Komeleya Jin sala 2021'ê bi serkeftinên girîng derbas kir

Buşra Elî bal kişand ku ragihandina hevgirtina jinan yek ji biryarên stratejîk ên herî girîng e, ji bo pêşxistina çalakiyên hevpar ên jinan li ser asta herêmê û wiha bilêv kir: "Tişta herî girîng ku em îsal li ser disekinin dilsoziya vê hevgirtinê ye ku me navê "Hevbendiya Nada" lê kir, kurteya Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.”

CAROLIN BAZZI
Beyrûd- Pandemiya koronayê nebû asteng ku Komeleya Jin û rêxistinên din ên jinan di sala 2021'ê de duyemîn Konferansa Jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dar bixin. Kêşeyên  mezin rastî Komeleyê hatin ku hişt ew xwe bispêrin cîhana sanal.
"Duyemîn damezrandina konferansa jinan û destkeftiyên herî diyar ên jinan"
Der barê dijwarî û destkeftiyên Komaleya Jin û plansaziya wê ya sala 2022'an, Seroka Komeleya "Jin", Buşra Elî ji ajansa me re axivî û got: "Pirsgirêka herî girîng a ku em pê re rû bi rû mane, kêşeyeke hevpar û cîhanî ye ku ew jî belavbûna nexweşiya koronayê yei bandor li planên me û mekanîzmaya pêşketina van planan kir. Me girîngî dida em hevdîtinên rasterast bi komeleyan re ji bo zêdekirina karên hevbeş bi wan re, nemaze li ser asta Lubnanê bikin.
Buşra Elî bal dikşîne ku vîrusê hişt ew berê xwe bidin cîhana dîjîtal û wiha domand: "Vîrûsa koronayê rê li ber me vekir ku em bala xwe bidin ser xebata bi çalakiyên dîjîtal û vebûnek bilez ji me re peyda kir. Jixwe me berê jî li biryar dabû ku ji bilî komeleyên din, duyemîn Konferansa Jinan ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dar bixin lê koronayê nehişt ku ev konferans di dema xwe de ku Gulana 2020'an e, were lidarxistin, lewma ji bo Tîrmeha 2021'ê hat paşvexistin.” 
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha tîne ziman: "Tevî kêşeya mezin a ku Lubnan û cîhan pê re rû bi rû maye, me ew kêşe derbas kir û duyemîn Konferansa Jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dar xist. Ez difikirim ku ev destkeftiya herî girîng a komeleya me û hemû komeleyên ku vê konferansê organîze dikin e. Bi taybetî li gorî van şert û mercan, ji bilî biryara stratejîk a ku hatiye dayîn ku ragihandina Hevgirtina Demokratîk a Jinan a Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye, ez vê weke pêngaveke stratejîk a girîng dibînim.
"Em ji bo yekitiya jinan dixebitin"
Buşra Elî bal kişand ku ragihandina hevgirtina jinan yek ji biryarên stratejîk ên herî girîng e, ji bo pêşxistina çalakiyên hevpar ên jinan li ser asta herêmê û wiha bilêv kir: "Tişta herî girîng ku em îsal li ser disekinin dilsoziya vê hevgirtinê ye ku me navê "Hevbendiya Nada" lê kir ku kurteya Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.”
Her wiha Seroka Komeleya Jin, Buşra Elî wiha pêl da gotinên xwe: "Piştî konferansê, me komîteyeke jinan a herêmî ava kir, her endamek ji komîteyê nûnertiya welatê xwe dike û ji aliyê nûnerên jin ên ji wî welatî ve di konferansê de amade bûn, hatin hilbijartin û bi vî awayî me çendîn civîn li dar xistin û tê de me li ser pirensîpên bingehîn û pîvanên hevgirtina jinan gotûbêj kirin. Di konferansê bi xwe de jî gelek xal li ser hatin lihevkirin lê di civînan de li ser danîna xetên sereke û taybetiyên hevgirtinê  hat sekinandin. Hevpeymaniyê belgeya stratejî temam kiriye û dê di nava çend rojan de were ragihandin. Niha em taybetmendiyên plana stratejîk a vê hevpeymanê diyar dikin, armancên wê di sala 2022'an de çi ne divê em çi bikin û çawa bikin di vê mehê de em ê ragihînin.”
Buşra Elî amaje bi wê yekê kir ku Komeleya Jin yek ji saziyên vê hevgirtinê ye û organîzatorê konferansê ye û bi bîr xist ku di sala 2020'an de Komeleya Jin yek ji damezrînerên pêngava li dijî dagirkerî û qirkirina jinan bû. Buşra Elî got: “Di sala 2021'ê de me çend semînerên dîjîtal li ser asta herêmê bi giştî li dar xistin, di wan semîneran de gelek babetên girêdayî arîşeyên jinan û azadiya wan û kêşeyên ku rûbirûyê wan dibin, nemaze di warê tundûtûjiya li ser wan de, gotûbêj kirin. Her wiha mijara qirkirina jinan ku me gelek semîner li ser wê li dar xist, ji bilî qirkirina siyasî ku dibe bi tepisandina ziman û îradeyê, şikandina îradeyê û yên din bi dûrxistin, biçûkxistin, girtin û qirkirina çandî pêk were. Di semînerên dîjîtal ên jinan ên herêmê de, me ronî da ser van hemû navnîşanan.” 
