rojane
-
Ji Hesekê pêyama jinan: Sûriye dê bi rengê jin bê avakirin
Bi armanca tekezkirina rol û hebûna jinê ya di avakirina Sûriya nû de, bi pêşengtiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê meşek girseyî hat li darxistin.
-
SMJÊ: Divê her kes erka xwe ya dîrokî pêk bîne
SMJÊ bal kişand ser metirsiya li Sûriyeyê ya li ser bawerî û metirsiyên cuda û got: "Divê her kes bi lezgînî, li hember mejiyê jinkuj û mirovkuj rabe ser piyan û li kêleka berxwedana sedsalê cihê xwe bigire û erka xwe ya dîrokî pêk bîne."
-
Çîroka serkeftina werzîşê ya Qasran
Qasran Muhammedî Alîwî ya ku xwedî pêwîstiya taybet e li ser pêşniyara jina ku nas kiriye dest bi jiyana werzîşê kir, bi serkeftinên ku bi dest xistine, ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê.
-
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1031’an de hatin ba hev
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1031'emîn de aqûbeta Mahmut Kaya hat pirsîn û wiha hat gotin: “Em daxwaza pêkanîna edaletê dubare dikin."
-
Gelê Til Temirê û Zirganê bi meşeke girseyî piştgiriya QSD’ê kirin
Bi armanca piştgiriya YPJ û QSD’ê bi sedan kesên ji xelk û pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê yên Kantona Cizîrê, meşiyan.
-
Siyasetmedar Areej Al-Ashqar: Divê li dijî sûcên şer çalakî werin destpêkirin
Siyasetmedara Xezayî Areej Al-Ashqar, diyar kir ku polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin bi taybetî li ser jinan bandorên xirab çêdikin û ji jinan, rêxistinên mafên mirovan û civakên cîhanê xwes dest bi çalakiyan bikin.
-
Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan, ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin çûn Îmraliyê.
-
Li Îranê milyonek xwendekaran dest ji xwendinê berdane
Li gorî rapora dawî ya Navenda Îstatîstîkên Îranê, li tevahî welat nêzî milyonek xwendekaran ji ber sedemên cuda neçar mane dest ji perwerdeyê berdin.
-
Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû: Hê jî edalet nehatiye!
Komkujiya Roboskê li Tirkiyeyê yek ji qetliamên ku di dîrokê de li ser gelê Kurd çêbûye ye. Ji bo ronîkirina komkujiya ku ji her alî ve kodên dewletê tê de veşartîbûn û ji bo pêkhatina edaletê 13 sal in têkoşîn didome.
-
Di sala 2024’an de jinên Êzidî bi hişmendiya xweparastinê têkoşiyan
Sala 2024’an ji bo jinên Êzidî û tevahî jinên ji bo azadiyê li ser piyan bûn, bûye saleke têkoşîn û berxwedanê. Hevgirtina jinên Êzidî û Ereb ji bo jinên Iraqî jî bû ezmûneke girîng û çavkaniya îlhamê ji bo têkoşîna sala 2025’an.
-
‘Parastin erka me hemûyan e’
Rêvebera Hêza Parastina Civakê ya Kantona Cizîrê Mizgîn li dijÎ êrişan bal kişand ser ruhê seferberiyê ya li herêmê xurt e û got: “Parastina civakê erka me hemûyan e, divê em bi seferberiyê xwedî li axa xwe derkevin.”
-
Cîhan mînaka jina bi hêz û îrade ye
Hevrêya rojnamevan Cîhan Bîlgîn a li gel rojnameger Nazim Daştan di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin, behsa rêwîtiya wê kir. Dîlan Dîlok got: “Cîhan ji bo doza jinan û aşkerekirina rastiyê têkoşîn da. Em ê rêya wê dewam bikin.”
-
Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala li Îranê hat girtin
Hat ragihandin ku rojnameger Cecilia Sala 19’ê Kanûnê ji bo nûçegîhanê çûbû Tehranê hat binçavkirin, paşê hatiye girtin û wê şandine Girtîgeha Evînê.
-
Kongra Star banga xurtkirina yekitiyê kir
Ji bo misogerkirina pêşerojeke ewle û aram ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, Kongra Star banga xurtkirina ruhê nîştîmanî û rêzgirtina ji bo aliyên din dûrî ku cudahî bikeve nav aliyan kir.
-
Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Advan dorpêç kir
Di dema ku artêşa Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya Kemal Advan a li Zîvala Xezayê kir û bi darê zorê xebatkarên tenduristiyê û birîndaran derxistin derve, hin çavkaniyan ragihandin ku tu agahî ji rêveberiya nexweşxaneyê wernegirtine.
-
DFG: Di sala 2024’an de ji 152 rojnamegeran re desteka hiqûqî hat dayîn
DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran, di 49 dozan de rojnamegerî parast, ji ber 31 rojnamegerên polîsan tundî lê kiribûn jî serlêdanên sûc kir.
-
Li Tûnisê 13’emîn Fuara Pirtûkan destpê kir
Bi beşdarbûna jinan û xwendekaran bi dirûşma ‘Pirtûk welat e’ 13’emîn Fuara Pirtûkan li paytexta Tûnisê destpê kir. Dê fuar heya 11’ê Çileyê berdewam bike.
-
‘Divê jin tevli xebatên ji bo avakirina Sûriyeya nû bibin’
Jinên ji Suweydayê diyar kirin ku namzediya Mohsîne Salih El-Muhtewî li Sûriyeyê cara yekem e û gotin ku dê rê li pêşiya jinan veke ku di erkên biryardanê de cih bigrin û diyar kirin ku divê jin tevli avakirina Sûriyeya nû bibin.
-
Doza Narîn Guran di roja xwe ya 2’emîn de ye
Danişîna duyemîn a doza têkildarî qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî di roja duyemîn de bi parastina kiryaran berdewam dike.
-
Kampanya îmzeyan li Şengalê bi dilgermî tê pêşwazîkirin
Kampanya îmzeyan a ji bo ku di serî de li Iraq û di asta navnetewî de fermana 74’an a bi ser civaka Êzidî de hat wek ‘Jenosîd’ bê erêkirin, li Şengalê didome.