Projeya "damezrîner û rêber" ji bo bilindkirina rola jinan di civaka sivîl de hat organîzekirin

Projeya "damezrîner û rêber" ku ji aliyê platforma Athr ve ji bo piştgiriya civaka sivîl hat organîzekirin û piraniya xebata vê projeyê ji bo jinan ji bo ku karibin bi awayekî stratejîk plansaziya rêvebirin û avakirina rêxistinan bikin e.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Ji bo bihêzkirina rola jinan di warê plansaziya rêvebirin û avakirina rêxistinan de projeya "damezrîner û rêber" hat organîzekirin, girêdayî avakirina vê projeyê koordînatora projeya "damezrîner û rêber" û endama saziya platforma Athat Îstebreq El-Hûtî wiha got: "Proje ji hêla platforma Athar ve hat organîzekirin û ji hêla Rêxistina Navneteweyî ya Raporkirinê ji bo Demokrasiyê hat piştgirîkirin." Her wiha wê destnîşan kir ku proje 4 çalkiyên cuda di nava xwe de dihewîne û hemû jî girêdayî mijarê jinan in.
"Çalakiya yekemîn komxebatek zanistî bû"
îstebreq El-Hûtî diyar kir ku çalakiya yekem di çarçoveya projeyê de komxebatek zanistî bû ku tê de 8 gotarên lêkolînê yên  di warê beşdarbûna jina di civaka sivîl de ji aliyê aborî, civakî û siyasî hatin pêşkêşkirin, di dawiya komxebatê de ew 8 gotarên lêkolînê wekî pêşnİyar ji bo pêkanîna di pêşerojê de ku wê ji biryardêran re werin pêşkêşkirin, hatin formulekirin.
Koordînatora projeya "damezrîner û rêber" û endama saziya platforma Athat Îstebreq El-Hûtî destnîşan kir ku projeya "damezrîner û rêber" di navbera 29'ê Çile û 2'ê Sibatê de hat lidarxistin, ev piroje ji aliyê platforma Athar ji bo piştgiriya civak sivîl, bi piştgiriya Rêxistina Navneteweyî a Raporkirinê ji bo Demokrasiyê û şandeya Ewropayê li Lîbyayê hatiye organîzekirin, proje ji bo bilindkirina rola jinên ku temenê wan ji 18 heya 30'î salî de ye.
"Çalakiya duyemîn kurseke perwerdeyê bû "
Çalakiya duyemîn a projeyê kurseke perwerdeyê ya bilindkirina rola jinan di warê damezrandin û rêvebirinê de bû ku keçên ciwan di warê rêvebirin, damezrandin û plansaziya stratejîk perwerde dikin û zanista wan di van mijaran de xurt dikin, kursên perwerdeyê ji hêla mamosteyên pispor ve hatin dayîn. Koordînatora projeyê Îstebreq El-Hûtî wiha anî ziman: "platforma Athar ji mamoste û beşdarvanên projeyê daxwaz kir ku di dawiya perwerdeyê de pêşniyarên xwe yên ji bo projeyan pêşkêş bikin û min jî pêşniyarên xwe bi awayekî baş pêşkêş kirin."
"Çalakiya sêyemîn û çaremîn bi riya weşana li ser radyoyê bû"
Çalakiya sêyemîn ew bû ku bi riya radyoyê hinek xelek li ser jinên pêşeng ên civaka sivîl ku serkeftin qezenc kirine, dan weşandin. Lê çalakiya çaremîn jî bi şêwazê vîdyoyekî ku serkeftinên çalakvanan û serkeftinên jinan di hemû qadan û li hemû herêman jî nîşan dane.
