Projeya "Virtual young Changemakers" ramanên ciwanan vediguherîne projeyên pêşketina civakê

Ji bo pêkanîna ramanên ciwanan Rêxistina Aşoka ya Welatên Ereb projeya "Cirtual young changemakers" bi hevkariya dibistan El-îbtikar Xanê ku li Misrê û tevahiya welatên Ereb yekemîn e, organîze kirin û nêzî 60 xort û keçên ciwan ku temenê wan di navbera 14 û 21 salî de ye, ji Lubnan, Filistîn, Misir, Sûriye, Urdun û Tûnisê beşdar bûn.

 
ASMAA FETHÎ
Qahîre- Projeya "Virtual young xhangemakers" ji bo ciwanên xwedî raman ên ku nikarin ramanên xwe bixin meriyetê, bibe destek da ku ramanên xwe bi riya projeyan pêk bînin û derfetên kar ji wan re peyda bike hatiye amadekirin. Kategoriya ciwanan komek ji ramanên nûjen ku alîkariya guhertinê dike pêşkêş kir û piştre bi rêxistina "Aşoka ya welatên Ereb" re dest bi rêwîtiyek tije piştgirî kir ku bi pêşxistina hişmendiyê dagirtî bû da ku ramanan di rastî de bixe meriyetê her wiha ji bo jêhatiya bi riya perwerde û kursên girêdayî awayên xebata li ser guhertina civakê bêtir xurt bikin. 
Di nava 6 mehan de ku bi xebata li ser perwerdeyê dagirtî bû raman hatin pêşkêşkirin û ji 60 beşdaran nêzî 15 kes gihîştin qonaxa dawiyê û ji nav van 15 kes gihîştin qonaxa herî dawî ku serkeftin bi dest xistin û di warê aborî û pêkanîan ramanên xwe yên nûjen de piştgiriya teknîkî peyda kirin û hatin xelatkirin.
"Piştgiriya civakî di piştgirîdayîna xebata civakê de xwedî roleke girîng e"
Rêvebera herêmê ya Rêxistina Aşoka ya Welatên Ereb û cîgera serokê desteya rêveber Iman Baibars behsa rola wezareta hevgirtina civakî di dema krîza koronayê de kir ku her kesê di wê demê de êş kişand lê nêzî 570 milyon cîneye (pereyên Misrê) hat pêşkêşkirin da ku projeyên xwe pêk bînin û wekî derfetê kar peyda bikin.
Iman Baibars got ku Wezareta Hevgirtinê giringî daye peydakirina derfetên kar ji bo katekoriya ciwanan û dabînkirina derfetên hewcedariya aborî bi awayekî giştî her wiha wê teqezî li ser pêwîstiya guhdana li ser aliyê civakî yê guhertinê û piştgirîdayîna hemû gavên ku beşdarî avakirinê dibin, kir.
"250 zarokan ji bo pêşbirka projeyê serlêdan kirin"
Îman Bîbris got ku nêzî 250 zarokan ji bo pêşbirka projeya "Virtual young changemakers" serlêdan kirine û ew hemû pir jêhatî ne lê nirxandin û hilbijartin bi komek pîvanan ve girêdayî bû û wiha domand: "Armanc ji vê projeyê dîtina destpêşxeriyek civatê bû ku asta berjewendiya kesên dixwazin beşdarî "Virtual young Changemakers" bibin ji hawirdora derdorê re û bandorê li krîzên wê nîşan bide."  
"Wezaret li ser rêjeyên bêkarî û xizaniyê disekine" 
Wezîra Piştevaniya Civakî Nêvîn El-Qebac bal kişand ku bêyî aliyê aborî cihê axaftinê li ser aliyê civakî namîne ger wisa nebe dê mijar bibe negihîştina dawazên geşepêdanê yên li ser erdê û wiha pê de çû: "Karê geşepêdanê pêwîstî bi ramanên sektora taybet heye ku nirxa dem û karbidestiya performansê, parastina berjewendî û destkeftiyan û redkirina tiştê ku kar asteng dike yan vedigerîne. Di warê serkirdayetiya civakê de, Wezaret li ser rêjeyên bêkarî û xizaniyê li hin deveran, ji bilî xebata tîmê û guhertina civakî, disekine."
Înas Saad ku bû yek ji 5 serkeftiyên projeyê; diyar kir ku beşa bijîjkiya diranan dixwîne, 
biryar da ku li ser asta malbata xwe kampanyayeke hişyariyê li dar bixe. Her wiha biryar da ku bi rêxistina "Aşoka Cîhana Erebî" di destpêşxeriya Edent de beşdar bibe. Înas Saad got ku ew di perwerdeya xwe ya bi Rêxistina Aşoka re gelek tişt fêr bûye û wiha pê de çû: "Di bin çavdêriya Aşoka de, ez ê firçeyên diranan ji Çînê îtxal bikim û ez ê wan di du kargehên potansiyel de çêbikim û piştre dê projeya min bi pêş ve biçe." 
Hêjayî gotinê ye ku rêxistina "Aşoka Cîhana Erebî" ya ku di sala 1980'ê de hatiye damezirandin, li 93 welatên cîhanê kar dike û weke mezintirîn saziya piştevaniya afrîneran tê hesibandin, ji ber ku nêzî 3600 afirînerên civakî di nav xwe de dihewîne.