Komîteya Piştgiriya Tevgera 'Nifşê Z': Girtina çalakgeran keyfî ye

Komîteya Piştgiriya Tevgera “Nifşê Z”, li Mexrîbê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî berdewamiya girtin û dadgehkirina aktîvîstan da.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Piştgiriya Tevgera “Nifşê Z” li Mexrîbê nerazîbûna xwe li hember tiştê ku wekî berdewamiya zextên li ser girtiyên tevgerê bi nav kir, nîşan da. Komîteyê diyar kir ku dozên dadgehê û biryarên di derheqê hejmarek ji wan de hatine girtin, li gorî îfadeya wan, berdewamiya nêzîkatiyek nedadperwer nîşan dide ku bandorê li mafên girtiyan ên li hundir û derveyî girtîgehan dike.

Komîteya Piştgiriya Tevgera 'Nifşê Z' ji bo girtiyan daxuyaniyek weşand û tê de fikarên xwe yên li ser berdewamiya binpêkirinên li dijî beşdarên tevgerê anî ziman. Komîteyê rexne li berdewamiya dadgehkirin û derketina biryarên ku wekî “neheq” bi nav kirin girt, her wiha bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan, şert û mercên girtina wan.

‘Girtina salekê binpêkirina dadgehkirina adil e’

Komîteyê piştgiriya xwe ya ji bo malbatên girtiyan dubare kir û destnîşan kir ku girtina hin ji wan nêzî salekê bêyî ku biryarên dawî derkevin, wekî “girtina keyfî” tê hesibandin ku ev yek li dijî garantiya dadgehkirina adil e. Komîteyê bal kişand ser bandorên civakî û derûnî yên vê rewşê li ser malbatan, li gel bandora wê ya li ser pêvajoya xwendina hin girtiyan.

Cezayê li ser Zeyneb Xerûbî hat şermezarkirin

Her wiha komîteyê daxwaza xwe ya ji bo serbestberdana hemû girtiyên tevgerê û rawestandina dozên girêdayî wê nû kir. Komîteyê biryara dadgehê ya li dijî aktîvîst Zeyneb Xerûbî şermezar kir û ew wekî zextek li ser azadiya ramanê ji ber parvekirinên wê yên piştgiriya tevgerê nirxand.

Banga bidawîkirina siyaseta ‘bêcezakirinê’

Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de, berpirsyariya encamên van binpêkirinên ku li dijî aktîvîstên tevgerê pêk hatine, xiste stûyê aliyên berpirsyar. Komîteyê daxwaz kir ku rastiya hûrgiliyên tiştê ku jê re dibêjin “şehîdên dozê” were eşkere kirin, kesên destê wan tê de heye werin darizandin û dawî li siyaseta “bêcezakirinê” were anîn.