Li Asyûta Misrê 8 zarokên karker di qezaya Trûsîkelê de mirin

Li parêzgeha Asyûtê ya Misrê, ji ber veguhestina bi trûsîkel, 8 zarokên karkerên çandiniyê mirin û 5 zarok jî birîndar bûn. Ev karesat bû sedema nûkirina bangên ji bo qedexekirina şixulandina zarokan û dabînkirina veguhestineke ewletir.

Navenda Nûçeyan – Li seranserî parêzgehên Misrê, ji ber bikaranîna wesayîtên veguhestinê yên ku ji bo veguhastina rêwiyan (wekî traktor, trûsîkel û wesayîtên barhilgir ên vekirî) nehatine çêkirin, her sal bi dehan karkerên çandiniyê dimrin. Di vê çarçoveyê de bangên ji bo bihêzkirina kontrolê, dabînkirina wesayîtên bi ewletir û qedexekirina karkirina zarokan a di karên çandiniyê yên xeternak de, tên nûkirin.

Duh, li parêzgeha Asyûtê ya li başûrê Misrê, bûyereke trajîk qewimî ku di encamê de hejmarek zarokên karker ên çandiniyê bûn qurbanî. Wesayîta trûsîkel ku piştî dawîkirina karê wan ê rojane ew vediguheztin malên wan, ji ber ku ajokar kontrola erebê winda kir, li herêma Ebûtîcê wergeriya û ket nav kanala avê ya ‘Necî Hemadî ya Rojavayî’.

8 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê bûyera xemgîn de 8 zarokan jiyana xwe ji dest da û 5 zarokên din jî birîndar bûn. Birîndar ji bo tedawî û karûbarên yasayî veguhestin Nexweşxaneya Navendî ya Ebûtîcê. Her wiha aliyên pêwendîdar dest danîn ser wesayîtê û Serdozgariya Giştî ji bo eşkerebûna sedemên rûdanê lêpirsîn da destpêkirin.

Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku ti gumaneke sûcdariyê tune ye û sedema qezayê leza zêde û windakirina kontrola wesayîtê bûye.

‘Ev ne qezaya yekem e’

Ev bûyer ne ya yekem e. Di salên borî de li gelek parêzgehên Misrê bûyerên wiha qewimîne û tê de zarok û jinên karkerên zeviyan jiyana xwe ji dest dane. Ev karker bi piranî di wesayîtên pir qerebelix û bêyî pîvanên ewlehiyê de tên veguhestin. Ev yek metirsiya qezayên kujer zêde dike.

Birîna kûr: Şixulandina zarokan a di sektora çandiniyê de

Ev karesat her wiha pirsgirêka karkirina zarokan a di sektora çandiniyê de careke din tîne rojevê. Gelek zarok, bi taybetî li gundan, ji bo alîkariya aborî ya malbatên xwe neçar dimînin ku di bin şert û mercên giran, demjimêrên dirêj û rûbirûbûna dermanên kîmyewî de bixebitin.

Bûyera Asyûtê daxwazên rêxistinên mafên mirovan û sendîkayên karkeran ên ji bo parastina karkerên çandiniyê bi taybetî jin û zarokan û pêşxistina pergala veguhestina gundan, careke din zindî kir ku rê li ber van karesatên salane bê girtin.