Zarokê 9 salî bi girtina cereyanê jiyana xwe ji dest da

Zarokek 9 salî yê malbata ku ji bo çandiniya demsalî ji Rihayê çêbûn Kandiriyê bi girtina cereyanê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- S.A. yê ku bi malbata xwe re ji Rihayê ji bo karkeriya demsalî çû Kandiraya Kocaeliyê, bi girtina cereyanê ya li dora konê jiyana xwe ji dest da.

Zarokê ku cereyana li derdora kona lê diman pê girt, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolîna cihê bûyerê ya dozger, cenazeyê zarok rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kandirayê. Hat hînbûn ku S.A. jî bi malbata xwe re di nava zeviyan de dixebitî.