Portreya Rojê: Amara Rênas

Endamên Meclisa leşkerî ya Kobanê Lavîn Peyman û Feraşîn Eledax ên bi Amara Rênas re mane wiha behsa têkoşîn û taybetmendiyên wê dikin: "Amara di xeta jinên têkoşer de dimeşiya û li gorî wê têkoşîna xwe domand, em di kesayeta şehîd Amara Rênas de soza xurtkirina têkoşîna li hemberî hişmendiya desthiladariyê didin."

DILUCAN BOZÎ
Eyn Îsa- Dîroka ku pênc hezar sal bi destên mêr-dewletê hatiye nivîsandin, di her demê de dijiberiya jin, zarok û xwezayê dike. Li hemberî hişmendiya mêr-deweletê jin bê navber têkoşîna ji bo azadiya zayendan û xwezayê didomînin. Dewleta tirk û çeteyên wê di êrîşa 20`ê Çileya 2018`an de li Efrînê kiryarên dijmirovî li dijî jinan bi kirin. Endamên komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 1`ê Sibata 2018`an de hemû pîvanên exlaqî binpê kirin û bi termê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê lîstin. Pêsîrên wê jêkirin, nîvî bedena wê tazî kirin, bi lingên xwe pê li cinazeyê wê kirin û ew dîmen parve kirin. Di 21'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê heman rêbaz û kiriyarên bêexlaqî bi bedena şervana YPJ`ê Amara Rênas, li derdora Navçeya Çelebiyê girêdayî kantona Kobanê bi bedena wê lîstin û paşê bi berzkirina dirûşmên xwedê mezin e dîmen girtin û li ser medyaya civakî parve kirin. Di hemû şeran de leşker û çeteyên dewleta tirk bi awayek hovane êrîşî jinan dikin. Ya rast dewlet ji kîjan hêzê bitirse herî zêde êrîşî wê hêzê dike. Ji ber mêr-dewlet ji hêza jinên têkoşer ditirse, di her kêliyê de hewl dide hêza jinên têkoşer bide tunekirin. 
Li dijî tundiyê berxwedana jinan
Her çendî netew-dewlet û mêrên serdest jinên têkoşer û şervanên jin bikin armanca desthiladariya xwe jî jin ji berxwedan û têkoşînê gav paşve navêjin. Li tevahî cîhanê û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinanan de tên destpêkirin. Jin-dayika ku jiyanê daye destpêkirin, wê civakan jî ji desthiladariya mêran xilas bike. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek. Li dijî desthilatdarî û tundiyê, asta têkoşînê bilindtir dikin û xwedî li şoreş û keda ku bi salan hatiye dayîn derdikevin, jin li hemberî hemû cureyên tundiyê û destdirêjiyê têdikoşin û şoreşan li dar dixin. Hemû kêliyên jinan bi têkoşînê dagirtî ne, jin di her henaseyeke jiyanê de ji bo azadiya zayendan û xwezayê bênavber têdikoşin. Yek ji van kesên ku li hemberî desthiladariyê têkoşiyaye, şervana YPJ'ê Rênas Amara ye, bi navê rast Ezîze Celal, navê dayikê Nezhet bav jî Ezîz. Amara cihê xwe di nava hemleya Minbic, Tepqa û Dêre Zorê de girtiye. Di vê çarçoveyê de endamên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Lavîn Peyman û Feraşîn Eledax nirxandinên xwe der barê Amara Rênas de kirin.
"Amara bi fedakariya xwe dihat nasîn" 
Lavîn bal kişand ser têkoşîna jinên şerker Amara Rênas û wiha got: "Di halê hazir de em di demeke gelekî hesas re derbas dibin, bi taybetî roja komploya nevdewletî ku li ser Rêber Apo dan meşandin, di eynî rojê de di sala 2019'an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di sala 2019'an de gelek berxwedanî hatin kirin û di encamê de gelek hevalên me gihîştin asta şehadetê, yek ji wan Amara Rênas bû. Mirov di çend deqeyan de nikare mafên hemû şehîdan bide lê hin hevalên ku em bi wan re jiyane û bîranînên me bi hev re hene belkî kêm zêde em hin tiştan bînin ziman. Di kesayeta Amara de em dikarin van bibêjin, em demek dirêj li gel hev neman, hevaleke xwedî sekn, heyecan û înad bû. Ji serhişkiya wê ya ji bo parvekirin û nîqaşan mirov jê sûd digirt. Cihê ku Amara lê bûya, moral hebû, kesek aciz bibûya ne mumkin bû Amara moral nedayê. Mirov di çavên Amarayê de kîna li hemberî dijmin, hewldanên serkeftin, jiyan pêşxistin û têkoşînê didît. Jinên wek Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Amara, Barîn, Avesta û bi hezaran jinên berxwedêr, ji bo me mînak û sembol in. Her çendî xewn û xeyalên wan pêk nehatibin jî  em di nava wan hewldanan de ne ku xeyalên wan ên azadiya Rêber Apo û Kurdistanea azad pêk bînin."
"Li Efrînê Barîn li Kobanê Amara"
Lavîn di nava axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên çeteyên dewleta tirk li hemberî şervanan û wiha pêde çû: "Di sala 2018'an de çeteyên dewleta tirk bi bedena şehîd Barîn lîstin û li Kobanê jî Amara Rênas bû, ev kiryarên wan ên hemberî jinan dide diyarkirin ku ne bêtehemuliya wan li hemberî têkoşîna jinan heye. Di zagonên navdewletî de bêexlaqiya wekî lîstina bi bedena cenazayên şehîdan nayê kirin lê çeteyên dewleta tirk hemû zagonan binpê dikin. Dema cenazeyên çeteyan bi dest me dikevin em tu carî nêzî wan cenazeyan nebin, di nava rêgezên me de ev bêexlaqiya ku li dijî me tê kirin tune ye. Ne zagon, ne jî wijdanê mirovan qebûl nake ku dest bavêjin cenazeyên şehîdan. Li hemberî van kiryarên heyî divê em hêza xwe xurtir bikin, ji bo ku em sînorekî ji dewleta tirk û çeteyên wî re deynin, ew hêz jî em bi xwe ne."
"Xwesteka wê azadiya hemû jinên bindest bû"
Feraşîn teqez kir ku Amara ji bo her jineke bindest têdikoşiya û wiha anî ziman: "Rêheval Amara her di nava lêgerîna azadiya civakê de bû, bi taybetî ya jinan. Di aliyê jiyanî de alîkariya her kesê dikir, di milê fîzîkî de gelekî xurt bû. Dema ku beşdarî hemleyan dibû, her bi heyecan bû, her tim digot wê serkeftin a me be. Amara di milê qada leşkerî de xwe gihîştandibû hin astan û hevaleke parveker bû, her dixwest diyalogê ava bike. Sekna Amara di nava hevalên jin de otorîter bû, xwedî biryar bû, di şer de heybetek wê hebû, dizanibû wê gule çawa hedefa xwe bibîne. Ez nêzî du salan bi Amara re mam, di mijarên têkoşîna jinan de diyalogên wê gelek bûn. Her di fikrên Amara de Kurdistana azad û serbixwe hebû, xeyalên Amara yên ku nîvco mane wek rakirina alekê di nîvê de maye. Em ê nîvê din hildin jor û serkeftinê bi dest bixin. Têkoşîna ku Amara li pey xwe hiştiye em jî wek wê têdikoşin, sudwergirtin û tiştên ku Amara di me de daye avakirin, em jî îroj li ser wê şopê ne."