"Me ji konferansa yekem ders girt"
Der barê cîbicîkirina pêşniyarên konferansa duyemîn de jî Buşra Elî wiha got: "Konferansa yekem a jinan ku di sala 2013'an de hat lidarxistin, bi pêşniyar û biryarên girîng derket lê ji ber ku tu komîte û saziyek ku bikaribe van biryaran bişopîne tunebû, mixabin ew tenê li ser kaxezê ma. Lê em girîngiya konferansa yekem a ku bû sedema lidarxistina duyemîn konferansa jinan, teqez dikin.”
Buşra Elî, destnîşan kir ku wan ders ji vê bêhevsengiyê girtine lewre ji bo zelalkirina taybetmendiyên vê hevbendiya ku me di konferansê de ragihandibû, me di konferansê de bi xwe biryar da em komîteyek ava bikin û wiha domand: "Di konferansa duyemîn a jinan de me tenê du biryar girtin lê stratejîk in. Ya yekem ragihandina hevbendiya jinan bû û ya duyem pesendkirina avakirina komîteyeke herêmî ya jinan bû, me çawaniya avakirina wê û hilbijartina endamên hilbijartî ji welatên wan diyar kir. Di heman demê de her endamek dibe pirek û girêdanek di navbera delegeyên ku li welatê xwe beşdarî konferansê bûne û di navbera komîteyê bi xwe de û ev jî pêk tê.”
Buşra Elî behsa dibêje ku wan nêzî pênc-şeş civîn bi vî rengî li dar xistine û wiha lê zêde kir: "Em dikarin bibêjin ku hemû delegeyên konferansê beşdarî amadekirina vê belgeyê bûne. Em difikirin ku stratejiya hevgirtinê li gorî armanc, prensîb û nirxên wê bi pêş bixin û wê çawa veguherînin plansaziyek stratejîk a dirêj, navîn û demkurt û em ê heman mekanîzmayê bi beşdariya hemû nûnerên jin bipejirînin. Di dawiyê de, ji bo ku em li ser vê stratejiyê û belavkirina erkan di nava endamên komîteyê de bisekinin, em ê komxebatek ku tê de hemû delegeyên jin beşdar bibin saz bikin. Her wiha me li hev kir ku hevbendî bibe xwedî serokatiyeke sê alî, da ku tenê bi kesek re sînordar nemîne, ev jî dê bibe alîkar ku ruhê komê xurt bike. Emîndariya giştî ya hevbendiyê ji 17 kesayetiyan pêk tê ku endamên komîteyê yan jî navokê damezrîner ên vê hevpeymaniyê ne. Jixwe kongreya giştî ya vê hevpeymaniyê dê her sê salan carekê were lidarxistin û di her konferansê de dê plana stratejîk û çawaniya cîbicîkirina wê were nirxandin. Komele gelek projeyên xwe yên girîng  hene ku li ser dixebite di çarçoveya plansaziyên xwe yên sala 2022'an de ku dê di dema pêş de eşkere bibin.”
"Têkoşîna jinan pirsgirêkek kombûyî ye"
Ji bo bîranîna têkoşer Sakîne Cansiz semînerek hat organîzekirin ku Buşra Elî li ser girîngiya lidarxistina semînerên ji bo ronîkirina jiyana têkoşer û şehîdên jin axivî û wiha got: "Ev mijar yek ji xalên herî girîng e ku di konferansê de hatiye qebûlkirin û ji aliyê koalîsyonê ve hatiye pesendkirin, yek ji prensîb û nirxên herî girîng ên koalîsyonê jî bîranîna jinên pêşeng ên herêmê ye ku yek ji wan jî Sakîne Cansiz bû, me di semînereke berê de behsa wê kiribû. Weke hevgirtin jî em ê li ser vê mijarê rawestin û jinên pêşeng ên her welatî bidin nasîn û bi bîr bînin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Têkoşîna jinan pirsgirêkeke kombûyî ye. Têkoşîna jinan girêka rêzetêkoşînên domdar û bi hev ve girêdayî ye. Eger em rabirdûya têkoşîna jinan a li herêmê nizanibin, em ê nizanibin ku em li ser esasê çi ne, em ber bi ku ve diçin û kumpasa me li ku derê nîşan dide.” 
Seroka Komeleya Jin, Buşra Elî teqez kir ku divê ew vegerin dîroka xwe û bibînin ka çi stasyonên dîrokî hene, bi taybetî ji bo jinan û got: “Divê em vê dîrokê di çarçoveya nirxên serdema ku em tê de dijîn de vejînin da ku li gorî guhertinan bimeşin û bikaribin vê dîrokê bipejirînin û asta wê zêdetir bilind bikin. Ev girîngiya naskirina mîrateya têkoşînê ya li herêmê ye, ji ber vê yekê em li ser van mijaran rawestiyan. Ji ber vê yekê me ronî da ser kesayetên jin ên li herêmê ku fikra wergerandina pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê "Jiyana min hemû têkoşîn bû” derketiye holê û ez ê li ser wergerandina beşên duyemîn û sêyemîn bixebitim”