"Daxwaz û mebesta jinan ew e ku xwe bi pêş bixin"
Der barê hejmara jin û keçên ciwan ên ku dê werin perwerdekirin de Îstebreq El-Hûtî wiha anî ziman: "Proje 45 jinên ciwan ji bo peşdarbûna perwerdeyê di nava xwe de hewandine lê daxwazên ku gihîştin me ji bo beşdarbûna perwerdeyê ji vê hejmarê bêtir bû û daxwaz jinan ji bo bêşxistinê di hemû waran de pir hebû ji ber vê yekê dibe ku em projeyê careke din jî vekin lê dema ku em careke din vê projeyê vekin dê proje bi hêza xweser a platforma Ather bê organîzkirin bêyî ku Rêxistina Navneteweyî a Raporkirinê ji bo Demokrasiyê be, piştgirî bike."
"Beşdariya jinan di civaka sivîl de ji sedî 16 derbas nabe"
Îstebreq El-Hûtî da zanîn ku proje li gorî lêkolînên Komîsyona Civaka Sivîl hatine pêşkêşkirin û wiha pê de çû: "Di lêkolînan de derketiye holê ku rêjeya beşdarbûna jinan di civaka sivîl de di damezrandinê de ji sedî 16 derbas nabe lê di karê dilxwazî de ev rêje zêdetir e. Em ê piştgiriyê bidin projeyên ku ew di vê projeyê de pêşkêş dikin."
"Di demên pêş de encam dê baş bin"
İstebreq El-Hûtî eşkere kir ku yek ji mercên beşdarbûna projeyê ew bû ku temenê jinên tevlî bibin di navbera 18 û 30 de be û wiha domand: "Me biryar da ku em vê kategoriyê bikin hedef da ku em tê de tovê girîngiya civaka sivîl û girîngiya beşdarbûna di nav wê de weke sazî û rêveberî  biçînin û li gorî vê yekê di demên pêş de encamên baş bibînin. Kesên ku niha di civaka sivîl de cih digirin temenê wan ji 30 salî zêdetir e, ji ber vê yekê pêwîst e ku bala xwe bidin qonaxa ji 18 heta 30 salî da ku paşê karibin kar werbigirin û baş zanibin bixebitin."
"Pêşxistina jêhatiyên min ên kesane"
Fatima El-Fayîdî got ku ew beşdarî vê projeyê bûye da ku jêhatiyên xwe yên kesane bi pêş bixe û wiha berdewam kir: "Ez fêr bûm ka meriv çawa ji nû ve projeyek an rêxistinek damezrîne û çawa em dikarin amûrên pêwîst ji bo vê damezrandinê bi kar bînin. Niha projeyek min û hevala min heye ku me jê re navê Fesîle hilbijartiye, ew projeyek girêdayî perwerdeya derûnî ye û di pêvajoya xebatê de ye."
"Daxwaza min ew e ku ez bi xwe projeya xwe bi rê ve bibim"
Salma El-Xirbalî diyar kir ku tevlibûna wê ya di vê projeyê de di encama xwesteka wê de hat ku ew projeya xwe bi xwe bi rê ve bibe û wiha pê de çû: "Projeya min perwerdeya derûnî ye. Ez derbasî vê perwerdeyê bûm ji ber ku min hemû derfet tê de dîtin da ku ez bikaribim plansaziya projeya xwe binivîsim û li sponsorên projeyê bigerim." 
"Platformê perwerdeyek da min da ku bibim damezrînera rêxistina xwe"
Rîtaj El-Rayîd anî ziman biryara wê ya çûyîna vê perwerdeyê biryarek rast bû û wiha got: "Min hest bi bandora perwerdeyê li ser koma berê kir. Biryara min a derbasbûna vê perwerdeyê biryarek rast bû. Platformê perwerdeyek da min da ku bibim damezrîner û rêberek ji bo rêxistina xwe. Min berê di damezrandina rêxistinekê de ezmûnek têkçûyî jiyabû lê di van çend rojên ku ez di vê perwerdeyê de bûm min dizanibû ku çima rêxistina min têk çû ku ji ber bingeha wê şaş bû lê piştî perwerdeyê ez hêvî dikim ku bikaribim rêxistina xwe ji nû ve ava bikin."