rojane
-

Li îdirê jinek hate qetilkirin
Welatiya bi navê Ceren Işik a 28 salî, li taxa Baglarê ya Îdirê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.
-

Parlamentera PE Assita Kanko: Tevî agirbestan li Kobanê binpêkirin didomin
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku Kurd tenê hatine hiştin û ev hişyarî da û got: “Man û nemana Kurdan îmtîhana biryardariya me ye. Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin.”
-

Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî xerabkirina gorên şehîdan daxuyanî da
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên dermirovî li ser goristanên şehîdan û xerbakirina goran ji aliyê komên çete yên HTŞ’ê û çeteyên din ve bi daxuyaniyek şermezar kir.
-

Li kampa Bacid şewat
Li kampa Bacid Kendala ya li ser sînorê îdara serbixwe ya Zaxoyê, şewat derket. Di encamê de du konên penaberên Êzidî bi temamî şewitîn û du jinên Êzidî bi giranî birîndar bûn.
-

Dr. Ejîn Dawud: Pispora Nexweşînên Pêsîrê ji bo dermankirina bilez dibe alîkar
Pispora Nexweşînên Pêsîrê Dr. Ejîn Dawud diyar kir ku penceşêra memikan pir belav e û di jinan de wekî cureya herî belav a penceşêrê tê hesibandin û got ku pişkinîna zû ji bo dermankirina bilez pir girîng e.
-

Li Kirmanşan, Harsîn û Tahranê sê jin û zarokek hatin binçavkirin
Di navbera 18-21’ê Çileyê de hêzên ewlehiya Komara Îslama Îranê li bajarên Kirmanşan, Harsîn û Tahranê sê jin û zarokek 14 salî binçav kir.
-

15 sal piştî erdheja li Wanê jiyan hê di konteyneran de berdewam dike
Li Wanê, kesên ku 15 sal berê di erdhejê de asê mabûn, hîn jî di konteyneran de dijîn. Ji ber ku debara wan nabe, di xaniyên ku banên wan dilop dikin de pirsgirêkên av û elektrîkê dijîn.
-

Ji Misrê rêwîtiyek îlhambexş a têkoşînê
Zeyneba ku di 6 saliya xwe de roniya çavê xwe ji dest da, dest bi rêwîtiyek pîroz kir û niha jî astengdarên dîtinê di aliyê teknolojiyê de perwerde dike.
-

‘Komîn amadekariya ji bo her rewşê ye’
Endama Komîna Şehîd Remzî ya li Qamîşloyê Armanc Muhammed, balkişand ser girîngiya komînan û got “Komîn di her kêliyê de ji bo her rewşek awarte an xetereyek ku dikare ewlehiya herêmê û ewlehiya niştecihên wê tehdît bike, bi tevahî amade ye.”
-

Neteweyên Yekbûyî: Di sala 2026an de 4.5 milyon zarokên keç di xetereya sinetkirina de ne
Neteweyên Yekbûyî banga veberhênana domdar û hevrêz a cîhanî ji bo jiholêrakirina sinetkirina jinan (FGM) kiriye, û tekez kiriye ku her dolarê ku tê veberhênan vegera deh qat zêde dike û bi mîlyonan zaroken keç û jinên ciwan ji zirarê rizgar dike.
-

Rêveberiya Kobanê bi Waliyê Helebê re civiya
Rêveberiya Kobanê ku bi şandeyek ji Walîtiya Helebê re civiya, diyar kir ku wan ji vegerê bigre heya ewlehiyê gelek mijar nîqaş kirine.
-

Li Suweydayê pevçûn rû dan
Tevî agirbesta ku di nîvê sala borî de hatibû ragihandin jî, deverên bicihbûnê yên li bakurê rojavayê bajêr, ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam ve bi topên hewanê û çekên giran hatin hedefgirtin.
-

Li îranê çalakiyên xwendekaran didome
Xwendekarên bajarê Şîraz û Tebrîze ya Îranê, qetlîam û zextên rejîma Îranê ya li dijî kedkarên tenduristiye protesto dikin. Çalakiya rûniştinê ya li Zanîngeha Zanistên Tipê ya Şîrazê di roja 5’emîn de ye.
-

Li Sûdanê 33,7 milyon kes hewceyî alîkariyê ne
Pevçûnên dodmar û bêçareseriya siyasî, rewşa mirovî ya li Sûdanê girantir dike. Li welat 21 milyon kes bi bêewlehiya xurekê ya giran re rû bi rû ne.
-

Li Îranê 15 parêzer girtî ne
Piştî girtina du parêzarên li Tehran û Bandar Abbasê, hejmara parêzerên ku niha li Îranê girtî an jî binçavkirî ne, bû 15. Di heman demê de hinek parêzer bi kefaletê hatin berdan û hinek jî hêj tên darizandin.
-

Li Cezayîrê qetlîamên li dijî jin û zarokên keç zêde dibe
Li Cezayîrê qetlîamên jin û zarokên keç ên di nava malê de tên jiyîn, raya giştî dihêjine. Dozên dawî, nebûna mekanîzmayên parastina hiqûqî û berpirsyariya siyasî ya di rewakirina tundiya nava malê de ji nû ve anî rojevê.
-

TJA: Çima mirov hêj neçar in ku di şert û mercên xanîyên nexweş û demkî de bijîn?
TJA'yê bi boneya sala 3’yemîn a erdhejên 6’ê Sibatê daxuyaniyek da, diyar kir ku pêvajoyên avakirinê bêyî berçavgirtina pêdiviyên jin û zarokan tên meşandin û wiha pirsî: “Çima mirov hîn jî neçar in ku di şert û mercên xanîyên nexweş û demkî de bijîn?”
-

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zarok tên binçavkirin
Li gorî rapora HRANA’yê, li seranserê Îranê 6 hezar û 495 kes hatin qetilkirin. Li gorî raporê 171 zarok hatin qetilkirin. Çavkaniyên herêmî jî, diyar kirin ku zarok li dibistanan tên binçavkirin.
-

Li Xezayê tevî agirbestê jî binpêkirin didomin
Li Xezayê tevî peymana agirbestê jî, hêzên Îsraîlê bombebaran û hilweşandina malên sivîlan didomîne. Ev yek ji bilî mirin û birîndarbûnê, dibe sedema koçberbûna malbatan û qeyranek mirovî ya tevgerên Filistîniyan a li deriyê sînor ê Refahê sînordar dike.
-

Jinên Sûdanê rol û rewşa xwe ya piştî şer bi forumek nîqaş kirin
Jinên Sûdanê yên Dongola ya Eyaleta Bakur, ji bo nîqaşkirina rolên xwe yên piştî şer, li hev civiyan. Jinan, berxwedan, xurtkirina aborî û parastina keçan tekez kirin û xwestekên xwe yên ji bo pêşengiya pêvajoya ji nû ve avakirin û pêşketinê anîn ziman.