Ji jinên Êzidî bang: Hêza parastin sazî û dezgehên me nas bikin
Jinên ku beşdarî meşa girseyî ya Sinûnê bûn, gotin: “Ji zarokên me pê ve kes divê parastina Şengalê neke. Divê Iraq hebûna wan qebûl bike û mafê civaka me bide. Hêza parastin sazî û dezgehên me nas bikin.”
Şengal – Ev demek e li Şengalê hêzên leşkerî yên dewleta Iraqê zêde bûne. Li ser bendên kantrolê civaka êzidî tê sekinandin, nasname ji wan tê xwestin, pirsgirêk ji wan re tên derxistin. Di 1’ê Îlonê de jî di civînekê de bê nûnerên civaka êzidî li Bexdayê biryar li ser Şengalê hatibûn girtin û di derheqê hêzên parastinê yên Şengalê de biryara bêçekkirinê hatibû dayîn.
Nerazîbûnên civaka êzidî ya ji bo vê rewşê her diçe zêde dibe. Herî dawî di 6’ê îlonê de li Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku ev zexta li ser wan were rakirin û hêzên parastina Şengalê bên naskirin. Jinên ku beşdarî wê meşê bûn nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Ger em bêdeng bimînin wê tiştên xirabtir bînin serê me’
Mamoste Cîlan Silêman da zanîn ku ji bo nerazîbûna xwe ya li hember zêdebûna hêzên leşkerî yên Iraqê yên li Şengalê û nedayîna mafên êzidiyan li Sinûnê meşek li dar xistine û wiha domand: “Di van demên dawî de gelek bendên kontrola leşkerî hatine danîn. Dîsa ji hêzên me yên leşkerî dixwazin ku çekên xwe deynin. Hêzên me yên parastinê nayên qebûlkirin. Em li dijî vê yekê ne. Em naxwazin hêzên me çekên xwe deynin. Yên ku wê parastina me bikin her wê zarokên êzidxanê bin. Em bi astengiyan re li ser bendên kontrolê gelek dimînin. Ger di fermanê de ewqas bendên kontrolê hebûna wê ewqas tişt bi serê êzidiyan de nehatiba.”
‘Em ê qebûl nekin ku hêzeke xerîb parastina me bike’
Cîlan Silêman bangawazî li hikûmeta Iraqê kir da ku hêzên parastinê, sazî û dezgehên êzidiyan werin qebûlkirin û wiha got: “Kesekî xerîb di nav me de nîne, civaka me bixwe parastina xwe dike, xwebixwe bi rê ve dibe. Em jî beşeke Iraqê ne û dawa mafên xwe dikin. Ev 74 ferman bi serê me de hatine. Heta niha jî jenosîda li ser me nehatiye qebûlkirin. Em dixwazin jenosîda li ser me were qebûlkirin, dîsa hêz û saziyên me bên qebûlkirin. Banga min ji civaka me jî ew e ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin. Em qebûl nakin ku yekê xerîb were parastina me bike, were me birêve bibe.”
'Divê civaka me zêdetir xwedî li Şengalê derkeve'
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Dayê Pakîz Celal jî destnîşan kir ku li Şengalê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye û wiha axivî: “Bendên kontrolê hatine zêdekirin û ji civaka me re pirsgirêkan derdixin. Em ji Şengalê, ji Iraqê ne. Nasnameya me hemûyan jî ser bi Iraqê ve ye. Em ji Iraqê dixwazin ku hêzên me qebûl bike. Îro şervanên me, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê parastina me dike. Derveyî Şengaliyan wê kes Şengalê neparêze. Tevgera Azadiyê hat me rizgar kir, şehîd dan. Em daxwaz dikin ku parastina herêmê bi destê zarokên wê bin.”
Dayê Pakîz Celal da zanîn ku baweriya wan êzidiyan bi tu hêz û şexsek din nayê û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Baweriya me bi wê hêza ku di dema fermanê de bi me re di wan çiyayan de tî û birçî ma heye. Kesek ku ji derve were wê dilê xwe bi axa me neêşîne. Em hêvî ji Xwedê dikin ku civaka me zêdetir di xema welatê xwe de bin.”