rojane
-

Ji Qesrînê heta Rojava jin sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê ne
Teror tenê bi tunekirina bajaran û saziyan re bi sînor namîne, di heman demê de jinan jî hedef digre lewre jin, sembola hêvî, rûmet û ruhê civakê ye.
-

Mala Jinan pêşengiya jinan didomîne
Mala Jinan a li Qamişloyê hewlên xwe yên ji bo parastina jin û zarokan ji tundiyê, piştgiriya kesên ku ji hundir hatine koçberkirin, dabînkirina şêwirmendiya yasayî û civakî û bilindkirina hişmendiya li ser mafên jinan didomîne.
-

Bi rihê Şerê gelê Şoreşgerî gel li ber xwe dide
Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Partiya yekîtiya Demokrat (PYD) Sema Begdaş, da zanîn ku bi rihê Şerê Gel’ ê Şoreşgerî li ber xwe da û di vê pêvejoyê de yekgirtina rihê netewî pir girîng bû.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja xwe ya 930’emîn de didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 930’emîn û bi dewirgirtina koma 182’emîn de didome
-

Civîna nivîsandina raporê ya Komîsyona Meclîsê dest pê kir
Civîna 5’emîn a koma nivîsandina raporê ya Komîsyona Meclîsê, ji bo metna raporê gotûbêj bike, dest pê kir.
-

Li Silêmanî pêşangeha salane ya çalakiyên hunerî hat vekirin
Pêşangeha çalakiyên hunerî yên Herêma Perwerdeya Rojhilat, bi dirûşma ‘Tenê Kurd dostên Kurdan e’, bi beşdariya dibistanên seretayî, bi mebesta pêşandana berhemên hunerî û piştgiriya Rojava li muzexaneya Silêmaniyê hat vekirin.
-

Dorpêçkirina Kobanê di roja 16’an de ye: Qeyrana mirovî kûrtir dibe
Di nava bêdengiya navneteweyî û şert û mercên jiyanê yên dijwar de, bajarê Kobanê li Rojava di bin dorpêçekî 16 rojî de ye.
-

Puran Nazemî bi kefalet demkî hat berdan
Çalakvana sivîl Puran Nazemî, ji bo domandina dermankirina xwe bi kefaletê hat berdan.
-

HRANA: Li Îranê di 38 rojan de herî kêm 6 hezar û 443 kes hatin qetilkirin
Li gorî rapora HRANA’yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 38 rojan de 156 jê zarok 6 hezar û 443 kes ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin, 50 hezar û 553 kes jî hatin girtin.
-

Di êrîşa Îsraîlê ya li Xezayê de 4 jê zarok 10 Filistînî mirin
Di encama bombebarana li Zîvala Xezayê de 4 jê zarok 10 Filistinî mirin û çend kes jî birîndar bûn.
-

Çîgdem Dogu: Divê îradeya Şoreşa Rojava bê naskirin
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu anî ziman ku êrîşên li ser Rojava û şerê taybet bi yekîtî, îradeya Kurdan û dostên wan têk çûye.
-

Li Başûrê Kurdistanê jinek hat qetilkirin 4 jin jî bi şik mirin
Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka salê û vir ve jinek hate qetilkirin, 4 jin bi awayekî bi guman mirin, 2 jin jî di encama êrişê de birîndar bûn.
-

Lehiyên Çemê El-Luqcus karesatek xwezayî anî serê bakurê Mexrîbê
Piştî ku Çemê El-Luqcus û Bendava Wadî el-Makhazin gihîştin asta rekor a ji sedî 140’î, bakurê Mexrîbê li bajarê El-Qesr el-Kebîr û derdora wê rewşek awarte dijî. Pisporên meteorolojiyê hişyariya lehiyên wêranker didin.
-

Li 29 zanîngehên tibê ezmûn hatin boykotkirin xwepêşandanên xwendekaran belav dibin
Rêxistina Xwendekarên Pêşeng ragihand ku li Îranê 29 zanîngehên tibê beşdarî grev û boykota hilbijartinê bûne. Di rojên dawî de gelek xwendekarên zanîngehên Îranê çalakiyên rûniştinê li dar dixin û dirûşmên protestokirinê berz dikin.
-

Li Taîzê ji bo piştgiriya karkerên jin projeya karta tenduristiyê destpê kir
Li bajarê Taîzê di nav şert û mercên aborî yên dijwar û nebûna sîgortaya tenduristiyê de, bi armanca sivikkirina barên tenduristî û malî yên karkerên jin ên di sektora giştî de dijîn, projeyek karta tenduristiyê hat destpêkirin.
-

Di bombebaranên li Kadugliyê de 7 jê zarok 15 kes mirin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di encama êrîşên li ser deverên niştecihbûn û navendek tenduristiyê ya li Kadugliyê ya paytexta eyaleta Kordofana Başûr 7 jê zarok 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
-

Vîdyoyên nû yên ku hovîtiya Îranê ya li hember sivîlan nîşan dide
Weşandina gav bi gav a van vîdyoyên ku ji ber qutbûna înternetê bi derengî ketiye, careke din bikaranîna berfireh a tundiya kujer a li dijî xwepêşandêran, gulebarankirina rasterast a sivîlan û astengkirina alîkariya bijîşkî eşkere dike.
-

Aqûbeta xwendekarên jin ên li Îranê hatine girtin nayê zanîn
Di demeke ku xwepêşandanên li Îranê didomin de, aqûbeta 4 xwendekarên jin ku du ji wan xwişk in, ji roja ku hatine girtin heta niha nayê zanîn.
-

Şîlan Seîd: Em dixwazin di qada werzîşê de astengiyên li ber jinan rakin
Rêvebera Navenda Werzîş û Ciwanan a Ranyayê Şîlan Seîd, behsa girîngiya cihê jinan a di qadên cûda de kir û got: “Hewldan û xebatên me ji bo ku werzîşa tenê wek qadeke mêran neyê dîtin e, bi rêya panel û semîneran em hewla bihzêkirina aboriya jinan didin.
-

Îran hê jî bê înternet e
20 roj in li Îranê ji ber birandina internet û tunebûna xetên ragihandinê tiştên ku diqewimin, tenê dema ku dem bi dem înternet tê agahî tên girtin û nediyar e ku dê ev rewş heta kengê bidome.