Meclîsa Jinan a PYD’ê ji bo êrîşên li Til Eranê banga bihîstyariyê kir

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku duh li bajaroka Til Eranê ya li gundewarê Helebê, ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve li hember sivîlên Kurd êrîş pêk hatiye û banga bihîstyariyê li saziyên navnetewî kir.

Qamişlo – Hat ragihandin ku duh li bajaroka Til Eranê ya li gundewarê Helebê, ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta demkî ve li hember Kurdên sivîl êrîş pêk hatiye. Ji bo şermezarkirina êrîş û binpêkirinên li ser sivîlên Kurd ku bi taybetî li dijî jin  ciwanên herêmê pêk hatine, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya Navenda PYD’ê ya li bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn û ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jinan a  PYD’ê Huriya Şemdîn ve hat xwendin.

Huriya Şemdîn bi bîr xist hêvî hebûye ku Sûriye bi gavên cidî ber bi avakirina dadperwerî û wekheviyê de biçe û wiha domand: “Di pêşiya wan de jî mafên jinan di destûra nû de bên pejirandin û mîsogerkirin hebûn. Hikûmeta demkî hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike. Ev rewş xemgîniyek mezin li ser pêşeroja maf û azadiyan a li Sûriyeyê diafirîne.”

‘Li Til Hasêl û Til Eranê ciwanên Kurd hatine girtin’

 Huriya Şemdîn got ku “Em wek Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû êrîş û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd tên kirin, bi tundî şermezar dikin” û wiha pê de çû: “Di nav vana de êrîşên li ser jinan, kal û pîran, her wiha girtina ciwanên Kurd li Til Hasêl û Til Eran hene. Tevî lihevkirina li ser vegera penaberan a li herêmên xwe yên resen, ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Em dibînin ku ev polîtîka nêzîkatiyeke ku derfetên avakirina baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de têk diçe û parçebûnê kûrtir dike û bi hemû hewildanên avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku li ser serweriya qanûnê û rêzgirtina mafên mirovan ava bibe, nakin.”

Huriya Şemdîn ragihand ku ew di heman demê de tekez dikin ku avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewlehî tenê bi pejirandina mafên jinan pêkane û wiha berdewam kir: “Bi mîsogerkirina beşdarbûna wan a bi bandor a di hemû qad û saziyên biryardanê de û her wiha bi pejirandina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê. Prensîba hevpariya rastîn û hemwelatiya wekhev divê bingeha Sûriya nû be bêyî her cure cudakirin û dûrxistinê.”

Banga li saziyên navnetewî

Huriya Şemdîn bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovahî û hemû rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin kir û wiha bidawî kir: “Bila berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin. Bila li hember van binpêkirinan helwestek cidî bigrin, ji bo parastina sivîlan û rawestandina van kiryaran zexta pêwîst bikin. Divê rêzgirtina mafên jinan, mafên gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, li gorî peyman  û standardên navneteweyî yên mafên mirovan mîsoger bikin.”