“Kuştina bi mayînan ji ber bêdengiya mirovahiyê ye”

Ji ber şerê heşt salan ê di navbera Iraq û Îranê de gelek ji xelkên Pêncewînê beşek ji bedena xwe di encama qazayên ji ber mayînan winda kirine û astengdar mane. Sedema vê ya sereke jî çandina mayînan li navçeyên dorûberên zeviyan e, ev jî jiyana hemwelatiyên Pencewînê xistiye nava metirsiyê.

Yekem navçeya ku bûye qurbaniya mayînên çandî Pencewîn e
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Navçeya Pencewînê yek ji wan cihan e ku rêjeya herî zêde ya mayînan tê de hatine çandin û di nava 60 milyon metre zeviyan de mayîn hatine çandin. Ji ber wê gelek ji xelkên herêmê di encama qezayan de bûne xwedî pêwistiyên taybet û heta niha jî tirsa xelkê ji hebûna mayînan heye û rojane bi tirs diçin ser zeviyên xwe û kar dikin.
Em weke ajansa NUJINHA çûn Pencewînê û me ji nêzve hemwelatî dîtin, weke bi xwe behs dikin, li vê herêmê malek nîn e ku tê de qurbaniyên mayînên çandî tunebe, sedema vê yekê jî bêxemiya hikumetê ye.
Rêxistina yekitiya kêmendaman di sala 1996’an de hatiye damezrandin û zêdeyî hezar û 200 xwedî pêwîstiyên taybet hene ji vana 300 ji wan jin in, ew kesên ku ji ber mayînên çandî li herêma Pencewînê jiyana xwe ji dest dane zêdeyî hezar kesan in. Berpirsyarê rêxistinê Serdar Ezîz di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re ev yek diyar kir: “Ev daneyên heta sala 2015’an e, ji ber ku wê demê hikumetê û rêxistinên din alîkarî nekirine nav nehatine tomarkirin, tenê bi riya xêrxwazan karê rêxistinê bi rê ve çû. Ev dane, yên şehîdên mayîn, teqemenî û tenê daneyên xwedî pêwîstiyên taybet in. Piraniya ew kesên xwedî pêwîstiyên taybet hemû ji ber mayînên çandî ne û ji herdu zayendan pêk tên. Sedema  vê jî şerê heşt salan ê di navbera Iraq û Îranê de ye ku Pencewîn weke navçeyek sînorî bû. Bi vê ve girêdayî jî hikumet alîkariya xwedî pêwîstiyên taybet nake, tenê xêrxwaz alîkarî dikin.” 
"Tu tiştek bi qasî wê nexweş nîn e ku mirov parçeyek ji bedena xwe bide"
Amîna Mehemedî ya 48 salî yek ji wan kesên ku ji ber teqîna mayînên çandî lingek xwe ji dest daye wiha behsa çîroka ji destdana lingê xwe kir û got: “Di sala 1991’ê de dema ku temenê min 20 salî bû hê nezewicîbûm li nêzî çemê Şilêr min pê li mayînê kir û ji ber vê yekê min lingê xwe ji dest da û piştre lingê plastik ji min re çêkirin. Divê du sal an jî her çand sal carekê lingê min were guhertin ger neyê guhertin dêşe, rêveberiya karûbarên mayînan tenê ji bo belavkirina hişyariyê dihatin, ev du sal in tu kes nehatiye, ji ber vê erka hişyarîkirina malbat û zarokên me dikeve ser milên me.”
"Ji ber dabînkirina jiyana xwe min lingê xwe ji dest da"
Minure Ehmedî ya 40 salî diyar kir ku di sala 2007’an de ji bo debara jiyana xwe bike li gel malbata xwe çûbû ser zevî û xwest kar bike wê demê lingê wê ket ser mayînê û pê ve teqiya ji wê rojê heta niha bûye xwedî pêwîstiyên taybet û wiha got: “Wê demê hevjîn, dayik û bavê min li gel min bûn û ji min re gotin te lingê xwe ji dest daye ji wê rojê heta niha jiyana min gelek zehmet bûye lê belê bi hemû hêza xwe ez hewil didim bikaribim bi şêweyek asan weke hemû kesên din bijîm. Nikarim biçim derve ji ber lingê min dêşe, em hemû ditirsin zarokên me pê li mayînan bikin jiyana me di metirsiyê de ye.”
"Dema bêhêvî bûm malbat û hevalên min alîkariya min kirin"
Aftaw Mehmûd a temenê wê 55 salî û xelkê navçeya rawgana nêzî Pencewînê ye wiha behsa çîroka ji destdana lingê xwe kir û dibêje: “Zeviya me hebû me yê tê de mal ava bikira, di sala 1992’an de dema ku ez çûm nava zevî kiraba mayînê lê hebû, wê demê temenê min ji 20 salî zêdetir bû dema ku mayîn bi lingê min ve teqiya min tu êşê hîs nekir wê demê ez gelek ji jiyanê bêhêvî bûm, bi taybetî di wê demê de malbat, heval û hevjînê min gelek piştgiriya min kirin, ez ê bizewiciyama dema ku mayîn bi lingê min ve teqiya li nexweşxaneyê em zewicîn.”
Eftaw Mehmûd xwedî çar zarokan e da zanîn ku hikumetê tu alîkariya wan nekiriye ne di aliyê madî ne di aliyê manewî de û her kes ditirse û got: “Ji ber wê daxwaz ji hikumetê dikim ku selametiya canê hemwelatiyan bifikire û bi erkê xwe rabe û hewl bide navçeyan paqij bike û tîmên paqijkirinê zêdetir bikin û pêşiya zêdebûna qurbaniyan bigrin. Em 150 hezarî navên, ji ber pêwîstiyên me bi vê pereyê kêm bi cih nayên.”