rojane
-
Nameya Kurdan ji Tramp û Guterres re: Statuya Rêveberiya Xweser nas bikin
Ji gelek deverên dinyayê zêdetirî 500 jin ji Serokê Amerîkayê Donald J. Trump û Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re nameyek şandin û xwestin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê statuya Rêveberiya Xweser bê naskirin.
-
Parlementerên DEM Partiyê: Di sala nû de em ê daxuyaniyek berfireh bidin
Şandeya DEM Partiyê yên çûn Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û gotin: “Em ê di sala nû de daxuyaniyeke berfireh bidin.”
-
Di doza Narînê de dadgeh veguherî şanoyê, pirs bê bersiv man
Di dosyaya Narîn Guran a di meha Tebaxê de hat îdîakirin ku winda bûye û cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin de, biryar derket. Hemû hûrguliyên ku veguherîn magazîn û şanoyê, bê bersiv man.
-
Kongra Star li dijî qetilkirina jina ciwan daxuyanî da
Kongra Star derbarê jina ciwan a li Qamişlo hate qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê da, destnişan kir ku bi hişmendiya zayendperest jin tên qetil kirin û banga darizandina kujer kir.
-
Banga girtiyan: Werin em Şoreşa Rojava hembêz bikin
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dîl tên girtin banga hembêzkirina Şoreşa Rojava kirin.
-
Li Helebê jin di bin zextê de dev ji têkoşînê bernadin
Di nêvenga şer û kaosan de ji ber têkoşîna wan a ji bo maf û wekheviyê, jin timî bi gefan re rû bi rû tên. Buşra El- Suleyman a li Helebê dijî yek ji wan navan e ku ji bo xwe û ji bo jinan têdikoşe.
-
‘Dewleta Tirk rojnamegerên azad dike hedef’
Rojnamevan Sînor Rehman diyar kir ku dewleta Tirk ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran dike hedef û got: “Piştgirî, yekbûna ragihandinkaran, wê bibe bingehek ji bo rêgiriya binpêkirina dewleta dagirker li ser rojnamevanan û fikrê azad.”
-
Di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn destkeftî û têkoşîna jinan -1
Li ser erda Rojhilata Navîn rêzebûyerên bi lez û nakokî rû dan. Hem di aliyên jiyanî û hem di aliyê kar de îsal ev erdnîgarî di gelek nakokî û şeran re derbas bû. Yên ku herî zêde ji van mijar û nakokiyan para xwe girtin û zirar dîtin, jin bûn.
-
Azadiya piştî 13 salan: Girtî rûmet û îradeya xwe diparêzin
Jiyan Ateş a tehliya wê 8 caran hat taloqkirin û piştî 13 salan hat berdan diyar kir ku tevî di zindanan de binpêkirin zêde bûne girtî îrade û rûmeta xwe diparêzin û got: “Divê em hîn bêhtir deng bidin dengê girtiyan.”
-
Hişmendiya mêrê serwer bi têkoşîna jinan têk diçe - ANALÎZ
Heya civak xwe bi rêxistin neke û şerê xwe yê şoreşgerî nemeşîne wê şerê desthilatdaran bi dawî nebe. Nexwe pêwîst e civak û bi taybet jî jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin, Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin destpêkirin da ku dawiya serweran û dagirkirina wan wer
-
Êzidiyên Şengalê: Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be
Jinên Êzidî yên Şengalê bal kişandin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî birine ser Şehbayê û gotin: “Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be.”
-
Nesrîn Abdullah: Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê
Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah got: “Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê. Têkoşîna me parastina hemû civaka nawneteweyî ye jî. Bila her kes baş bizanibe ku serkeftin jî dê bibe serkeftina her kesî.”
-
Talîbanê pace ji jinan re qedexe kir
Talîbana ku jinan ji cihên giştî dûr dixe û wan di malan de heps dike, bi biryarnameyeke nû ferman da ku paceyên cihên jin pir lê hene û di avahiyên nêzî hev de bikar tînin bigirin an jî dîwaran li ber wan ava bikin.
-
Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana YPJ silav kir
Bi sedan jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê piştgirî da berxwedana YPJ'ê .
-
Li Xezayê di nava hefteyekê de 5 pitik ji ber sermayê mirin
Hejmara pitikên ku di hefteya dawîn de li Zîvala Xezayê ji ber sermayê mirin derket 5’an.
-
Rêxistinên jinan bertek nîşanî Ayşe El Dibis dan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Kombûna Jin a Zenûbiye bersiv da daxuyaniyên Wezîra Karûbarên Jinê ya Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis û wiha got: "Ev daxuyanî ne layiqî têkoşîna jinên Sûriyeyê ye."
-
Di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatin qetilkirin
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ragihand ku di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatine qetilkirin.
-
Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
Parlamenter Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî û got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”
-
Îsraîl li nexweşxaneyan sûcên mezin dike
Ji Cotmeha 2023’an ve heta niha êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didomin. Di êrişan de nexweşxane hatin hedefgirtin, rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku sûsên mezin tên kirin.
-
Tulay Hatimogullari: Em li ber firsendeke dîrokî ne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got: “Di vê dema krîtîk de, pêwîste hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên erênî û wêrek bavêjin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”