Amnesty: Li El-Faşêrê tawanên li dijî mirovahiyê û paqijkirina etnîkî hatine kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya nû de hovîtiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ya li bajarê El-Faşêr ê Darfûrê eşkere kir.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê El-Faşêrê yê li bakurê Darfûrê, di dema kontrolkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, tawanên hov hatin kirin. Ev tawan ji kuştin, işkence û birçîkirinê pêk tên. Her wiha binpêkirinan bi rêya leşkerkirina bi darê zorê û destavêtina li zarok û jinan jî digre nava xwe.
Sûcên li dijî mirovahiyê û çalakiyên paqijkirina etnîkî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) îro raporek weşand û rêjeya asta hovîtiyên ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajarê El-Faşêr û derdora wê li parêzgeha Bakurê Darfûrê, di navbera destpêka sala 2024’an û Cotmeha 2025’an de pêk anîne, eşkere kir. Raporê piştrast kir ku bûyerên qewimîne tawanên li dijî mirovahiyê û çalakiyên paqijkirina etnîkî yên li dijî niştecihan e, nexasim li dijî pêkhateya Zagawayê.
Rêxistinê ev binpêkirin wekî “şermezariyeke li ser wijdana mirovahiyê” bi nav kir û tekez kir ku pevçûna li Sûdanê veguheriye pevçûneke li ser sivîlan û gelek caran zarok bi zanebûn dihatin hedefgirtin.
Hedefgirtina sivîl û zarokan
Raporê operasyonên kuştin, birîndarkirin, lêdan, êşkence, girtin, her wiha destavêtin, kolekirina zayendî û koledariyê belge kirine. Di raporê de hat diyarkirin ku bi sed hezaran zarok dijwarî û talaniya koçberiyê tam kirine. Gelek ji wan di dema êrîşan de û dema koçberiyê de rûbirûyî rîska mirinê hatine. Di heman demê de hejmareke bêhesab ji wan sêwî man. Her wiha kal, pîr û kesên xwedî pêdiviyên taybet bi rîskên zêdetir re rûbirû bûn, mîna terkkirin, hedefgirtin an jî bêparbûna ji alîkariyên bingehîn.
Rêxistinê di rapora xwe de bal kişand ser vê yekê ku di dema êrîşan de Hêzên Piştgiriya Lezgîn zimanekî nîjadperest bikar aniye, mîna binavkirina sivîlên ne-ereb bi gotina “Filinqay”, ku raporê ev yek bi riya şahîdan belge kiriye.
Dorpêçkirina El-Faşêrê û birçîkirina gel
Raporê eşkere kir ku di dawiya sala 2023’an de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn çar ji pênc paytextên Darfûrê kontrol kiribûn û tenê El-Faşêr li ber xwe dabû. Di sala 2024’an de, van hêzan êrîşên pergalî birin ser gundên derdora bajêr, ku piraniya rûniştvanên wê herêmê ji pêkhateya Zagawa bûn. Piştî ku niştecih ji cih û warê xwe bûn, piraniya xaniyên wan şewitandin; bi armanca ku herêmên wan ji bo jiyanê ne guncaw bikin û nehêlin koçber vegerin, ku ev şêwaz bi paqijkirina etnîkî re hemaheng e.
Raporê piştrast kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di navbera Gulana 2024’an û Cotmeha 2025’an de dorpêçeke giran danî ser El-Faşêrê. Di vê demê de rê nedan ketina xwarin û alîkariyan û hema bêje rojane bajar topbaran dikirin. Ev yek bû sedema belavbûna xelayê û gel neçar ma ku “Ombaz” (tehlika fistiqan, ku xwarina heywanan e) bixwin, di heman demê de dayîk ji ber kêmxwarinê nekarîn şîr bidin pitikên xwe, ku ev bû sedema mirina gelek ji wan.
Êrîşa dawî û komkujî
Raporê diyar kir ku di Cotmeha 2025’an de Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşa xwe ya dawî birin ser El-Faşêrê. Tê de sivîlan hewl dan birevin lê dîtin ku ew di nav tora berbestên axê yên bi dirêjahiya 57 kîlometreyan de hatine dorpêçkirin. Li wir komkujiyeke berfireh qewimî. Rêxistinê şahadiyên 70 rizgarbûyî belge kirine, ku wan bi çavên xwe darvekirinên bi kom, êşkence û girtina esîran dîtine.
Li gorî şahadiya jinekê, wê got ku wê zêdetirî hezar cenaze dîtine ku di hundirê berbesta axê de hatine avêtin û destnîşan kir ku zarok qurbaniyên herî berbiçav bûn.
Tundiya zayendî, revandin û leşkerkirina zarokan
Raporê belavbûna destavêtin û tundiya zayendî di asteke berfireh de belge kir, bi taybet jî di nav de rewşên keçên di bin 18 saliyê de. Her wiha sivîl di şert û mercên nemirovî de hatin girtin, rastî lêdan û bêparbûna ji xwarin û avê hatin û nexweşî di nav wan de belav bûn.
Hinek ji girtiyan bi gumana ku mirine li derveyî konteyniran hatin avêtin, berî ku ji nû ve bên êşkencekirin. Di raporê de bal hat kişandin ser ku zarok bi zorê hatine leşkerkirin; çi ji kurên pêkhateyên ereb ên alîgirên Piştgiriya Lezgîn bin, yan jî ji zarokên ku ji gundên ne-ereb hatine revandin û ew di şer, komkirina agahiyan û şivantîkirina sewalan de hatine bikaranîn