Hilweşîna navendek perwerdeyê li Lahorê: 15 kes jiyana xwe ji dest dan

Trajediyek giran li Lahorê pêkhat. Di hilweşîna banê navendek perwerdeyê ya bê destûr de 14 zarok û mamosteyek jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer carek din xetereya navendên bê çavdêriya fermî û îhmala rayedaran radixe ber çavan.

Navenda Nûçeyan – Li Pakistanê zêdebûna navendên perwerdeyê yên bê destûr û bê çavdêriya fermî xebat didin meşandin, ne tenê kalîteya perwerdehiyê kêm dike, di heman demê de jiyana zarokan jî dixe xetereyê. Di heman demê de, bangên ji bo destwerdana lezgîn a hikûmetê ji bo rêkûpêkkirina van navendan û parastina pêşeroja xwendekaran zêde dibin.

14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Di 30’ê Hezîranê de, di encama hilweşîna banê dibistanek taybet li bajarê Lahor de, 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyera trajîk bû sedema hêrsek mezin û rayedaran di mijara îhtimala îhmalê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Tîmên rizgarkirinê yên li parêzgeha Punjabê ragihandin ku wan cenazeyên 14 zarokan û mamosteyekî 30 salî ji nav xirbeyên avahiyê derxistine. Avahiya neqanûnî veguherîbû dibistanekê. Temenê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, di navbera 5 û 16 salî de bû û gelek ji wan di bin 9 salî de bûn.

Dê tedbîrên qanûnî ên hişk werin girtin

Wezîrê Ragihandinê yê Punjabê Azma Buharî got ku lêpirsînên destpêkê nîşan dane ku navend bêyî destûrên qanûnî dixebite û di avahiyek xirab û ne ewle de ye. Da zanîn ku ger her îhmal an binpêkirinên qanûnî werin îspat kirin, dê tedbîrên qanûnî yên hişk li dijî rayedarên navendê werin girtin.

Wî her wiha anî ziman ku rayedarên pêwendîdar hatine erkdarkirin ku berî destpêkirina demsala baranê hemû avahiyên ne ewle tespît bikin û kontrol bikin û çavdêriya navendên perwerdeyê yên taybet û bê destûr li seranserê welat zêde bikin. Her çend gelek ji van navendan standardên ewlehiyê yên herî kêm bicîh neynin jî, ji bo dersên temamker û perwerdeyê li derveyî saetên fermî yên dibistanê têne bikar anîn.