Şehrîban Tepelî: Em 38 sal in têkoşîna hiqûqê dimeşînin

Hevjîna mamoste Maksut Tepelî yê ku di 2'ê Sibata 1984'an de li Stenbolê hat binçavkirin, Şehrîban Tepelî pirsa kesên windayî kir û wiha got: “Ev 38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin da ku cihê gora Maksut bibînin û polîsên ku îşkence kirine bên darizandin.”

 
Stenbol - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 881’ê de ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine qetilkirin û bi daxwaza kujer bên dîtin, darizandin û cezakirin hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta mamoste Maksut Tepelî (28) ku di 2’ê Sibata sala 1984’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin, hat pirsîn. 
Bi awayekî birîndar rastî îşkenceyê hat 
Maksut Tepeli yê ku li Kuçukbakalkoyê wek mêvan çû mala hevalekî xwe, dema dît deriyê malê şikestiye ji cihê bûyerê dûr dikeve. Lê belê polîsên ku kemîn li ber Maksut Tepelî danîne, guleyan lê dibarînin û wî birîndar dikin. Tevî du hevalên wî, di nava betaniyeyekê de dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê û li wir tevî birîndariya xwe ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyê tê. Maksut Tepelî di encama îşkenceyê de dikeve komayê. Li gorî îfadeya 3 kesên ku wê demê hatibûn binçavkirin, Maksut Tepelî di 5'ê Sibatê de rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê û careke din agahî jê nehatiye girtin.
"Piştî derbeyê hat binçavkirin"
Hevjîna wî Şehrîban Tepelî da zanîn ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, lêgerîna Maksut Tepelî dest pê kiriye, diyar kir ku piştre jî hatiye binçavkirin. Şerîban Tepelî diyar kir ku di dema îşkenceyê de polîsan gotine ‘me ewqas îşkence kir lê dîsa jî navek jî neda’, wiha got: “Ev 38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin da ku cihê gora Maksut bibînin û kujerên wî bên darizandin.” Şehrîban Tepelî piştre jî helbesta ku hevjînê wê ji bo keça xwe nivîsandibû xwend. 
“Em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin”
Şehîrban Tepelî bertek nîşanî girtina Qada Galatasarayê ya ku her hefte malbat ji bo li aqubeta ximên xwe bipirsin û kiryar bên cezakirin çalakiyan li dar dixin û diyar kir ku ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya maf û edaletê bernedin.
"Serlêdan bêencam man”
Parêzera dozê, Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî mafê axaftinê girt û da zanîn ku serlêdanên wan ên ji bo dîtina Maksut Tepelî bi erênî nehatine bersivandin. Gulseren Yolerî got ku tevî serlêdana hevjîna Maksut Tepelî Şehrîban Tepelî ya sala 2003’an jî; bi salane dozgeriyê tiştek nekiriye, diyar kir ku di 2006’an de xuya bû ku Maksut Tepelî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û li goristana bêkesan hatiye veşartin. Gulseren Yolerî wiha got: “Heta cihê gorekî jî tê diyarkirin. Lê cenazeyê wî nadin malbatê. Ji bo vê jî bersiva ‘cihê definkirinê nehat diyarkirin’ tê dayîn. Ji ber vê yekê cenazeyê Tepelî hê jî winda ye."
“Dosya hê jî vekirî ye û em li benda encamê ne”
Gulseren Yolerî bal kişand ku polîsên Maksut Tepelî binçav kirine tên zanîn lê tu ceza li wan nehatiye birîn û diyar kir ku lêpirsîna di sala 2003’an de hatiye vekirin jî ketiye ber hinceta demboriyê. Gulseren Yolerî destnîşan kir ku wan piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane, Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta dema wê boriye daxwazên wan red kiriye û ji ber vê yekê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane, diyar kir ku dosya hê jî vekirî ye û ew li benda encamê ne.
“Berpirsyariyên xwe bi cih bînin”
Piştre jî ji çalakgerên Şemiyê Fatma Yorur mafê axaftinê girt, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala darazê bi rêk û pêk nayê xebitandin. Fatma Yorur ev bang kir: “Bi hinceta demboriyê hewl didin têkoşîna lêgerîna maf û edaletê ya malbatan bêbandor bikin. Ji bo Tepelî ku 38 sal berê li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hatibû binçavkirin û windakirin, bila hiqûqê bixin meriyetê. Berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina çarenûsa wî û darizandina kiryarên hatine tesbîtkirin bi cih bînin.”