rojane
-

Şer û krîza aborî cotkarên Beluc berbi îflasê ve dibe
Domandina şertên şer û têkçûna bazar û sewqiyatê, ziyanek zêde daye cotkarên Beluc û debara wan berbi krîzek cidî ve biriye.
-

Bijîşkên Sînornenas: Îsraîl li Xezayê avê wek çek bi kar tîne
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas diyar kir ku Îsraîlê binesaziya av û paqijiyê li Xezayê hema hema bi tevahî wêran kiriye û bal kişand ser siyaseta Îsraîlê ya bêparkirina gelê Xezayê ji avê.
-

Di siya şer de ji binçavkirina ciwanan heta darvekirinan
Hemwext ligel pevçûnên leşkerî û bêdengiya ser muzakereyan, Komara Îslama Îranê di nava welat de pêlek din a binçavkirin, darvekirin, sewqkirina girtiyan veşartî, desteserkirina malan û nedayîna cenazeyan ji bo malbatên wan daye destêpêkirin.
-

Hevgirtina jinan sînoran derbas dike: Peyamên piştgiriyê ji bo YPJ’ê
Hejmarek jinan ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jinan li Rojava bi riya peyamên nivîskî diyar kirin û dan zanîn ku vîzyona jinên herêmê der barê rola jinan di ewlehî û aştiyê de, nîşan didin.
-

Ji kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ hişyarî
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 118’an de diyar kir ku girtiyên siyasî di demên dawî de hatine derbkirin, rastî îşkencyê hatine. Kampanyayê destnîşan kir ku bi fermana ‘sazûmaniya şer’ girtî di nava gefeke cidî de mane.
-

Tulay Hatîmogullari: Ji bo me aştî ne mijara bazarê ye, mijara rûmetê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û got: “Heke gav neyên avêtin destê kesên ku li dijî pêvajoyê ne, xurt dibe.”
-

Qedexeya perwerdeya keçan gefê li pêşeroja Efganistanê dixwe
UNICEF’ê hişyarî da ku qedexeya Talîbanê ya berdewam li ser perwerde û karê jinan dê heta sala 2030’an bibe sedema kêmbûna heta 20 hezar mamosteyên jin û 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin li Efganistanê.
-

Nameyên jinên Rojhilata Navîn gihandin YPJ’ê
Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn, nameyên Jinên Rojhilata Navîn ku bi hezkirin û rêzdarî ji şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re nivîsandine, radestî YPJ’ê kir.
-

Tora Bijîşkên Sûdanê: Li El Faşêr bi hezaran kes hatine girtin
Raporek ji aliyê Tora Bijîşkên Sûdanî ve girtina bi hezaran sivîl û personelên leşkerî ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ku di nav de 22 bijîşk li navendê navendên rastî binpêkirinan hatine belge dike.
-

Êrîşên li ser dibistana bajarê Mînabê: 155 kes hatin qetilkirin
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Îranê IRIB'ê îro weşandin, di bombebarana 28'ê Sibatê de 120 jê zarok bi giştî 155 mirine.
-

Derketina şerên cîhanî; berdewamiya emperyalîzmê
Derketina şerên cîhanî bi pêşxistin û berdewamiya sîstema emperyalîst a ji aliyê hêzên mezin ve ve girêdayî ye. Gelê Kurd yek ji mînakên herî berbiçav ên vê pergalê ye.
-

Malbata Rojwelat Kizmaz serî li dozgeriyê da
Di 9’ê Sibata 2024’an li Êlihê Rojwelat Kizmaz a 26 salî winda bûbû û piştî sê rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Heskîfê de hatibû dîtin. Dosyaya mirina wê ya biguman bi biryara “hewcehî bi lêpirsînê nîne” hatibû girtin.
-

Çar gorên komî yên nû li Sûriyeyê hatin dîtin
Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku 4 gorên komê hatiye dîtin. Ev gorên hatiye dîtin rastiya şerê ku li Suriye yê hatiye jiyîn û tê jiyîn radixe ber çavan.
-

Li Darfurê ji ber êrîşên hewayî û xelayê mirin zêde dibe
Bi dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û RFS’ê de, li Darfurê krîza mirovî kûr dibe. Li gorî daneyên NY’ê, bi milyonan kes di bin gefa birçîbûn û koçberiyê de ne. Di êrîşên dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-

SAMER: Têgihîştina azadiya ramanê li Tirkiyeyê kêm e
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER, têgihîştina azadiya derbirînê li Tirkiyeyê kêm e û kes ramanên xwe di bin hestek girîng a rîskê de diyar dikin.
-

KCDP, peymana Stenbolê bir DMME
Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinînin (KCDP) biryara vekişîna Tirkiyeyê ji peymana Stenbolê bir DMME’yê.
-

Li Îranê ji ber krîza aborî grev tê destpêkirin
Li gorî çavkaniyên sendîkayê, komek ji karmendên îdarî û xizmetê yên Zanîngeha Tehranê duh dest bi grevê kirin. Karmend nedayîna mûçeyên xwe û mûçeyên paşketî yên kombûyî protesto dikin.
-

Ji 15 sendîkayan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bang
Ji Spanya û Baskê 15 sendîkayan ji bo "mafê hêviyê" û pêşîvekirina li pêvajoya diyalogê bang li Konseya Ewropayê kirin.
-

Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hate eşkerekirin
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di encamnameya konferansa xwe de got: “Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bighîje armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike.”
-

Mesrefên leşkerî yê gerdûnî ev 11 sale bê navber zêde dibe
Bi gelemperî dinyayê mesrefên leşkerî rekor şikand. Mesref giha nêzî 2.9 tirilyon dolar, DYE, Çîn û Rusya di rêza destpêkê ya van mesrefan de cih digre.