rojane
-
Li Xezayê şîdet zêde dibe: Jin ji bo gilî bikin li benda agirbestê ne
Ji ber êrişên Îsraîlê, jinên ku li navendên stargehan dimînin, ji bo jiyanê di mercên gelek zor û zehmet de têdikoşin, rastî şîdeta mêran tên. Parêzer Naima Îsbitan, diyar kir ku jin ji bo giliyê kiryaran bikin li benda agirbestê ne.
-
'Bi rû bin jî bi qrawat bin jî divê em li dijî çeteyan şer bikin’
Saba Şahîn der barê çarenûsa Efganistan û Sûriyê got: "Çi rih berdin çi krawat li xwe bikin navên DAIŞ, HTŞ, El Nûsra, El Qaîde çi dibe bila bibe, fikrên wan yek in” û li dijî polîtîkayên li dijî jinê banga têkoşîna hevpar kir.
-
‘Bila butçe ne ji şer re ji bo gel were xerckirin’
Li Tirkiyê ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd butçeya ku ji şer re tê veqetandin, dibe sedema xizaniyê. Jinên ku nikarin çend qevd şînahiyan jî ji bazarê bikirin, destnîşan kirin ku ewê bi guherîna desthilatdariyê rewşa aborî baş bibe.
-
Enahîd Qesebiyan: Di parastina mafê gelan, ol û baweriyan de Hevpeymana Civakî mînak e
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku di avakirina Sûriyeya nû de pêwistî bi rola jinê û parastina hemû ol, bawerî û pêkhateyan heye. Enahîd got ku ji bo vê yekê jî, Hevpeymana Civakî mînak e.
-
Jinên Kobanê: Em li pişt şervanên xwe ne
Jin û şêniyên bajarê Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û gefên êrîşan, diyar kirin ku ew ê bi biryardariya parastina axa xwe, têbikoşin.
-
HTŞ’ê jinek Elewî qetil kir
Jinek Elewî ya beşdarî xwepêşandanên li Humusê bûbû bi guleyên HTŞ’ê hat qetilkirin.
-
Jinên ji Sweydayê: Divê em di avakirina Sûriyeya nû de aktîf bin
Jinên ku beşdarî konferansa li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku ew ê di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de bi awayekî aktîf cih bigirin.
-
Gel li dijî komên cîhadî li qadan e: HTŞ gule li ser gel reşand
Li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye bi hezaran kes li dijî kiryarên komên cîhadî yên HTŞ yên li dijî gel daketin qadan. Komên cîhadî HTŞ gule li ser gel reşand.
-
MKG û DFG: Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne
Bi civîna çapemeniyê ya ku bi pêşengiya MKG û DFG'ê der barê rojnamegerên hatin qetilkirin û girtin de hat dayîn, peyama parastina pênûsên rojnamegeran hat dayîn û hat gotin, "Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne."
-
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê encamnameya xwe eşkere kir
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe de ragihand ku ji bo li dijî şer li hev bicivin dê civîn bên lidarxistin û ji bo peymana jiyana hevbeş banga parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
-
Nivîskara Xezayî di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
Nivîskar û hunermanda Xezayî Walaa Juma El Îfrencî di êrişa Îsraîlê ya 24’ê Kanûnê bir ser kampa Nuseyratê de jiyana xwe ji dest da.
-
Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyê Îmralî bê vekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser serlêdana ji bo Wezareta Dadê kirin û got: “Tişta divê bê kirin, vekirina deriyê Îmraliyê ye.”
-
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ riya azadiya jinan ronî dike
Ji Rojava Remziye Mihemed got: “Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye meşaleyek ku riya azadiyê jinan ronî dike” Hatîce Riyadî ya ji Mexribê û Ahlam Al- Nasser a ji Sûdanê bal kişandin ser yekitiya jinan di qada navneteweyî de.
-
Li Sûdanê şewba kolerayê her ku diçe zêde dibe
Li Sûdanê şewba kolerayê her ku diçe belav dibe. Hejmara kesên ji şewbê bandor bûne bû 48 hezar û 598. Hate ragihandin ku 258 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-
Jinên Minbicî: Hêviya me ew e ku bajêr dîsa ji aliyê QSD’ê ve bê rizgarkirin
Jinên Minbicî gotin ku bajarê wan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û çete kiryarên wek dizî, talan, revandin, destdirêjî û komkujiyan dikin. Jinan got “Em hêvîdar in ku QSD me rizgar bike. Ji ber ku berê jî em ji DAIŞ’ê rizgar kiribû."
-
Li Amedê tundiya polîsan: Hatin tacîzkirin bi mirinê hatin tehdîtkirin
Jinên ku li Amedê ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hatin diyar kirin ku ew ji aliyê polîsan ve hatine tehdîtkirin û rastî tacîzê hatine. Yek ji jinan Azîze Ak giliya sûc kir.
-
Ji jinên Tûnisî pêngava çandina daran: Hedefa me hawirdorek paqij e
Koordînatora Projeya Koma Piştevaniya Kesk û Komeleya Tûnisa Paqij Siwar Ban Mahmoud a li Tûnisê, ragihand ku li dijî şewata daristanan dest bi kampanya ‘Çandina milyonek dar’ kirine. 113 jin di pêngavê de cihê xwe digirin.
-
Li Lîbyayê jin bi zimanê aştiyê jiyanê ji nû ve dihûnin
Jin bi biryar in ku li Lîbyayê bibin hêza pêşeng a aştiyê û di nava şer, pevçûn û felaketên xwezayî de, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin.
-
Radical Women ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêyam şand
Rêxistina femînist sosyalîst Radical Women (Jinên Radîkal) a DYE û Awistiralyayê bi pêyama xwe piştgirî dan têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-
‘Çi dibe bila bibe em ê mafên xwe biparêzin’
Zehra El Eli ya ku li Helebê dijî, diyar kir ku jin li herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de rastî zextên giran tên. Zehra got ku mafên jinan mafên xwezayî ne û çi dibe bila bibe ew ê mafên xwe biparêzin.