Bi tundiya ku her diçe dijwartir dibe re rewşa jinên Sûriyeyî

Tunebûna ewlehiyê li Sûriyeyê, berpirsiyariya siyasî û cezayî ya hêzên serdest eşkere dike. Îdeolojiya heyî bi şerê li dijî bedena jinên Sûriyeyê dibe qada tecawizê tê de hesabên siyasî û tolhildana mezhebî tên kirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Rastiya îro ya jinan li Sûriyeyê ji sînorên hejmaran derbas dibe, kûrahiya trajediyeke ku ji hêla desthilatdariyeke tundrew a hêzên serdest ve hatiye ferzkirin nîşan dide. Desthilatdariyeke ku ji rejîma Baasê derbas kiriye û gihîştiye lûtkeyê. Vê veguherînê têkçûna tevgerek îspat kiriye ku bêyî zordariyê ji holê rake, tenê zordar tên guhertin; bi vî rengî, bedena jinan bûye qadeke vekirî ji bo binpêkirinên sîstematîk û kaosa ji ber tunebûna ewlehiyê.

Rewşa jinan li Sûriyeyê ne tenê pirsgirêkeke îstatîstîk an bûyerên demkî ye. Berevajî vê, berhema krîza ku di bin maskeya şoreşê de derketiye holê ye. Di şûna wê de rejîmeke tundrew û zordar a ku bi giranî ji hêla hêzên hegemonîk, DYE û Îsraîlê ve hatiye afirandin, ji nû ve hilberandiye. Vê rejîma nû bêbextî û hovîtiya dehsalan a desthilatdariya Baasê tenê di salek û nîv de kom kiriye!

Herî zêde jin zirarê dibînin

Ji dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam hatin ser desthilatdariyê ve heta niha, li Sûriyeyê ewlehî nema, herî zêde jinan ji ber vê karesatê zirarê dîtin. Ev xirabûn ne tenê encama valahiya ewlehiyê bû piştî hilweşîna rejîma Baasê pêl bi pêl zêde bû. Di şûna wê de, rejîma nû hevkarê sereke yê kûrkirina kaosê li bajarên Sûriyeyê bû her wiha piştgirî da êrîşên mezhebî û etnîkî ku sûcên şer li dijî Elewî, Durzî û Kurdan pêk tînin.

Li vê derê tişta ku em qala wê dikin ne tenê çîrok an jî vegotinên devkî ne ku di nava civakê de nifş bi nifş tên gotin, êşeke mezin e li ser bedena jinan hatiye xêzkirin. Yên ku pesnê xwe didin kinc û krawatan li xwe dikin, hewl didin rûyê xwe yê rast li ser platformên navneteweyî veşêrin.

Rapor rastiyê eşkere dikin

Belkî eşkerekirina herî berbiçav a vê rastiya bi êş lêkolîneke berfireh a rojnameya New York Timesê ku di Nîsana îsal de hatiye weşandin. Raporê piştrast kir ku revandina jin û zarokên keç ên civaka Elewî li Sûriyeyê ji daneyên fermî zêdetir e û rewş hovanetir bûye.

Ev kes wekî kiryarek tolhildanê li dijî pêkanînên rejîma berê piştî hilweşandina Beşar Esed di dawiya sala 2014’an de tên hedefgirtin. Bi riya hevpeyvînên bi kuştiyan û xizmên wan re, rojnameyê revandina 13 jin û zarokên keç ên Elewî piştrast kir. Pênc ji wan rastî tecawizê hatine û du di encama êrîşan de ducanî vegeriyane. Di nav de revandina keçek 16 salî di Gulana 2015’an de û gelek çîrokên tirsnak hene. Zêdetirî 100 rojan dîl hatiye girtin, di vê demê de bi dermanan hatiye tevizandin û heta ku bi hezaran dolar fîdye hat dayîn, bi caran rastî tecawizê hat û ducanî hat berdan. Jinek 24 salî jî diyar kir ku sê hefteyan dîl hatiye girtin, di wê demê de rastî lêdan û tecawizê hatiye, bi kêrê hatiye birîndarkirin û beriya ku fîdye were dayîn, serî û birûyên wê hatine tiraşkirin. Her wiha malbateke din 17 hezar dolar fîdye şandiye lê keça wan nehatiye berdan.

Ev dane bi vekolînên din re, bi vekolîna BBC ku pîvana îdeolojîk a olî ya tund a revandinê belge dike. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha diyar kir ku her çendî ji hebûna şêweyên ziyanê, di nav de destdirêjiya li ser zarokên keç û zewaca bi darê zorê, hatiye agahdarkirin jî rayedaran ev yek red kir û dezgehên ewlekariyê di lêkolînan de tu pêşkeftinek bi dest nexistin.

Li aliyê din, berpirsên Heyet Tehrîr El-Şam red kirin ku jin û zarokên keç ên Elewî bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin û îdia kirin ku wan tenê bûyerek piştrast kiriye.

Hejmar înkara rejîmê nîşan dide

Bi heman awayî, rapora Lobiya Femînîst a Sûriyeyê ku di Gulana îsal de bi sernavê ‘Şerê li dijî rûmetê’ hatiye weşandin, rasterast bi tiştên ku çapemeniya navneteweyî eşkere kiriye re li hev dike. Bi şopandina binpêkirinan di sala 2025’an de piştrast dike ku revandina jin û zarokên keç ne tenê bûyereke tenê ye, şêweyeke sîstematîk a tundiya li ser bingeha zayendî û hedefgirtina mezhebî ye ku weke amûra zext û şermezarkirinê li dijî civakên herêmî di serdema piştî rejîmê de tê bikaranîn e.

