"Kuştina bi mayînan ji ber bêdengiya mirovahiyê ye "

Li herêma Kurdistanê bi taybetî li navçeyên ser sînoran ji ber hebûna mayînên çandî heta niha jiyana hemwelatiyan di nava metirsiyê de ye, hikumet û aliyên pêwendîdar dibêjin ku ew hewl didin tune bikin lê belê hê jî hejmara qurbaniyên ji ber mayînên berê hatîn çandin kêm nebûye.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Her roj em nûçeyên kuştina kesan ji ber sedama mayînên çandî li navçeyên sînoran dibihîsin, yan jî ji ber mayînên çandî gelek kes qeza derbas dikin û astengdar dibin. Başûrê Kurdistanê dema ku di bin desthilatdariya rejîma Baasê de bû li navçeyên sînoran û nêzî gundan gelek mayîn hatin bicihkirin, niha jî hewldanên cidî ji bo paqijkirina van mayînan tune û jiyana hemwelatiyan di nava metirsiyê de ye.
Berpirsyarara rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan a lraqê Silêmanî Gulan Kemal der barê mayînên çandî de ji ajansa me re axivî û got: “Karê sereke yê dezgaha me bi taybetî ji bo paqijkirina mayînên çandî ye, her wiha beşa şiyariyê heye ku hemwelatiyên li cihê mayîn lê heye hişyar dikin di vê rêveberiyê de em piştgiriya qurbaniyên mayînan ku ji ber mayînên çandî qeza derbas kirine û astengdar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane û bûne xwedî pêwîstiyên taybet dikin.”
“Niha jî li xaka Kurdistanê mayîn û teqemenî tên çandin”
Gulan Kemal da zanîn ku her çendî ku rêveberî hewldana paqijkirina zevî û xaka Kurdistanê ji mayînan dike lê belê careke din xaka Kurdistanê niha jî ji aliyê dagirkeran ve mayîn lê tên çandin ev jî dibe sedem ku gelek hemwelatiyên li navçeyên sînoran bibin qurbaniyên mayînên çandî û wiha domand: “Piraniya ew navçeyên ku mayîn lê hatine çandin navçeyên sînorî ne ji ber wê paqijkirina wan karek zehmet e. Ji ber vê bi qasî ku ji me tê em hewl didin hemwaltiyan bi giştî yên li navçeyên sînoran hişyar bikin ev jî bi riyên cuda em dikin em li dibistanan semîner didin xwendekaran bi wêne û şanoyan û belavkirina belavokan hewl didin hemwelatiyan şiyar bikin. Hemwelatî jî li gorî rênimayan nameşin û pê li mayînan dikin sedema wê jî xirabûna aboriyê ye ji ber hemwelatiyên navçeyên sînoran mayînan kom dikin û difiroşin û hinek ji wan kesên ku kom dikin jiyana xwe ji dest didin yan jî dibin xwedî pêwistiyên taybet.”
Kêmûkurtiyên rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan çi ne?  
Gulan Kemal bal kişand ser xirabiya rewşa aborî û hebûna vîrusa koronayê bûye sedem ku karûxebatên paqijkirina mayînan li gorî salên din kêm bûye û wiha got: “Rêveberiya ser bi encumena wezîran ji ber rewşa xirab a aborî karê rêveberiyê lewaz kiriye salên borî di nava hefteyekê de piraniya rojan serdana navçe û zeviyan dikin. Lê belê îsal di nava hefteyekê de du roj serdana navçe û zeviyan dike, ev jî rêjeyek kêm e û piştre dibe sedema zêdebûna qurbaniyan. Sedema zêdebûna qurbaniyan ji ber rênimayan bi cih naynin û li her zeviyê ku mayîn lê heye nîşana agahdarkirinê lê heye û hemwelatî van agahiyan li ber çavan nagire.”
Tenê di nava sala 2021’ê de rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan serdana 43 gundan kiriye ji derveyî qezayan, bi mebesta şiyarkirina hemwelatiyan ku tê de 1341 hemwelatî jê sûd girtine, li gorî daneyên rêveberiyê salên borî serdan zêdetir bû.
Li gorî daneyên sala 2021’ê 42 bûyerên teqîna mayînan tomar kirine ku ji ber vê yekê 19 hemwelatî jiyana xwe ji dest dane û 23 kesên din birîndar bûne, di sala 2020’an de paqijkirina zeviyan zêde bû û li gel vê jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndaran zêde bû. 
Li gorî daneyên rêveberiyê 601 hezar û 151 metre zevî ji mayîn û teqemeniyan hatine paqijkirin, hejmara wan mayîn û teqemeniyan zêdeyî hezar û 894 mayînan bû ku ew ji mayînên li dijî kes û tangan bû her wiha zêdeyî 22 hezar û 918 parçeyên teqemeniya bi navê IED û yên piştî şer mabûn.