Abdullah Ocalan: Giraniyê bidin rêxistinkirina pratîkî
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo hejmara Tîrmehê ya rojnameya Komînalê de bang kir û got: "Divê weşan ne tenê di asta teoriyê de bimîne, bibe dengê avakirina civakî û rêgeha dema nû diyar bike."
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Komînalê re peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan ya bi sernavê ‘Divê ne tenê teoriyê hilberîne, di heman demê de xetekê biafirîne ku rêyên pratîkî jî vedike’ bi vî rengî ye:
‘Bibe hêza diyarkirina rêgeha serdema nû’
“Xuya ye hûn hewl didin çarçoveyeke teorîk a xurt ava bikin. Lê belê pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e; pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne, civakê bi rêxistin dike û rê û rêbazên pratîkî diafirîne. Ji ber vê yekê; di wê baweriyê de me ku divê hûn bi taybetî giraniyê bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî.
Di serdemeke dîrokî de bi destpêkirina dema nû ya weşanê re Komînalê ragihandiye ku ew van wezîfeyan hildigire ser milê xwe û bi navê xwe biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna van wezîfeyan destnîşan kiriye. Lewma weşana nû divê tenê weke karekî weşanê neyê dîtin. Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk û îdeolojîk a dema nû, bibe hêza diyarkirina rêgeha serdema nû.”