Qedexekirina pirjinî û wekheviya mîras daxwaza jinên Mexribê ye

Bi derbasbûna 18'e salan li ser Zagona Malbatê ya Mexribê re komeleyên jinan û rêxistinên mafên mirovan daxwaza pejirandina guhertinên civakiyên mîsogeriya wekheviya zayendî dikin.

Mexrib - Yekîtiya Karên jinan a Mexribê civîneke çapemeniyê di bin dirûşmeya "ji bo zagona malbatê ku hevsengî û wekheviya zayendî garantî dike" kampanya neteweyî a dûyemîn ku daxwaza guhertineke berfireh û radîkal da wekheviya zayendî armanca wê ya sereke ye destpêkirin. 
“Hewceye di Zagona Malbatê de guherîn bên çêkirin”
Seroka Fedrasyona Karê Jinan a Mexribê Ayşe El-Hayyan têkildarî kampanyayê ev nirxandin kir: "Ji sala 2004'an ve li Mexribê pêşketinên mezin di asta qanûnî, aborî û siyasî de çêbûne, ji ber vê yekê çênabe ku Zagona Malbatê paşde bimîne, pêwîste bi awayekî wekhv guhedrtin çêbibin."
Daxwaza yekîtiya jinan rakirina madeya 16'an û 400'î ye
Yekîtiya Karên Jinan daxwaza pejirandina referansa mafê mirovan û pirensîbên wekhevî û necudakariyê dikin û hevahengiya qanûnê bi pêwîstiyên destûrê û her cureyên cudakariya li dijî jinan tune bike. li ser bingeha wekheviya tam di navbera endamên wan de hatiye avakirin û armanca wê garantîkirina mafê jinan û parastina wê ji neheqî, xizanî û koçberiyê dike.
Di nava guhertinên din yên ku Yekîtî daxwz dike qedexekirina pirjinî, zewaxa zarokan û pejirandina temenê qanûnî yê zewacê, her wiha rakirina xala 2, 3, 4'an ji madeya 16'an. Yekîtiya karên jin tekezî kir ku pêwîste pêdaçûneke berfireh li ser madeyên girêdayî lêçûn, erkê kirêş û parastiknê ku mafê jin û zarokan were garantîkirin, her wiha aktîvkirina rola dazgeriya komarê bi awayekê bi bandor di mijarên girêdayî jinan de. Her wiha yekîtî beşekî din jî dibîne ku pêwîste were guhertin, ew jî pêdaçûna sîstema mîratê de bi awayekî ku dawî li bê edaletiya li jinan tê kirin û mafên wan winda dibe û ew di warê aborî de xizan dibin. Ev jî bi pejirandina wekheviya mîrasê di navbera jin û mêran de û betalkirina madeya 400 ku deriyê dadweriyê yê dibe ku bi prensîbên wekhevî û cudakariyê re nakok be vekirî dimîne.
"guhertina qanûna malbatê pêwîstiyeke"
Çalakvanên ku beşdarî komcivînê bûn bi yekdengî li hev kirin ku guhertina qanûna Malbatê ne bijardeye lê pêwîstiyek e,  ji ber ku ev gav ji ber guhertinên ku di civaka Mexribê de rû dane, hatiye ferzkirin.
Kampanyaya duyemîn a guhertina qanûna malbatê ya ku dibin dirûşmeya "ji bo Zagona Malbatê ku hevsengî û wekheviyê garantî dike" despêkirî, berdewamiya kampanya yekemîn a sala 1992'an bin dirûşma kampanyeya bi milyan îmze ji bo guhertinê hatî qanûnê" dabû destpêkirine.