rojane
-

Maî Sato: Dengê berxwedana jinan nekarî bê birîn
Raportora taybet a Mafên Mirovan a NY ya Îranê Maî Sato bi boneya çaremîn salvegera kuştina Jina Emînî li ser platforma X’ê diyar kir ku berxwedan û biryardariya jin û zarokên keç ên Efganî ji bo mafê wekhev û azadiya takekesî, bênavber didome.
-

Dersînorkirina penaberên Efgan ji Îran û Pakistanê didome
Komîsyona Çareserkirina Pirsgirêkên Penaberan ragihand ku bi hezaran penaberên Efgan bi zorê hatine dersînorkirin û wan vegerandin welatê ku neçar mabûn jê derbikevin.
-

Zêdetirî sê hefteyan e ti agahî ji aktivîsta Azerbaycanî Gozel Necefî nayê girtin
Aktivîsta Azerî Gozel Necefî zêdetirî sê hefteyan e ku hatiye binçavkirin. Lê belê cihê ragirtina wê, sûcdariyên li ser wê û rewşa wê ya tenduristiyê bi temamî nayên zanîn. Ev rewş jî fikarên cidî çêdike.
-

Abdullah Ocalan: Rêya aştiyê vekirî ye, dem dema gavên şênber e
Heyeta Îmraliyê ya ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya, destnîşan kir ku Ocalan gotiye pêvajoya aştiyê di qonaxeke dîrokî de ye û ji bo çareseriya demokratîk divê gavên pratîkî bên avêtin.
-

Li Îranê xetereya darvekirinê li ser zarok û jinan mezin dibe
Li gorî rapora nû, di nava 100 kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de herî kêm pênc jin û pênc kesên ku di dema sûc de di bin 18 salî de bûn cih digirin. Rêxistinê banga lezgîn li civaka navneteweyî kir.
-

Li Yemenê di êrîşên Hûsiyan de 150 sivîl hatin kuştin
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê ragihand ku ji ber êrîşên herêmî yên koma Hûsî di demeke kurt de 150 sivîl hatine kuştin, bi hezaran kes koçber bûne û krîzeke mirovî ya mezin li welêt derketiye holê.
-

Li zanîngeha Tahranê li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin
Li Zanîngeha Tehranê, piştî xwepêşandan û kombûnên meha Sibata 2026’an, li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin. Piştî zêdetirî heft mehan, ev dosya hîn jî di nav zanîngehê de têne lêkolînkirin.
-

Ji KJAR pirtûka “Pêtên Kolanan”
KJAR’ê di çaremîn salvegera serhildana 'Jin Jiyan Azadî' de pirtûka ”Pêtên Kolanan” weşand. Pirtûk li ser rola cangoriyan di rêya azadiyê de têkoşîna li dijî saziyê zordar û mêrsalar analîz dike.
-

Krîza mirovî li Sûdanê: Nêzî 100 hezar kes li Nîla Şîn koçber bûne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku ji ber pevçûnên berdewam ên li Sûdanê, li herêma Nîla Şîn nêzî 100 hezar kesî cihê xwe guhertine. Li gorî daneyan, ji sedî 47 ê koçberan zarok in.
-

Li Xezayê perav bûn qada hunerê
Tevî şert û mercên herî giran ên dorpêçê, jin û ciwanên Xezayê li peravê hatin gel hev û huner veguherandin mertaleke berxwedanê. Çalakiyê bi rêya sînema û muzîkê banga aştiyê kir û got: "Hîn jî li vir ji bo jiyanê cih heye.”
-

‘Zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye’
Di daxuyaniya Kongra Star de hat tekezkirin ku biryarên Wezareta Perwerdehiyê yên li dijî zimanê Kurdî û êrîşên li ser nirxên gel, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Saziyê destnîşan kir ku zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye.
-

Xwendekarên Qamişloyê: Em biryara li hember zimanê xwe qebûl nakin
Xwendekarên ku beşdarî xwepêşandana Yekîtiya Xwendekaran a li bajarê Qamişloyê bûn, gotin ku biryara 27’ê Tebaxê ya ku zimanê Kurdî heftiyê tenê bi sê saetan sînordar kir, qebûl nakin.
-

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşaneya nerazîbûna kûr û kombûyî ya civaka Îranê ye
Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê diyar kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ asoyek mayînde ya ber bi pêkanîna rûmeta mirovan, wekhevî, mafên jinan û pejirandina pirrengiya civakî ve ye.
-

HPJ: Şoreşa Jin Jiyan Azadî û felsefeya Rêber Apo, sîstema mêrsalar hejand
HPJ’ê di salvegera 4’emîn a şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de diyar kir ku ev şoreş mîhenga sedsala jinê ye. HPJ’ê da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema mêrsalar hejandiye û banga xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê kir.
-

Li Sûdanê jin ji bo parastina ‘bazara jinan’ daketin qadan
Li bajarê Kassalaya Sûdanê, jinên ku li bazara xwe ya dîrokî bi firotina berhemên herêmî debara malbatên xwe dikin, li dijî biryara hilweşandina dikanên xwe xwepêşandanek aştiyane li dar xistin û xwestin biryar tavilê bê betalkirin.
-

Kongra Star: 4 salên ‘Jin Jiyan Azadî’ dîsa nîşan da ku zordarî nikare vîna gelan bişkîne
Di salvegera 4’emîn a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Kongra Star polîtîkayên zordar ên Îranê şermezar kir, ev dirûşme wekî felsefeya jiyana azad pênase kir û soz da ku ew ê têkoşîna jinan mezin bikin.
-

Dayîkên Aştiyê li Wanê: Divê hewldanên aştiyê bi ser bikevin
Merasîmên sersaxiyê yên li bajarê Wanê ku bi hezaran kes tevlî bûn bûn qada banga aştiyê. Dayîkên ku di serdanan de axivîn, bal kişandin ser berdêlên ku di têkoşînê de hatine dayîn û gotin: “Em serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dixwazin.”
-

-

Zeynep Erdem di salvegera şahadeta xwe de li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû hate bibîranîn.
-

Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re piştgiriya xwe bi Rojava re ragihand
Li Silêmaniyê, Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê peyman û mafên zimanê Kurdî binpê dike. Bereyê da xuyakirin ku gelê Kurd dê li hemberî her cure êrîş û ferzkirinan li ber xwe bide.