Raporê 82 bûyerên revandinê yên ku jinên di navbera 15 û 40 salî de li deverên peravê, Hums û Hemayê hedef girtine, belge kirine. Piraniya kes ji sedî 90 jin bûn, ji sedî 10 zarok bûn. Ya ecêb ew e ku ji sedî 60’ê kesên hatine revandin heta roja îro jî winda ne.

Li Suweydayê, di dema komkujiyên di Tîrmeha 2025’an de 190 bûyerên windabûnê hatine tomarkirin. Kesên sax man paşê bi navbeynkarî û operasyonên danûstandinê hatin berdan; mixabin, hinek ji wan weke mirî hatin tomarkirin.

Îfadeyên di vê raporê de bi lêpirsîna New York Timesê ya li ser revandina wan kesan ji mal û kolanên xwe, derbasbûna ji xalên kontrolê yên fermî eşkere dike. Di heman demê de rastî tundiya zayendî û fizîkî hatine û ji bo guhertina nasnameyên xwe yên olî zext li wan hatiye kirin. Ev encam weke Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ku 21 doz belge kirine ji hêla raporên din ên navneteweyî ve jî tên piştgirîkirin. Li gorî encamên navneteweyî, rapora herêmî gihîştiye wê encamê ku bersiva hikûmeta demkî têr nake û înkar dike û banga lêpirsînên serbixwe yên bilez, hesabpirsîna ji sûcdaran û piştgiriyek berfireh ji bo kesên hatine windakirin kir.

Nexşeya belavbûna binpêkirinên zêde û kaosa ewlehiyê

Ji bilî hedefgirtina kêmneteweyên li herêmên peravê û Suweydayê, tablo tarîtir dibe. Rapora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê vê trajediya berfireh piştrast dike, binpêkirinên berfireh li seranserê Heleb, gundewarên Şamê, Idlib, Reqa û Hesekê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku hilweşîna ewlehiyê li her deverên ku jinên Sûriyeyê lê bin, bûye gefeke hebûnî.

Dane her wiha guhertinek xeternak di şêwazên sûc de nîşan dide. Zirar êdî bi revandin û zordariya siyasî û darayî ve sînordar nîn e; bi zêdebûna kuştina ji ber tundiya navmalî di bin navê ‘sûcên namûsê’ de, heta hundirê malan jî dirêj dibe û jinan ji mafê wan ê ewlehiya navmalî jî bêpar dihêle.

Ev tablo bi îstatîstîkên tirsnak ên ku ji hêla Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine belgekirin, tê temamkirin ku tomar dike ji destpêka salê ve 35 jin bi sûc û rewşên curbecur hatine kuştin. Ev rêjeya hejmarî hişyariyên raporên berê piştrast dike ku hilweşîna pergala dadweriyê û nekarîna hêzên ewlehiyê ji bo sepandina qanûnê valahiyek demkî çênekiriye, qadeke îdeal ji bo ji nû ve hilberandina hemû cureyên tundiyê li dijî jinan çêkiriye.

Di neynika raporên NY û navneteweyî de tawanên şer û bêceza

Raporên NY û yên navneteweyî yên di navbera salên 2025 û 2026’an de hatine weşandin, bi danîna van binpêkirinan di çarçoveyeke qanûnî ya hişk de cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ne tenê bi bêçalaktiyê, di heman demê de bi hevkariya li ser bingeha cudakariya îdeolojîk û mezhebî jî rasterast tawanbar dikin.

Şermezarkirinên navneteweyî van kiryaran wekî sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer bi nav kirine. Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe şêwazek nerehet a kuştin, êşkence û revandinê piştrast kir ku kêmneteweyên wek Elewî tên hedefgirtin. Pisporên NY her wiha bal kişandin ser kampanyayeke armanckirî ya li dijî jin û zarokên keç li ser bingeha zayendî û girêdanên olî, di nav de destdirêjiya zayendî û zewaca bi zorê ya zarokên keç.

Her wiha rêxistinên wekî Amnesty îdeolojiya tundrew a komên heyî şermezar dikin ku ramanên radîkal, gotinên yekkesî û tolhildana li dijî komên berê bi rejîmê ve girêdayî gur dike, bi vî awayî kêmneteweyan ji parastina qanûnî bêpar dihêle.

Ev hevkariya sûc xwe di înkarkirin û bêcezatiya sîstemîk de nîşan dide ku hêzên ewlehiyê di lêkolînkirinê de têk diçin û malbatên qurbaniyan sûcdar dikin, di heman demê de mekanîzmayên berpirsiyariya fermî ji bo dûrxistin û veşartina binpêkirinên berê yên ku ji hêla kesên desthilatdar ve hatine kirin hatine çêkirin. Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku ev tevger qada bêcezatiyê xurt dike, hêviyên reformên pêşerojê difetisîne û aştiya sivîl têk dibe.

Tevî belgeyên berfireh ên Neteweyên Yekbûyî û navneteweyî ku van hovîtiyan weke tawanên şer binav dikin, civaka navneteweyî neçar dimîne mekanîzmayên berpirsiyariyê yên bi bandor bi cih bîne. Di bin vê bêçalakîtî û bêcezakirina sîstematîk de, revandin û kuştina jinên Sûriyeyî bênavber didome.