“Xizmetên tenduristiyê beşek ji dîtinên civakî yên yekbûyî ne”

Hala Saqir da zanîn ku divê di şert û mercên heyî de piştevaniya tenduristiyê ji bo jinan bê kirin û wiha dom kir: “Divê rêz li şert û mercên heyî bê girtin û piştgiriya jinan bê kirin û di dema pêşkêşkirina xizmetê de rêz li wan were girtin.”

 
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî destûrek a pişgirîkirina jinan di rûbirûbûna qeyranên mezin ên pê re rû bi rû dimînin heye, nemaze di qonaxa başbûna ji vîrûsa koronayê ya ku nêzî sê salane vê vîrosê siya xwe avêtiye ser tevahiya cîhanê. Berpirsa Bernameya Kontrolkirina Birîndar û Tundûtûjiyê ya Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Hala Saqir da diyarkirin ku îradeyek siyasî li welatên Ereb heye ku piştgirî didin jinan û mijar ne sînordare, ji bo wê pabendbûn bi standard û peymanên navneteweyî armancên geşedana hezarsalî re ne. 
“Herî zêde jinên ducanî di koronayê de zorî kêşan”
Hala Saqir diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî tendirûstiyê weke rewşa başbûna tam a bedenî, derûnî û civakî pênase dike û destnîşan kir ku tenê bi nebûna nexweşiyê re sînordar nîne û got: “Rêxistin kar dike ku perspektîfa bizîjkî derbas bike û bi hev re veguhezîne perspektîfa tenduristî û civakî. Ji ber di konsepta wê ya berfireh de bi xebata li ser tenduristiyê re mijûl dibin, pişre girêdana bi hêzkirina aborî, şert û mercên civakî û jiyanê derdikeve holê. Nebûna tenduristiyê di wateya wê ya berfireh de bandoreke neynî li ser berhem yan jî şiyana xebatê dike û bêyî tendurustiya derûnî dê nikaribe bi çarçoveyên civakî re mijûl bibe û pêş ve bibe. Xizmetên tenduristiyê, çi di asta pêşdebirina tenduristî, bersivdan yan pêşîlêgirtinê de be, beşek din ji dîtinên civakî yên yekbûyî yên welatan û bêyî wan, dê di gihîştina armanckirî ji xebata rêxistinên cihêreng re kêmanî hebe. Di gihiştina astên herî bilind ên saxlemiya berfireh ji bo hemûyan, di nav de jin û keç tên temsîlkirin di astên curbecur de parêzgerin. Ev yek pirsekê derdixe holê ku ew heta çi radeyê dikarin erka xwe bi hêz û hêsan bikin. Jin yekem kes bû ku bi vîrusa koronayê bandor bûyî, nemaze ji ber xemsariya karûbarên zayînê ku bûye sedema gelek pirsgirêkan. Piştî derbaskirina şoka destpêkê ya pandemiya gerdûnî, tenduristiya jinan û jiyanek minasib di nav mafên ku divê were bidestxistin.”
Armancên rêxistina tenduristî ya cîhanî û hin rêbazên ji bo jinan
Hala Saqir wiha behsa armanca rêxistina tendirustiya cîhanê kir: “Yek ji armancên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ewe ku bi hev re kar bike û hemû çavkaniyan bikar bîne, da ku tenduristî û jiyaneke minasib ji keç û jinên li herêma Ereban bê dabînkirin. Rêxistin plan dike ku bi lez û bandor bersivê bide krîzên ku jin pê re rû bi rû ne û kar bike ji bo bicihanîna wan bi awayekî rast û jinûveavakirina ewlehiyê û li vir jî wergerkirina peymanên navdewletî yên ku ji aliyê hikûmetan ve hatine îmzekirin û giringiya pêkanîna wan li ser erdê derdikeve.
“Pêdivî bi xebatek sistematik a li ser bingeha hevsengiya zayendî heye”
Hala Saqir bi bîr xist ku komek pêşnîyarên ku Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî pê bawere ku piştgirîya jinan dikin û bilêv kir: “Di serî de xebata li ser hevgirtina sîstematîk û sazûmanî ya zayendî di pêvajoyên biryardanê de, pêşxistina polîtîka û bernameyan li ser amadekarî, rêvebirin û kêmkirina xetereya karesatê, di hemû qonaxên bersivdayina kirîzê de pêwîstiya bejdarkirina jinan û leyîstina roleke sereke di pêşxistin û pêkanîna siyaset, bername û destwerdanan de û dayîna planên proaktîf, planên bersivdayînê, vegerandinê û hemû qonaxên pêkanîna wan. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di sedsala 19’an de ji bo nirxandinek li ser entegrekirina kêmendamiyê di bersivên tenduristiyê de alîkariya 18 welatan kiriye û hewil daye ku sedemên ku rê li ber wan digirin bibînin, di nav de fikra tevliheviya di navbera hebûna karûbaran û hebûna xizmet û şiyana bidestxistina wan heye. Xizmet  berdestin, lê raporê asta danûstandina dewletan bi astengên ku rê nadin van koman ku bigihîjin xizmetê û jê sûd werbigirin lêkolîn kir. Me komek pêşniyar pêşkêş kirin, di serî de pêwîste guh were dayîna jinên temen mezin, ji ber ku girîngiyek ya wan heye. Piraniya rêxistinan li ser dayik an jî dema zarokbûnê diaxivin û  jinên temen mezin îhmal dikin.”
Berpirsa Bernameya Kontrolkirina Birîndar û Tundûtûjiyê li Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Hala Saqir, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê xebat were kirin ji bo zêdekirina hilberîna daneyan bi riya lêkolînên hestiyar ên zayendî û hilberîna delîlan ji bo çêkirina siyasetek guncaw, digel nirxandina pêdiviyên taybet ên jin û keçan di van rewşan de. Ew soz dide ku raporek li ser zayend û tenduristiyê dê ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ve were derxistin û hêviya xwe anî ziman ku ew dê di nirxandina hewcedariyên taybetî yên jin û keçan de bibe alîkar.”