komkujiya Helebceyê çîroka bi navê ‘Perjîn’ li ser komkujiyê nivîsî û di kovara Sirwe de hat weşandin. Di gelek kovar û rojnameyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de nivîsên wê hatine weşandin.
Li peyî çîroka Perjînê du berhemên Meryemê yên bi navê ‘Hatina jor qedexeye’ û ‘Zînde be gor’ hatine weşandin. Romana ‘Jiyanim xoş dewê ‘ jî yek ji berhemên wê yên bibandorin. Li gel nivîskariyê wergervanî jî kiriye, ji zimanê farisî berhemên wêjeyî wergerî zimanê kurdî kiriye. Yek ji xebatên wê yên wergerê jî berhema Qutbedîn Sadiq ku ji farisî wergerî zimanê Kurdî kiriye.
5’ê mijdara 2018’an ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Urdinê Emmanê jiyana xwe ji dest da. Bi beşdariya hunermendan û welatiyên bajarê Mihabadê cenazeyê Meryem Qazî li goristana Hûnermendan bi merasîmekê spartin axê.
“Em şopdarên Mîna û Meryemê ne”
Komelgaya Jinanî Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi peyamek sersaxiyê xemgîniya xwe ya bi malbata Qazî û gelê Mihabadê re anî ziman û got: "Em weke Komelgaya Jinanî Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi windakirina keça Mîna û Pêşewa Qazî Mihemed nivîskar û parêzvana mafê jinan Meryem Qazî xemgînbûn. Bila serê gelê Kurd û malbata birêz saxbe. Bê guman windakirina kesayetek weke Meryem Qazî ji bo gelê Kurd xemekî mezin û girane, bi taybetî jinên Kurd ku mîratgirên Komara Kurdistanê  û pêşengên xebat û têkoşîna gelê Kurdin li Rojhilatê Kurdistanê. Damezirandina Komara Kurdistanê ji bo yekgirtina gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê deriyek bû. Bi taybetî rol û mîsyona jinan bi pêşengiya Mîna Qazî ya di Komara Kurdistanê û perwerdekirina jinan de  xwedî giringiyekî dîrokî ye. Niha jî têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê mîratê wane, heta em jî bigihijin xewin û xeyalên wan yên civakekî azad û wekhev emê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê asta têkoşîna xwe bihêztir bikin û rêya wan bi şopînin. "