Ji bo mêrên Çiyayê Kizwanan semînera guhertina hişmendiya baviksalarî hat dayîn

Ji bo mêrên gundewarên çiyayê Kezwanan semînera guherîna hişmendiya baviksalarî hat dayîn.

 
Hesekê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Çiyayê Kizwanan ji mêran re semînerek li ser guhertina hişmendiya baviksalarî hate dayin. Semîner ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdê a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdilrehman Hisên ve, li avahiya Meclisa bajarokê Xera yê Çiyayê Kizwanan hate dayin, gelek mêr tevlê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Ebdilrehman Hisên axivî.
“Namûs ax û erdîngarî ye ne jin, hevjîn û xwûşk e”
Ebdilrehman Hisên wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hişmendî peyveke giştî ye ne girêdayî mêr ango jinê ye. Jin û mêr du hêmanên dişibin kîmyewî ku bi hev re tevdigerin û encameke baş didin. Çawa oksicîn bêyî hîdrojîn nikare avê çêbike, jin û mêr jî wisa ne bêyî hev nabin. Di dîrokê de jinê rêbazê pişxistina xwezayê pêşxist, mêr jî heman tişt kir. Ya ku hişt nakokî di navbera wan de derkeve jî hişmendiya analîzkar û hişmendiya jinê a hisîyetê bû. Li şûna ku encameke baş derîne holê, berovajî wê çêbû û civak ber bi parçeybûyînê û tebeqatan ve çûn."
Ebdilrehman Hisên da zanîn ku namûs ne jin e lê belê ax û erdîngarî ye û wiha pêl da gotina xwe: "Divê ku her dû zayend hebin ku jiyan bidome, ne ku zayendek li ser hesabê zayendek din bijî. Têgeha ku jin namûsa mêr e, taybet di vê serdemê de pir şaş e. Ger ku em vegerin dîrokê jî em baş bizanin ku namûsa mirovan axa wan e ku were dagirkirin ango erdîngariya wan were talankirin. Ji lewra namûs ne jin, hevjîn û xwûşk e. Hişmendiya baviksalarî ji hewîrdora civakê tê girtin û li ser ferdan tê pêkanîn. Mirov bûne di nava civakê de bi sê rûan dijî, li malê bi rûyekê ango bi rêbazekî, li cihê kar bi rûyekî din û di nav civakê de jî bi rêbazekî din dijî. Êdî ew bi xwe jî li ser rastiya xwe dirûtiyê dikin. Ev pirsgirêkeke ku Rojhilata Navîn hemû jana wê dikşîne. Mirovên azad û xwedî îrade ew in yên ku bi hev re biryarê didin û ji bo pêşxistina wê têkoşînê dikin. Ji lewra şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jin û civakê ye. Her wiha şoreşa me şoreşa ji şoreşa çekan zêdetir şoreşa hişmendiyê ye."