Di nava 6 mehan de li Îranê herî kêm 59 girtiyên siyasî hatin darvekirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Navenda Mafên Mirovan a Abdorrahman Boroumand di rapora xwe ya hevbeş de diyar kirin ku Komara Îslamî di nava şeş mehan de 59 kes darve kirine. Rêxistinan bal kişandin ser metirsiya li ser jiyana jinên siyasî yên girtî.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora hevbeş a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Navenda Mafên Mirovan a Abdorrahman Boroumand, di navbera 18’ê Adarê û dawiya meha Tebaxa 2026’an de 59 kes hatine darvekirin. Herî kêm 29 kesên hatine darvekirin, bi sedema beşdarbûna xwepêşandanên Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an hatibûn binçavkirin. Her wiha hate diyarkirin ku herî kêm sê kes jî bi sedema serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" ya sala 2022’yan hatibûn binçavkirin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku hinek ji wan kesên hatine îdamkirin, di temenê 18 an 19 salî de bûn û 5 kes jî li qadên ji raya giştî re vekirî hatine darvekirin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, van darvekirinên li qadên giştî wekî beşekî ji pêvajoya tirsandin û tepeserkirina civakê dinirxîne.

Rêxistinê diyar kir ku 29 dosya qet têkiliya wan bi nerazîbûnên dema dawî re nîne û bi hinceta ‘şer’ cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Bi darê zorê û di bin îşkenceyê de îfadeyên wan hatine girtin û ceza li ser hatine sepandin.

Jin bi metirsiya darvekirinê re rûbirû ne

Hejmareke zêde ya jinên girtiyên siyasî û xwepêşanderan, bi metirsiya cezayê darvekirinê re rûbirû ne. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan hişyarî da ku jin, zarok û hinek muxalifên siyasî hêj di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Pexşan Ezîzî: Girtiya siyasî û çalakvana civakî ya Kurd, bi sûcdariya ‘serhildana çekdarî ya li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê lê hat birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Pexşan Ezîzî hêj li Girtîgeha Evinê tê ragirtin.

Werîşe Muradî: Girtiya siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê, bi hinceta endamtiya xwe ya PJAK’ê û bi sûcdariya ‘serhildana çekdarî ya li dijî dewletê’ mehkûmî cezayê darvekirinê hate kirin. Ew jî li qawîşa jinan a Girtîgeha Evinê tê ragirtin.

Arghavan Fallahî: Di dema xwepêşandanên "Jin Jiyan Azadî" û yên meha Çileyê de hatibû binçavkirin, bi sûcdariya ‘serhildana çekdarî ya li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê wergirt. Hate ragihandin ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pejirandin.

Zahra Shahbaz Tabarî: Girtiya siyasî ya 67 salî ya li Reştê tê ragirtin, piştî ku cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xirakirin, careke din cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Navên Mahnaz Chardolî, Maryam Hedavand û Nasimeh Eslamzadeh jî di nava jinên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne de cih digirin.

Leyla Abolhasanî: Di dema xwepêşandanên meha Çileyê de li bajarê Îsfehanê hatibû binçavkirin û mehkûmî cezayê darvekirinê hate kirin. Dosyaya wê di qonaxa lêkolîna dadwerî û temyîzê de ye.

Taraneh Rahîmî: Di xwepêşandanên Çileya 2026an de li Îsfehanê hatibû binçavkirin, di doza "Qada Şuheda" de bi 9 kesên re mehkûmî cezayê darvekirinê hate kirin.

Banga rawestandina cezayên darvekirinê

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Navenda Mafên Mirovan a Abdorrahman Boroumand daxwaz kirin ku darvekirin û sepandina cezayê îdamê li Îranê di zûtirîn demê de bên rawestandin.