Li Misirê li dijî sinetkirina jinan çalakiyên hişyariyê

Yek ji şêwazên herî xerab ên şîdeta fîzîkî li dijî jinan di dema zaroktiya wan de sinetkirin e. Sinetkirina jinan bandorek neyinî di warê tenduristî, derûnî û civakî de çêdike, tu sedem û huncet nîn e ku malbat canê zarokên xwe binpê bikin û vî sûcî der barê keçên xwe de pêk bînin, ev yek jî dibe sedem ku hemû cîhan li hemberî vê diyardeyê çalakiyên hişyariyê dest pê bike.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- 6'ê Sibatê roja cîhanî ya li dijî sinetkirina jinan tê zanîn, bi boneya vê rojê gelek çalakî hatin lidarxistin, di vê çarçoveyê de komxebatên hişyariyê û perspektîfên çareseriyê hatin lidarxistin.
Sê mijarên sereke di komxebata Navenda Jinan a Hişyariya Hiqûqî li ser diyardeya sinetkirina jinan hatin nîqaşkirin
Navenda Jinan a Hişyariya Hiqûqî komxebatek li dar xist da ku asta zanista parêzerên jin li ser xeterî û bandora sinetkirina jinan li Misrê û bandora wê ya neyînî di warê fizîkî, derûnî û civakî de li ser jinan, xurtir bikin.
Rêvebera Tenfîzî ya Navenda Jinan a Hişyariya Hiqûqî Asmaa Ramzî got ku bi bi boneya Roja Cîhanî ya Sinetkirina Jinan, wan bi parêzerên jin re komxebatek li ser çawaniya doz û pêşkêşkirina parastinê di dozên sinetkirina jinan de bikin, li dar xistine.
Asmaa Ramzî diyar kir ku navend girîngiyeke mezin dide aliyê derûnî û zirarên ku di encama sinetkirina keçan de rû didin, bi riya pêşkêşkirina komxebatek taybet ji bo piştevaniya derûnî ji kesên ku di zaroktiya xwe de rastî sinetkirinê hatine da ku alîkariya wan bin ji bo vê qeyranê derbas bikin û jiyana xwe bi awayekî baş bijîn.
Asmaa Ramzî teqez kir ku qanûn sinetkirina jinan wekî sûc dibîne li gorî benda 242 a qanûna ceza ku qanûna jimare 10'an a sala 2021'ê ku cezayê ji 5 sal heya 10 salan cezayê girtîgehê tê dayîn. Her wiha wê da zanîn ku ji sedî 92 jinên li Misrê rastî sinetkirinê hatine û ji sedî 72 ji wan ji aliyê dektoran ve hatine sinetkirin.
"Armanca komxebatê ji bo dîtina çareseriyê û belavkirina hişmendiya qanûnî di mijara sinetkirina jinan de ye"
Parêzera  Navenda Jinan a Hişyariya Hiqûqî Sohêr Ebû Shelawa diyar kir ku komxebata ji aliyê navendê ve hatiye organîzekirin bi beşdarbûna hejmareke zêde ya parêzer û derûnînasên jin bi mebesta belavkirina hişmendiya qanûnî û çandî li ser mijara sinertkirina jinan û peydakirina çareseriyê ye ku pêdivî bi hişyariyek mezin heye ji ber ku ev diyarde bi berfirehî di nava civaka Misrê de hatiye belavkirin.
Di komxebata Navenda Jinan a Hişyariya Hiqûqî de sê mijarên sereke hatin nîqaşkirin, ew jî pênaseya şîdeta li ser bingeha zayendî, nirxandina krîz û bandorên neyînî yên sinetkirina jinan li Misrê ye. Mijara duyemîn pîvanên olî yên girêdayî heman mijarê her wiha mijara sêyemîn jî rewşa hiqûqî ya taybet ji bo van kiryaran e.
"Em ê dîmenên hişyariyê bi riya şanoya înteraktîf pêşkêş bikin" 
Parêzer û Seroka Desteya Bawermendan a Însiyatîfa Parêzerên Jin ên Misrê Hîba Adil destnîşan kir ku ew bi tundî di mijara sinetkirina jinan de dixebitin û zêdetir ji yek çalakiyên wan hene, di nav de derxistina belgeyek bi guhertinên qanûnî yên tê xwestin û wiha domand: "Em ê dîmenên hişyariyê bi riya şanoya înteraktîf û di nav civînên amadebûn û nîqaşê de li bajarê nû yê îktoberê pêşkêş bikin. Însiyatîfê di mijara têkoşîna li dijî sinetkirina jinan de, bi taybetî di asta qanûnî de, ji ber ku yek ji hêza xebatê ya li dijî sunetkirina jinan e, zêdetirî astekê kar kiriye."
"Pêwîst e sinetkirina jinan di mufredatên perwerdeyê de were bicihkirin" 
Hîba Adil teqez kir ku di mijara sinetkirina jinan de di civaka Misrê de pêşketinek mezin çêbûye û her çend hin kes di wê baweriyê de ne ku çareseriya diyarker di pêşvebirina qanûnî de ye jî pirsgirêkên ku di nav adetên civakê de ne, pêdivî bi faktorên alîkar û piştgirîkirina zagonan heye. Heba bal kişand ku mijara sinetkirina jinan di gelek qonaxên krîmînalîzekirinê re derbas bûye û destnîşan kir ku guherîna herî dawî dergehê bêcezakirinê girtiye û wiha pê de çû: "Pêdiviya ku sinetkirina jinan di mijarên di mufredatên perwerdeyê de were bicihkirin, ji bo perwerdekirina zarokan ji bo parastina bedan wan her wiha peydakirina agahdarî û mekanîzmayên ragihandina vê tawanê." 
"Kampanyaya Tedwînê ya ji bo pêşîlêgirtina sinetkirina jinan"
Yek ji çalakiyên ku bi wesîleya Roja Navneteweyî ya Li Dijî Sinetkirina Jinan hat lidarxistin, Navenda Lêkolînên Zayendî ya Tedwîn di bin hashtagê "Pêşî Sunetkirina Jinan bigirin" kampanyayek hişyariyê da destpêkirin. Di daxuyaniyeke fermî ji aliyê navendê ve teqezî li ser pêwîstiya çavdêrî û dadgehkirina berpirsên vê tawanê ji aliyê Wezareta Tendirustî û Nifûsê ve li nexweşxaneyên hikûmetê û taybet, hat kirin. Kampanya Navenda Tedwîn daxwazên xwe arasteyî parlamentoya Misirê kir ku di vê mirarê de zêdetir kar bike bi riya çavdêrîkirina performansa hikûmetê ji perspektîfek ku rê dide cihêkariya erênî ji bo jin û zarokan.